Serrûpel Dosya Murad Ciwan dinivisîne: Rola Şeref Xan di peydabûna bîrûbaweriya neteweyî ya kurd...

Murad Ciwan dinivisîne: Rola Şeref Xan di peydabûna bîrûbaweriya neteweyî ya kurd de [1]

Belav bike

 

Di destpêkê de, sipas ji bo Grûba Raman û Xebata Akademîk a Bidlîsê ku ev konferansa li ser Şeref Xan û Şerefnameyê lidarxist. Ew yek ji wan kesayetiyên me yên gelek hêja û binavûbang e li cîhanê; xan, serdar û alimê gelê kurd e. Vê grûbê gelek carên tir jî civînên ilmî yên hêja lidarxistine. Bi hêviya ku her berdewam be û di tarîxa ilm û îrfanê ya Kurdistanê de ciyê xwe bigire. Her wiha sipas ku ez hatime vexwendin ji bo vê civînê.

Axaftina min ê li ser ’’Rola Şeref Xan di peydabûna bîrûbaweriya neteweyî ya kurd de’’be.

Di nav kurdan de, di nav zanayên edebiyat, kultur û dîroka kurd û Kurdistanê de dîtineka wiha belav e ku ’bavê bîrûbaweriya neteweyî ya kurd Ahmedê Xanî ye’. Bi min yê ku li nav kurdan tovên bîrûbaweriyên neteweyî çandine û bi vê maneyê buye ’bavê bîrûbaweriya neteweyî ya kurdan’Şeref Xanê mîrê Bidlîsê û nivîskarê Şerefnameyê ye. Ahmedê Xanî, ku sed salan piştî ronahîdîtina Şerefnameyê Mem û Zînnivîsiye, alahilgirê bîrûbaweriya neteweyîya kurdan e.

Şeref Xan gava berhema xwe temam kir, diyar kir ku wî ’dîroka hukumdarên Kurdistanê’nivîsî.[2]

Şerefnameyê hê wê gavê di nav mîr, serwer û alimên kurdan de, li Kurdistanê û li derva navûdeng da. Îro jî yek ji berhemên sereke ên kutubxaneya kurdan e. Li seranserê cîhanê, li dorûberên akademîk yek ji çavkaniyên bingehîn ên dîroka kurdan û ya Îslamê a qirnê navîn e. Loma ne mimkin e ku Ahmedê Xanî ji Şerefnameyê xureka bîrûbaweriya kurdayetiyê hilnedabe.

Şerefnamene tenê dîroka hukumdarên Kurdistanê ye, ew li ser warên civakî-etnîkî, siyasî, kulturî, zimanevanî, dînî û mezhebî yên civakên kurdan jî tesbîtan dike. Heta, meriv, nuveyek ji îdeolojiya pre-nasyonalîzma modern tê de dibîne.

Warên binavkirî, dikarin li ser sê kategoriyên bingehîn bên dabeşkirin:

1- Nirxandina ji alî cografî an têgeha ’welat’ ve.

2- Nirxandina ji alî civakî-etnîkî ve: diyarkirina nasnameya serwer/giştî (üst kimlik, super/major identitiy)û nasnameyên lipeyhatî (alt kimlik, yên beş, dereca duyê, sub-identity)

3- Ji alî îdeolojiya serbilindiya (pesindayina) neteweyî ve.

1- Nirxandina ji alî cografyayî an têgeha neteweyî ve.

Du têgehên ‘Kurdistan’ê di Şerefnameyê de diyar in, yek bi maneyeka teng ya li ser esasê îdareyeka siyasî ku di tarîxê de li alî Îranê û Osmaniyan hatine dîtin. Yanî ‘Kurdistan’ wek eyaletekê; devereka îdarî-siyasî. Şeref Xan di behsa mîrekiya Çemîşkezekê de (ku wê demê temamiya Dersimê, Erzincanê û rojhilatê Sêwasê bû)dinivîse:

‘’Welatê wan … ji alî berfirehî û giringiyê ve dûr nêzîk ji bal her kesî ve bi navê taybet ‘Kurdistan’ê hat naskirin; ew qas ku di berat û emirnameyan de û di belgeyên din ên saltanatê de, gava ev nav derbas dibe, tenê ev wîlayeta giring tê fahmkirin; wekî din, gava di nav kurdan de navê ‘Kurdistan’ê derbas dibe, qesd ji vê, tenê Çemîşkezek e.’’[3]

Lê gava Şeref Xan Şerefnameyê wek dîroka hukumdarên Kurdistanê bi nav dike, ‘’Kurdistan’’ têgeheka cografyayî a fireh e ku tevî gelek cudatiyên dewletî(Îran û Osmanî), hukumdarî, mîrekî, eşîrî, kulturî, zimanî, dînî, mezhebî û her wekî din, miletekî bi navê kurd li serê dijî, yanî ‘welatek’e.

