Serrûpel Dosya Dîroka PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê)

Dîroka PDK (Partiya Demokrata Kurdistanê)

Belav bike

Roja (16.08.2019) 73 sal bi ser damezrandina PDKê re derbas dibin ku di sala 1946an de ji aliyê Mistefa Barzanî û çend hevalên wî ve hat damezrandin.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) heta niha 13 kongre encam dane û ji sala 1979an ve ji aliyê Serok Barzanî ve birêvebirin. Di tevahiya hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê de jî PDK bûye yekem partî. Li gorî bername û rêziknameya xwe, PDK ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê kar dike.

 

73 sal di ser damezrandina PDKê re derbas dibin. PDK di sala 1946ê de ji aliyê Mela Mistefa Barzanî û çend hevalên wî ve hat damezrandin. Destpêkê navê PDKê, Partiya Demokrat a Kurd bû, lêbelê di kongreya sêyem de, ku di sala 1953ê de lidar ket, navê wê bû Partiya Demokrat a Kurdistanê. Heta niha PDKê 13 kongire lidar xistine û yên herî girîng di warê peykerê PDK û hilbijartina serok de ev bûn:

 

Kongireya yekemîn, roja 16.08.1946an bi amadebûna 70 kesan, bi awayekî nehênî li mala Seîd Fehîm a li Bexdayê birêve çû û Mela Mistefa Barzanî wek serokê PDKê hat hilbijartin.

 

Kongreya sêyemîn roja 26.01.1953an bi beşdarbûna 35-40 kesan li Kerkûkê birêve çû û navê partiyê bûye Partiya Demokrata Kurdistan (PDK).

 

Kongreya nehemîn roja 04.10.1979an li Zêwe birêve çû û Mesûd Barzanî wek serokê PDKê hat hilbijartin.

 

Kongreya sêzdemîn jî ji 11 heta 18.12.2010an li Hewlêra paytexta Herêma kurdistanê birêve çû. Di vê kongreyê de Mesûd Barzanî wek serok û Nêçîrvan Barzanî jî wek cîgirê serokê PDKê hatin hilbijartin.

 

PDK xwe wek hizbeke Kurdistanî dide nasandin û di programa xwe de tekeziyê li ser çendîn armancan dike.

 

Armancên serekî yên PDK jî ev in; Bidestxistina mafên gelê Kurd, navdewletkirina doza Kurdî, vegerandina deverên veqetandî ji bo Herêma Kurdistanê, garantiya mafên hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê, cîbicîkirina sîstema demokratî, parlemanî, fedralî li Iraqê û bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re.

 

PDK di dema zêdeyî nîv sedsala borî de, bi mekanîzmaya cuda hewl daye bo bidestxistina wan armancên ku kar ji bo wan kiriye, ji wan jî serokatîkirina Şoreşa Îlonê û Rêkeftina 11ê Adarê ya sala 1970.

 

Herwiha PDK yek ji wan hêzên bi bandor bû ku beşdarî di Raperîna sala 1991ê de ya Başûrê Kurdistanê de kir û piştî Raperînê jî di hilbijartinan de hêzek sereke bû û vê yekê kir ku postên girîng bidest bixe.

 

Di hilbijartina 30ê Îlona 2018ê de, PDK 45 kursî li ji tevahiya 111 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê bi dest xist.

 

Niha jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di heman demê de cîgirê serokê PDKê ye. Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî endamê mekteba siyasî ya PDKê ye. (Rûdaw)