Serrûpel Dosya Dadgeha li ber destê Barzanî

Dadgeha li ber destê Barzanî

Belav bike

Dadgeha Li Ber Destê Barzanî: Ekrm Beg Cemîl Paşa (1895 – 1975): têkoşerê kurd, yê ku tev jiyana xwe di ber welat û welatiyên xwe de xerc kir.. Dibêjin; di sala 1967an de, dema ku rêjîma Sûriyê dest danî ser tev gundên zarok û neviyên Cemîl Paşa li Cizîra Sûriyê/ Derbasiyê û bi tenê Mihemed Begê Cemîl Paşa bi par hiştin.. Hingî Ekrem Beg doza para xwe li pismamê xwe Mihemed Beg kir.. Lê pismamê wî lê da mandelê û got ez nadim, here li min gilî bike.. Ekrem Beg lê vegerand: Pismam! Ez ê li kû li te gilî bikim..?!!! Bi qesem, ez di dadgehên ereb, tirk û firsê de li te gilî nakim, bi tenê ku desthilatiyek kurdî çêbibe, ez ê li wê desthilatê li te gilî bikim.. Û sal derbas bûn.. Di sala 1970î de, piştî ku peymana 11ê adarê hat mor kirin, Ekrem Beg çû serdana Barzaniyê nemir û giliyê pismamê xwe Mihemed Beg li cem kir..
Konê Reş