Şerefxan hidûdê vî welatî destnîşan dike û esas her cara ku peyva ‘Kurdistan’ê dinivîse, qesda wî ev welatê berfireh ê kurdan e:

‘’Hidûdên welatê kurdan ji peravê Deryaya Hurmuzê (Delavê Besrayê ) ya ku ji oqyanûsê vediqete destpêdike; li ser xeteka rast ji wê derê heta dawiya wilayetên Meletyeyê û Meraşê dirêj dibe. Bi vî awayî li aliyê bakurê vê xetê Fars, İraqa Ecem, Azerbaycan, Ermenistana Piçûk û Ermenistana Mezin hene. Li başûrê wê [xetê] jî, İraqa Ereb, wîlayetên Mûsil û Diyarbekirê dimînin. Li gel vê jî gelek xelk û qebîle ji nesla van însanan, ji rojhilat heta rojava li gelek welatan belav bûne.’’[4]

Ev nasandin, xetê ji başûr ji Delavê Besrayê dikêşe ber bi bakur; rêzeçiyayên Zagrosan, piştre jî ber bi bakurê Rojava de seranserê rêzeçiyayên Torosan, herdu quntarên van rêzeçiyayan, gelî û deştên nêzîk ên wan digirin nav xwe, li zozan û deştên wêdetirên herdu quntaran jî ew li gel xelkên din têkilhev in.

Şerefname 420 sal berê (1597) hatiye nivîsîn. Ev nasandin, ne ya dewletekê û ne a welatê xanedaniyeka wek a Ebasiyan, Emewiyan, Selçûqiyan, Osmaniyan, Merwaniyan, Rewadiyan, Şedadiyan an Eyyubiyan, lê hidûdê kurdan ê li ser esasê civakî-etnîkî ye.

2- Nirxandina ji alî civakî-etnîkî: diyarkirina nasnameya serwer/giştî (super/major identity) û nasnameyên lipeyhatî (beşdar, dereca duyê, sub identity)

Di Şerefnameyê de nasandina civaka kurdan, wek miletekî bi nasnameya xwe ya serwer/giştî (yanî kurd) û bi nasnameyên lipeyhatî (sub-identity) jî diyar e. Civakek heye, ji alî ziman, lehce, dîn mezheb, eşîret û mîrekiyan ve xwedan cudayiyan e, lê jê re kurd tê gotin, nasnameyeka di ser hemuyan re heye ew jî ‘kurdbûn’e. Şeref Xan wiha dinivîse:

’’Civak û eşîretên kurd, ji alî ziman, adet û rewşa civakî dabeşî ser çar qisman dibin: qismê yekê kurmanc; qismê duyê lor; qismê siyê kelhûr; qismê çarê goran.’’[5]

 

Wekî din, ew dinasîne ku kurd xwedan dîn û mezhebên cuda ne: ’’Pirraniya civakên kurdan sunnî ne, û ser bi Îmamê Şafi’î ne. Bi şerîeta îslamê tevdigerin.’’’’Lê eşîrên kurdên wek dasinî, xaldî, besyanî, boxtî (qismek), mehmûdî, dinbilî ên ku li derûdora Şamê û Mûsilê digerin ne wiha ne. Çimkî ev ser bi mezhebê êzîdîtiyê ve ne, ya ku xwe tabi’ û mirîda Şêx Adî bin Musafir hesab dike ku ew jî ser bi zincîre-xelîfetiya Merwaniyan (Emewiyan) ve ye.’’[6]

 

Şeref Xan bi xwe, sunneyê şafi’î ye, nerazîbûna wî li ser baweriya êzîdîtiyê diyar e, her çendîn wê[7]taswîb nake jî êzîdiyan wek beşeka civaka kurd qebûl dike. Di têgihîştina Şeref Xan a neteweyê/qewmiyetê de rengekî sekuleriyê heye. Wek di mesela ziman û eşîretan de, dîn û mezheb jî sub-îdentîte ne, kurdîtî super/major îdentîte ye. Şeref Xan di beşê mîrekiya pazûkiyên kurd ên alewî de jî ku bi Safewiyan re tevgeriyan, di eynî fikrê de ye. Ew alewî ne, Şeref Xan gazinan ji baweriya wan dike, lê wan wek beşek ji kurdan dihesibîne, cih dide tarîxa wan.

