Serrûpel Dosya DOSYA – Xwestin Mistefa Barzanî bi destê wî bidin kuştin lê…

DOSYA – Xwestin Mistefa Barzanî bi destê wî bidin kuştin lê…

Belav bike

Birahîm Gebarî, kurdek ji Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Pismamê hunermendê hêja Seîd Gebarî ye. Kurdekî dilsozê çand û zimanê xwe û bi hest, kurdekî kurdewarî ye.

Di dema Hafiz Esad de, wek pir kurdên dilsoz, ew jî tê girtin. Piştî asaq û îşkenceyan, Birahîm Gebarî jî wek pir heval û hogirên xwe, wî davêjin zîndanê.

Xwedê dizane bê çiqas kurperwer û dilsozên doza Kurd, di wan zîndanên dîktatorîya BAASîyan de raserî zor û zilmê bûne, bê dadgeh û bêsûç û sual di wan zîndanan de bi mişk û maran û dûpişkan re razane, rabûne.

Birahîm Gebarî jî yek ji wan e:

Malbata Birahîm Gebarî, li ser şopa wî pir caran tên zîndanê û lê dipirsin. Berpirsên dewleta Sûrî û BAASî ji malbata Birahîm Gebarî re dibêjin:

“Birahîm Gabarî tineye, yekî bi wî navî li zîndanê tineye û ne girtîyê me ye.!”

Malbata Birahîm Gebarî, polî poşman vedigerin mala xwe. Piştî du salan ku agahîyan ji Birahîm Gebarî nagirin, qenaeta xwe pê tînin ku êdî B. Gebarî ne sax e û dewletê ew kuştîye û wenda kirîye.

Li mala B. Gebarî şîn tê danîn. Kurd ref bi ref tên şîna B. Gebarî. Mewlûda wî didin û li ser fatîha dixwînin.


Dema ku B. Gebarî tê girtin zewicî bû û kurekî wî bi navê Zerdeşt, pênc salî hebû.

Malîya B. Gebarî soz dide ku; “piştî B. Gebarî mêra nakim û ezê kurê xwe mezin bikim!“

Bermalîya B. Gebarî reş û şîna xwe girê dide û wek jinebîyekê kurê xwe mezin dike.

Pir sal di navberê re derbas dibin, bav û dîya B. Gebarî wefat dikin. Kurê B. Gebarî Zerdeşt mezin dibe, dibe 20 salî. Dîya wî jê re yekê dibîne û dizewicîn e. Keçek wî çêdibe û mala xwe ji Amûdê bar dikin, diçin li Qamîşlo bicîh dibin.

B. Gebarî bê pirs û bê dadgeh her di zîndanê de ye. Zîndanek zexfên wê nizm û dema girtî dimeşin, pişta xwe xuz dikin û dimeşin. Bi vî awayî wext di ser B. Gebarî re derbas dibe, sal xwe disipêrin salan, pişta wî xuz dibe. Emir derbas dibe…

Rojek dergevanê zîndanê gazî B. Gebarî dike û dibêje; “Alavên xwe kom bike û derkeve, tu êdî azad î!..”

B. Gebarî tê ber derî. Dergevan derî ji B. Gebarî re vedike û B. Gebarî derdikeve derve.

24 sal di ser re derbas bûye. Meş ji bîr kirîye. Wek bîyanîyekî suwar dibe û tê Amûdê.

Bajar mezin bûye, kuçe û mal hatine guhertin. Rîya mala xwe dernaxîne. Ji her yekî/ê ku lê rast tê, wek bîyanîyekî li mala Birahîm Gebarî dipirse.

Kesek nas nake.

B. Gebarî di ber xwe de dibêje, “ka ez herim ber derîyê mizgeftê û ji kesên navser û biemir bipirsim. Dibe ku ew B. Gebarî nas bikin!“

Dema nimêja hesir, diçe ber derîyê mizgeftê ji çend kesan dipirse; “ez li mala B. Gebarî digerim, gelo kesek ji we dizane bê mala B. Gebarî li ku ye?”

