Serrûpel Dosya Ferqa di navbera “Wêje” û “Mitribî” de çi ye? (lêkolîn, şîrove û...

Ferqa di navbera “Wêje” û “Mitribî” de çi ye? (lêkolîn, şîrove û nêrînên cuda)

Belav bike
Husên DuZen: Wêje û gelek tişt dikarin li hev bikin, lê ew û mitirbiyê?! Bi min wisa tê herdu qet li hev nayên. Mirtirbî û zurne li hev tên, tiştekî ku ez jê re bibêjim tune ye. Her weha wêje û quretî jî baş li hev nakin, ger hûn li min guhadarî bikin. Ez dizenim hûn niha dibêjin „ma quretî ne sipora me ya netewî bû, nexwe ҫawa dibe?“ Belê, ez pê dizanim, lê dîsa jî bi ya min li hev nakin. A baş ew e, ez niha dev ji van quretiyan berdim, lê bi soz ezê sibe dusbe ҫend deqên zêrînî yên nivîskariyê binivîsim. Ger hejmara wan gihîşt 10an ezê wek „10 deqên zêrînî“ pêşkêşî we bikim.
• Ali Gurdilî: Deq li ser deqan. Temamiya wan çend deq in keke Husên DuZen? Bi deqan dê mesele safî bibe yanî?
• Husên DuZen: Ger bûn 10 dê mafê belavkirina wan derkeve.
• Ali Gurdilî : Kekê, ew mitrib gerokên welêt bûn. Hizreka wan ya afirander hebû rastî. Qîmet nedidan malê dinyayê, dema xwe dijiyan. Yanî digotin Carpe Diem. Lê li gor irf û adetên civakê jî, tevnedigeriyan. Ew jî rastiyek e. Min baş fam nekir bê ka mesele çi ye, lê bawer im haya min ji rojevê tune?…
• Husên DuZen: Min xwest ku ez bibêjim, wêje û dengê bilind li hev nake. Wek ku ew û quretiyê jî. Mirtib hunermendin mezin in, lê hûnera wan ne di ya nivîskî de ye , lema.
Ali Kut: Di retorîkê de quretî şêweyekî negatîf e û bi kêrî îqnakirinê nayê! Di wêjeyê de quretî tekrar e, digel ku hewce neke tu heman hevokê an gotinê bicar dinivisîne. Bêguman di danûsitandinê de ev bi haweyekî din e! Xwe ji ya nivîskî diguherîne… Li ser mitirban mirov dikare gellek tiştan bibêje, li herema me ev nîşan ji bo grûbek mirov dihate gotin! Ne tenê ewên hunermend, bi taybetî jî ew kesên ku dikarîbûn hikum li ribabê û zurnê bikin…
Ali Gurdilî: Birayê Zeynelabidin Demir, mitribên kurdan jî kurd in. Beşek ji civaka kurda ne û min nedîtiye ku li Kurdistanê bi xirabî hatine dîtin. Lê di cimeeta xwe de, tedî ji mûzîkê û ji coşê hezdikin. Mebesta keke Husên jî balkişandina wê yeke bû, ku gotiye wêjekarî ji bêdengiyê hez dike. Naverok û hela gotinê, ne mitrib in. Wêjekariya reklamatik e. Min wusa fam kir, ku ji xwe dibêje gotineka min ji wan re tune. Û ez bûme şahîd ku mitribên me, gelekî neteweperest in jî. … Li Misirca Sêrtê, dengbêjekî me hebû ê mitrib. Dema dor dihat ser meseleyên kurdan, wekî dîrokzanekî dipeyîviya.
• Zinarê Xamo: Gotina “wêje ne mitribî ye, ew û mitribiyê li hev nayên” numûneyeke pir bêtalih û nexweş e, heqareta li nasnameyekê ye. Nivîskar û ronakbîrekî ewrûpî dinya jî xera gotineke wiha nabêje.
Nêta kek Husên çi dibe bila bibe, numûneyeke ne xweş û pêşniyara min ew e ku vê gotinê rake.
Ali Kut: Wa xuyaye hûnê ava serê kek Husên germ bikin! Yao tiştek ku têda heqeret hebe, negotiye. Li herema Mêrdînê ev gotin bi gellek manan bikar tê, mitirb an mirtib ji wan kesên ku di dawet û şahîyan de li def û zurnê, ribabê dixin… mirtibî ji kesên ne fed…Mehr anzeigen
• Ali Gurdilî: Di vê hevokê de xweş zelal e, ku di gotina kek Husên de heqaretek tune: <Mirtirbî û zurne li hev tên, tishtekî ku ez jê re bibêjim tune ye.> Mebesta vê gotinê ew e ku, dibêje bila herkes kare xwe bike wey!!! Ma Mitrib, bi çeng û cumbuşê û bi zirnevaniya xwe nayên nasîn? û ku keke Husên rewşa ku heye, şibandiye vê yeke.