 

3- Ji alî îdeolojiya serbilindiya (pesindayina) neteweyî ve.

 

Şeref Xan eger bixwesta, dikarî wek gelek kesên dema xwe û yên berî xwe, tenê tarîxa xanedaniya xwe binivîsaya. Wê demê Kurdistan di navbera Safewîyan û Osmanîyan de bûbû du beş. Ji ber dijayetiya navbera van herdu dewletan mîrekiyên kurdan yên serhedên wan, yan diketin bin dagirkeriya vî-wî aliyî, yan jî mecbûr diman wan xwe dispart yekê ji wan. Vê rewşê nelihevî di navbera mîrekiyên kurdan de derdixist. Her wiha dewr ya mîrekiyan bû, hevrikî di navbera wan de gelek bûn. Mîrekiya Bidlîsê jî ji pirsgirêk û rikeberiyên li gel mîrekiyên din ne bêpar bû. Lê Şeref Xan, tarîxa hemû mîrekiyên kurdan ên li alî Îranê û Osmaniyan, yên li gel wan lihev an nelihev; hemî bi bêterefiyeka zanistane, hezkirineka dilsozane û bi pesindasyineka şiûra kurdewerîyê nivîsîne, weka ku ne mîr, alimek be.

Li ba Şeref Xan serbilindiyeka pesindayina miletê ku ew jê ye, eşkere ye. Wiha pesnê kurdan dide: ’’Piraniya civakên kurdan bi cesareta û hêrsbûna jihedêder, merdî û camêriya xwe ya zêde hatine naskirin. Wekî din ji fitreta xwe xwedan hemiyeteka mezin, di pleyeka bilind de biheysiyet û zêde mexrûr in.’’[8]

’’Ji bo destvenekirina li ber namerdan di riya bidestxistina jiyaneka bêrûmet a bi saya dayînên hinên din û xwe netewandina ji ber qencî û alîkarîxwestinê, canên xwe davêjin nav xeteran.’’[9]

Li gor Şeref Xan navê ’kurd’ji ber cesareta wan a bêhed, wek nasnavekî, wek leqebekê li wan hatiye kirin. ’’Îsbata wê jî ew e ku pirraniya qehremanên binavûdeng û mêrxasên naskirî , ji nav vî miletê qehreman derketine.’’[10]Her wekî qehremanê dengdayî Rustemê Zalê ku di dema Qubad de jiyaye ji wan e. Firdewsiyê xwediyê Şehnameyê wî wek Rustemê Kurdbinav dike. Behram Çûpînê ku di dema Hurmuz bin Nuşîrewan de sîpehsalar bû jî kurd e. Girgîn Mîladê ku dengê cesareta wî belavî asoyan bûbû jî kurd bû. Mewlana Tacceddînê Kurdîê ku di dewra sultanê Osmanî Orhan de li Medreseya Bursayê mudderis bû û pişt re bi navê Xeyreddîn Paşabû sedrezam jî kurd e.[11]Ferhadê aşiqê Şîrînê ya ku hukumdarê Îranê Xusrew Perwîz jî jê hez dikir ji kurdên Kelhûr e.[12]

Li gor Şeref Xan, kurd ji ilm û îrfanê gelek hez dikin. Gelek alimên mezin, mirovên xwedan fazîlet ên nimûne ji wan gihîştine. Hezkirin û pabendbûneka kurdan a li hemberê fêrbûna ilmên eqlî, îkmalkirina ilmên neqlî, bi taybetî li hemberê ilmên hedîs, fiqih, serf, nehw û kelamê heye. Bi hizkirin kitêbên ilmên islamî dixwînin, di nav xwe de vedikolin û pê ve dimînin. Di van waran de gelek berhemên wan ên binirx hene, lê zêde navûdeng nedane. Ew jî ji ber wê ye ku alimên kurdan wek alimên miletên din li dîwanên mezin ên hukumdar û sultanên Îranê û Turanê, di meclisên şiir û edebiyatê de tenezul nakin ku edebiyat û şiirên ku qezencê ji xwediyên xwe re bînin û pesnên sultanan bidin binivîsin û bixwînin. Ew, îltîfatî qezenceka wiha nakin, loma jî xwe ji wergirtina rutbeyên mezin ên îdarî û ilmî bidûr dixin.[13]