Zilamên ber mizgeftê li hev dinêrin û bi wî navî kesek nayê bîra wan!

Yekî kal û rîhspî dibêje; “hele bisekine. Berî 20 salan Birahîm Gebarî hatîye kuştin. Zarokên wî mala xwe bar kirin û çûn Qamîşlo.“

B. Gebarî berê xwe dide Qamîşlo. Li nav tar bi tar û kuçe bi kuçên Qamîşlo li mala B. Gebarî digere, dipirse, lê nabîne. Carek di sikakek teng de li zarokan rast tê. Zarok ji xwe re bi holîyê dilîzin.

Dibêje, “ev xuyaye kesek B. Gebarî nas nake. Ka ez bi navê bermalîya xwe bêjim û li wê bipirsim, dibe ku wê nas bikin!“

Nêzîkî zarokan dibe û navê bermalîya xwe dibêje; “gelo hûn dizanin mala wê jinê li ku ye?“

Zarokek lê vedigerîne û dibêje; “ew jina jinebî, ha ew mala kesk mala wan e.“

Diçe ber derî û li derî dixe. Xortekî bejindirêj derî vedike û dibêje;

“kerem ke apo tu çi dixwaze?“

B. Gebarî li lawik vedigerîne û dibêje; “ez dostê Birahîm Gebarî me, min xwest ez wî zîyaret bikim!“

Xort li B. Gebarî vedigerîne û jê re dîje; “malava, tu çawa dostê Birahîm Gebarî ye ku ev 24 sale B. Gebarî mirîye, ma tu nû li B. Gebarî dipirsî!“

B. Gebarî li kurê xwe dinêre. Dema wî hiştibû pênc salî bû. Niha qerasekî xort li pêşberî wî sekinîye û hevûdû nas nakin. Hêsir bi çavên Birahîm Gebarî dikeve û kelogirî dibe;

“Ez ne li vanderan bûm, li welatekî din bûm û nû hatim, min xwest wî bibînim!“

Bi dengê vê sohbeta di navbera B. Gebarî û kurê wî de, deng ji hundur tê:

“Kurê min ew kîye? Bila derbas be, were hundur“ û bi vê gotinê re bermalîya B. Gebarî hat ber derî.

Dema ku çavê wê û Birahîm Gebarî li hev ketin, bû qêrîna jinikê û xwe avêt hinbêza B. Gebarî. Hevûdû hinbêz kirin. Wek dilopên baranê hêsir ji çavên herdûyan dihat.

Kurik ji dîya xwe pirsî;

“Dayê ev kî ye, te wilo xwe avêtîye hinbêza wî û tu digirî?“

“Çavê min kor be, kurê min, ev bavê te ye!“

Xort di cîh de ji hiş xwe ve çû û ket erdê. Kêf û şîn, ken û girî tevlihev bibû. Av anîn li ser rûkê xort kirin. Xort hat ser hişê xwe. Bav û kur jî bi hesreta 24 salan hevûdû hinbêz kirin.

Derbasî hundur bûn, bûka B. Gebarî jî hat. Çû destê wî û zarokek li ber pêsîra wê bû, da destê B. Gebarî.

Dost û cîran, meriv, derdor hatin û li çîroka Birahîm Gebarî guhdarî kirin. Keser kişandin.

B. Gebarî ji cîranên derdorê re got;

“Bi ahd be, min daweta kurê xwe nedîtîye, ezê carek din ji kurê xwe û bûka xwe re dawetekê lidar bixim!“

Bûka xwe û kurê xwe carek din dike bûk û zava, dawetekê ji wan re lidar dixe. Kêf û şahî, dawet diqede.

Dewleta Sûrî, dibihêze ku B. Gebarî dawet lidar xistîye. Çûn û hatina cem wî pirre. Şike pê kirin ku, dîsa têkeve nav karûbarên Kurdewarî..Dibe ku çîroka xwe ji kurdan re bêje!

