Bi munasebeta Roja Ala Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û ragihand: “Ala Kurdistanê sembola yekîtî, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.”
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû hevwelatiyên xweştivî yên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê sembola yekîtî, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.”
“Di vê roja pîroz de em tekezî li peyama aştî û pêkvejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin û hezaran silav li rihê pak ên wan şehîdan be, ku canê xwe di ber ala pîroz a Kurdistanê de feda kirine.”
Îro Sêşemî 17ê Kanûna 2019an, li gelek bajar û bajarokên din ên Kurdistanê merasîmên cuda hatin sazkirin.