Hesret û daxwaza serwerekî û dewleteka yekbûyî a mezin

Li ba Şeref Xan, kêmasî û hesreta serwerekî kurd ê mezin ku hemû kurd li dora wî bicivin, bi yekrêzî bi fermana wî tevbigerin, gelek eşkere ye. Ew wiha dinivîse: ’Ji bo ku di nav kurdan de, hê heta nuha (şimdilik), kesekî ku fermana wî bê qebûlkirin û hukumê wî bê tetbîqkirin nehatiye peydakirin, piraniya wan xwînê dirêjin, bingehên ewleyî û nîzamê binpê dikin. Kurd bi sedemên gelek piçûk û negiring serî hildidin, ji ber xetayên bêqîmet û tawanên piçûk tawanên mezin dikin.’’[14]

Şeref Xan, durustnebûna dewleteka yekbûyî ya mezin a kurdan, karesat dizane, di wê dereceyê de ku îdîaya nifirkirina pêxember a li kurdan da ew nebin yek, wek sedem nîşan dide û gelek li ber dikeve ku heta wê rojê dewleteka kurdan a yekbûyî a mezin ava nebuye. Ew wiha dinivîse: ”A ji wê demê(ya nifirê) bi vir de ev civak[a kurdan] bi ser neketiye da dewleteka yekbûyî ya mezin, saltanateka yekbûyî ya mezin deyne, bes ji bilî pênc dewletên piçûk ku di dewra îslamê de hatine danîn û serbixwe hukum kirine, bi serê xwe sike lêdane, xutbe dane xwendin û nîşanên din ên serbixweyiyê li xwe girtine.’’[15]

Encam

Ev tesbît, daxwaz, xwezî û hêviyên Şeref Xanî, bi tevayî eşkere dikin ku ew xwedan bîrûbaweriyên bi awayekî kurdewerî bû, wî ew di Şerfnameyê de nivîsîn, ew li nav xan, mîr, serwer, alim û xwendayên kurd belavbûn, bi awayekî bûn tovên bîrûbaweriya neteweyî.

Guman tê de tune ye ku Şeref Xan tovavêjê, yanî bavê bîrûbaweriya neteweyiya kurd e.

Li ser vê şopê, Ahmedê Xanî di Mem û Zînê de hê zelaltir û rêkûpêktir xwedî li bîrûbaweriya kurdeweriyê derketiye, di dereceyeka wiha de ku meriv pirr bi asanî dikare programa partiyeka siyasî ya neteweyî ya kurd ji tespît û daxwazên wî darêje ku ji programên partiyên kurdan ên nuha qet ne kêmtir be: tê de rewşa deverê, ya kurdan, bindestî, bêxwedîtî, perçebûnî û bêdewletiya wan, armanca kurdan a ji bo serweriya dewletekê, rêûdirbên têkoşînê yên gihaştina vê armancê diyar be, ku wî gotiye lazim e bi yekbûna kurdan, hem bi şûr, hem bi qelemê bê têkoşan.

Bi kurtî, Şeref Xan bavê bîrûbaweriya neteweyî ya kurdan, Ahmedê Xanî jê siwarê alahilgir, yan jî mîmarê bîrûbaweriya neteweyî ya kurdan e.

[1]Di 25/03/2017’ê de li İstanbulê li weqfa Îsmail Beşikçi, li Konferansa li ser ‘’Şeref Xan û Şerefnameyê’’ hat pêşkêşkirin.

[2]Şeref Han, Şerefname Kürt Tarihi, wergera ser tirkî M. Emin Bozarslan. r, 527, Çap 3. Baskı 1990, İstanbul.

[3]bnd. r. 190

[4]bnd. r. 20

[5]bnd r. 20

[6]bnd. r. 21

[7]Balkêş e ku ew wê wek mezhebekî îslamê dibîne.

[8]bnd. r. 20

[9]bnd. r. 20

[10]bnd. r. 22-23

[11]Li vir Şeref Xan bi şaşî navê Xelîl Candarî yê kurd zavayê Taceddînê Kurdî tevî yê wî dike. Ew pişt re bi navê Xelîl Xeyredîn paşa bû wezîr. Ew jî kurd bû. Tacceddînê Kurdî ku xwezûrê Şêx Edebalî jî bû, muderisê Medreseya Îznîkê bû.MC

[12]bnd. r. 23

[13]bnd. r. 22

[14]bnd. r. 25

[15]bnd. r. 25

Jêder: www.rupelanu.com