Emîn Dewlê (Îstîhbarata Sûrîye) dikeve dewrê, tên derdorê digerin û lê dipirsin.

B. Gebarî têdigihêje ku, carek din dê wî rehet nehêlin û bigirin.

Lêdixe, derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Diçe Cem Kek Mesûd Barzanî. Çîroka xwe ji serî de, ji kek Mesûd re dibêje. Herdû kurdên dilsoz bihev re hêsra dirijînin û digirî li ser halê wî. Xanîyekî didin B. Gebarî û B. Gebarî li Hewlêrê bicih dibe. Niha, sax e û li Hewlêrê dijî..

Bi hêvîya ku Kurd dijminên xwe nas bikin.

Çîroka Kurdan û dewleta Sûrîye ev e. Îca niha beşek ji kurdan hêvî dikin ku Kurê Hafiz Esad, teşkîlata Emîn Dewlê û partîya BAAS mafê kurdan bide wan!

Birahîm Gebarî, ji malbatek xwedîmal, xortekî jîr, xwendinhez û şareza ye. Piştî ku bekelorya li Sûrî kuta dike, dixwaze xwendina xwe bidomîne.

Berê xwe dide Bexda û dixwaze li Zaningeha El Mustansiriyye beşa zanîna siyasî bixwîne. Li vê zanîngehê qeyda xwe çêdike û dest bi xwendina xwe dike.

Di demek Kurt de Muxaberata Iraq ji jîrbûna B. Gebarî hayedar dibe. Di sala 1970an de bi B. Gebarî re dikeve têkilîyê û daxwaza „ku bi wan re bixebite“ ji B. Gebarî dikin.

Birahîm Gebarî ji eşîra Gabar e û hukmê vê eşîrê li derdorê Hesekê û Amûdê li ser 23 gundan dimeşe.

Bavê B. Gebarî ji nêz ve berxwedana Başûrê Kurdistan dişopîne û nemir Mustafa Barzanî dinase.

Hayê Muxaberat a Iraq ji vê têkilîyê heye û dixwaze di ser vê nasînê re xwe bigihînin nemir Barzanî û derdorê wî, parastina wî û hewlên wî bişopînin.

Ji bona ku B. Gebarî vê daxwaza wan qebûl bike, zorê didin B. Gebarî.

Muxaberat a Iraq, Ji bona şopandina serokê têkoşîna doza Kurd û Kurdistan nemir Mustefa Barzanî, wezîfê didine B. Gebarî

Gebarî, wezîfa ku Muxaberata Iraq dide wî, qebûl dike û tê herêma Barzan.

Li herêmê bi endamên PDK re dikeve têkilîyê û daxwaz ji wan dike ku; „ji sbona mijarek girîng divê ez nemir Mustafa Barzanî bibînim!“

Her çiqa berpirsiyarên herêmê jê re dibêjin; „Çi mesele hebe ji me re bêje, emê bigihînin Serok Barzanî.“ Ew qebûl nake û dibêje; „ez tenê dikarim ji Mustafa Barzanî re bêjim!“

Xeberê didin nemir Barzanî û bahsa kurdekî ji Başûrê Rojavayê Kurdistan, bi navê Birahîm Gebarî, ku li Zanîngeha Bexda beşa Zanîna Siyasî dixwîne, hatîye û dixwaze wî bibîne û meseleyek girîng ji cenabê wî re bêje dikin. Nemir Barzanî dibêje; „wî bînin, bila were dîtina min!“

Nemir Barzanî wî qebûl dike. Piştî xêrhatinê, nemir Barzanî ji B. Gebarî dipirse; „xêre ev meselaya girîng çiye ku tu dixwaze tenê bi min re parve bike?

Gebarî, ji serî de çîroka xwe û a xwendina zanîngehê, Muxaberat a Iraq û wezîfa ku dane wî ji nemir Barzanî re dibêje. Piştî ku meselê raser ji nemir Barzanî re ta bi derzîyê re vedike, dibêje; „Rastî eve, hun dixwazin min bigirin, bikujin, biryar a we ye!“

Nemir Barzanî li nav çavê B. Gebarî dinêre û jê dipirse; „Tiştekî ku te ji min re negotîye maye, an na?“

Gebarî dibêje; „na min hemû ji we re got. Ez naxwazim vî karî bikim. Ez kurdim û ji miletê xwe, welatê xwe hez dikim. Alîkarê min bin!“

Di wê demê de Dewlet a Iraq pir caran hewlên bi vî haweyî dane û xefik li pêşîya Serokê têkoşîna doza Kurd û Kurdistan danîbûn ku ji holê rakin. Bi saya ewlekarî û xebatên hêja, amadekarîyên payebilind, hemû xefik, dek û dolabên Muxaberat a Iraq vala derxistibûn.

Nemir Barzanî li B. Gebarî vedigerîne û dibêje;

„binêre, tu kurdekî dilsoze. Wezîfa ku Muxaberat a Iraq daye te, bê ku em asaqan li te bikin, tu li min mukur hat û te di cîh de ji min re got. Behsa vê meselê ji ti kesên din re neke. Bila di navbera min û te de be. Du alî ji me re bixebite. Çi agahîyan ji te bixwazin bide wan, lê çi wezîfe dan ber te, tu jî min agahdar bike.“

Ji wê rojê û şun de çûn û hatina B. Gebarî a cem nemir Barzanî zêde dibe. Di derheqa parastina Barzanî de, tevgera wî û hejmara ewlekarîya derdora wî de agahîyan dişîne navenda Muxaberat a Iraq. Sûretan bi nemir Barzanî re û bi kesayetîyên PDK yên payebilind re dikişîne û têkilîyên xwe bi van îspatan re bi Muxaberat a Iraq re xurt dike.

Mixabin hayê Muxaberata Iraq ji têkilîyên Nemir Barzanî û B. Gabarî tine ye. Di eslê xwe de ew ne peyayê Muxaberat a Iraq, ew li ser navê kurdan karê îstîbaratî bi nemir Barzanî re organîze dike û hewlên Muxaberata Iraq jê re tîne.

Gebarî, du salan wê xizmetê dimeşîne. Di derheqa nemir Barzanî de her agahîyên ku Muxaberat a Iraq dixwaze, tomar dike û dide wan. Her agahîyên ku distîne jî bi nemir Barzanî re parvedike, dişêwire û bi hev re wî karî organîze dikin.

Muxaberat a Iraq di 15 Tirmeh a 1972 an de çenteyekî ewraqan teslîmî B. Gebarî dike. Di hundirê çente de Bombeyek hatîye bicîh kirin. Pîsporê teqamenî yên Muxaberata Iraq, ji B. Gebarî re dibêje;„dema ku tu çentê bi teqamenî di odeya Barzanî de bicîh bike, ji bona ku teqamenî çalak bibe, tu batarî dixe cîhê wê, wê piştî demhejmêrekê biteqe!“

Gebarî digihêje baregeha nemir Barzanî, raser diçe cem Nemir û çente teslîm dike. Tiştên di hundirê çente de hatine bicîhkirin yek bi yek jê re dibêje. Gazî pîsporên teqamenîyê dikin. Tên û li ser çente hûr hûr lêkolînê dikin. Dibînin ku bombeyek di çente de hatîye bicîhkirin û dema batarî têkeve cîhê xwe, sîstem dikeve dewrê û wê bombe di heman demê de biteqe. Tê digihêjin ku Muxaberat a Iraq, kujtina B. Gebarî jî kirine armanc. Di vir de fêrdibin ku tevdigerînên B. Gebarî deşîfre bûne û kujtina wî jî kirine nav programê.

Di vî karî de B. Gebarî, hin jiyana nemir Barzanî û hin jî jiyana xwe diparêze.

Wek ku em dizanin, pir caran Muxaberat a Iraq qesda jiholê rakirina nemir Barzanî kirîye armanc.

Yek ji van Suîqastan, di 29 Êlûna 1971an de ye. Di 29ê Êlûna 1971an de heyetek bi du seyaran tê herêma Hecî Ûmran, dîtina nemir Barzanî. Di yek ji van seyaran de bombe hatîye bicîh kirin. Di 29ê Êlûna 1971an, seat 16.55an de bi dengê teqemenîyek mezin re qerargeha nemir diheje. Bi birînek piçûk nemir Barzanî ji vê sûîqastê jî xelas dibe. Ji ber ku nemir Barzanî berî demhejmêra wextê diçe cîhê randewûyê ji mirinê mirinê rizgar dibe.

Wek van sûîqastan, nemir Barzanî di 27ê Çilê pêşîn de û di Tirmeha 1972an de jî ji du sûîqastan xelas bûye!

Mlixabin di van Sûîqastan de pir xwebexşên hêja bûne cangorî. Lê Muxaberat a Iraq, bê rawest, her ev karesatên xerab li henber Barzanîyan meşandîye.

Di sala 1976an de heyetek ji bona hevdîtinekê bi Hafiz Esad re pêk bîne, diçe Şamê. B. Gebarî serokê vê heyetê ye. Ev heyet, 45 xuleqan bi Esad re hevdîtinekê lidar dixe.

Sal 1976 e û nemir Barzanî nexweşe, Hafiz Esad dixwaze bi Mesud Barzanî re hevdîtinê pêkbîn e. Wê demê Mesud Barzanî li Londonê ye. B. Gebarî diçe Londonê û daxwaza Hafiz Esad ji Mesûd barzanî re dibêje. Mesud Barzanî û B. Gebarî bi hev re ji Londonê derbasî Şamê dibin. Piştî ku bi Hafiz Esat re hevdîtin pêk tê, Mesud Barzanî ji Şamê vediqete û diçe. B. Gebarî li Şamê dimîne.

Bê ku sebebekê bide nîşan, Muxaberat a Sûrîye (Emîn Dewlê) di sala 1977an de B. Gebarî desteser dike.

Raser dişînin zîndana navdar a Tedmûrê. Zîndan a Tedmûr, wek zîndan a Amed A 5 Nemro, wek Zîndana Ewîn a Rojhilatê Kurdistan û Zîndana Silanîyê bi asaq, îşkence û kujtina kurdan navdar bû.

Gebarî ji sala 1977an heta 2000an 24 salan bê sûal, her roj bi asaq, îşkence û zilmek mezin derbas dike. Dewleta Surîye di warê îşkencê de ji terefên pîsporên Sovyet Rusya de dihatin perwerdekirin. Hemû van metodên ku ji Sovyet Rusya fêr dibûn, li ser B. Gebarî û Kurdên din yên girtî dihat ceribandin.

Piştî ku Hafiz Esad dimire, kurê wî Beşar Esad têt ser hikim. Efûkê derdixe û B. Gebarî jî wek hevalên xwe, çawa ku rûwê dadgehê nedît û xistin zîndanê, piştî 24 salan carek din bê dadgeh ji zîndanê derdikeve.

Min di „Çîroka Birahîm Gebarî“ beşa yekem de derketina Birahîm Gebarî, rewşa malbata wî, kurê wî, bûka wî û bermalîya wî nivîsî bû. Ev jî yek ji serpêhatîyên B. Gebarî yên berî ku zîndan bibe.

Jiyan ewe ku em dersan jê bigirin û derbasî hafiza civakê bikin!

Çavkanî:

1-Barzan ve Kürt Ulusal Özgürlük Hareketî, Cilt II.

Mesud Barzanî.

2-Roportaj, Al Jazeera, 06.01.2016

05.03.2019 Şeyhmus Özzengin – BASnews