• Özzengin Seyhmus: “Wêje û gelek tiştan dikarin li hev bikin, lê ew û mitirbiyê? Bi min wisa tê li hev nayên.” Hemû çekdarên me yên bi pênûs li hev civiyane. Mixabin civatek xweş li dar xistine..Ma wateya vê hevoka ku min li jor ji Husên girtiye ne vekirîye? Li herêma Mêrdîn û pir cîhên Kurdistan “mitirb” piçûk kirin heye. Wek “qirdik “e “teyatir” jî biçûk tê dîtin. Ev di nav gel de heye. Lê a grîng ewe ku nivîskar jî vê bikar bîne raste an na?
• Husên DuZen: Ji bo ku rê li ber şaşfamkirinê bê girtin min li jor nivîsandibû:
„Mirtib hunermendin mezin in, lê hûnera wan ne di nav ya nivîskî de ye.“ Ev jî destnişan dike ku ez cihekî nirxbilind didim hunermendên mitirb di warê wêjeya devkî de, lema kêmasiya peyvên min î destpêkê ew bû ku min ji dêvla „wêjeya hevdem î nivîskî“ tenê peyva „wêje“ bikaranî. Ez hêvîdar im ku ji peywendê tê fam kirin bê min ҫi gotiye, wek ku hin mamosteyên mina Alî Kut û Ali Gurdilî balkişandine ser.
• Zinarê Xamo: Husên, roniya ҫavê min, hela carê vê gotina xwe bike almanî û ji almanekî re bixwîne, tu yê bibînî ku teşbîheke ҫiqasî ne xweş e, dîskrîmînasyone ya na.
Carê tu him sinetekî nakî û him jî grûbekê kêm dibînî, tu wê grûbê gişî dikî zirnevan û dibêjî yekî qereҫî(mitrib)nikane bibe edîb.
Ma ev ne heqaret e ҫi ye? Wek tirk dibêjin ”keҫika qereҫî nikane bibe xatûn”!
Ma hemû qereҫî zirnevan in?
Û ҫima edebiyat û qereҫî(mitrib)ewê li hev nekin?
Ҫima zirnevanek ewê nikanibe bibe şair û nivîskar?
Li dinyayê û li Tirkiyê bi sedan nivîskar û hunermendên qerҫî hene. Yekîtiya Nivîskarên Qereҫî ya navnetewî heye.
Ҫima wêje û mitrib ewê li hev nekin? Tu ҫawa dikanî şibandineke bi vî rengî rast bibînî ez fêm nakim!
Û xwe parastina bi ”gel”, gel jî wiha dibêje bi rastî ez matmayî hîştim. Heger emê her tiştê gel dibêje û normal dibîne bibêjin û normal bibînin weleh me havil kir, wê demê em gelkî bi pêş ketine….
Lê dîsa jî tu zanî, min fikrê xwe got..
• Özzengin Seyhmus: Di serê ristê de ji seydayê delal (Husên) re bêjim “heyran were rayê..Wê qesra a baqeysê bibe kandîna kayê..” Ka îca ev bi devkî ye an bi nivîskîye? “Mirtib hunermendin mezin in, lê hûnera wan ne di nav ya nivîskî de ye.“ Di vî uzrê te de jî ez ne bi te re me Seydayê delal: Ji ber ku wateya Pêşî zelal e û mirtiban piçûk dike..Kekê Zinar li ser nivîsî û zelal nivîsiye..”Wêje û gelek tiştan dikarin li hev bikin, lê ew û mitirbiyê? Bi min wisa tê li hev nayên. Mirtirbî û zurne li hev tên, tishtekî ku ez jê re bibêjim tune ye.” Ev hevok zelale Seyda..Hin mitirban piçûk dike û hin jî ji ber ku “hunerê wan ne di nav ya nivîskî de ye”(!) carek din piçûk tên dîtin..A baş ewe ku em vê hevokê biguherînin(!)..Ji ber ku li Kurdistan “mitirb”” û “qereçî” jî ne yekin. Wateya mitirb”an li jor birayê Alî zelal kiriye. Di nav gel de ev bi vî zimanî tê gotin(!) Mitirb, di nav eşîrtiya Kurdistan de, di odê mîr û began de hunermendin. Hunermendî kirine û wêje û hunera Kurdan ji dev teslîmî devê din kirin e. Henek kirine, çîrok û destan gotin e. Qirdikî kirine..Nav lê dane..Pesnê mêran, egîtan û mîrên xwe dan e. Ev hunerê bi qîmet, bi destê wan hunermendên hêja bûye stûna odên Mîr, Beg û axa yên Kurdistan..Her eşîr mitirbên wan hebûn û ji eşîrê re lêdixistin. Şevbihêrk, şahî, mizgîn û dawetên eşîrê bi destên hunerê van navdaran geş dibû. Ka îca em wan bi devekî ku “zirnevan”î vî hunerî şîrove bikin çiqa wê keda wan li wan vegere!
• Husên DuZen: Sipas ji bo beşdariya û peyvên we birêzan. Li gel ku tu peyvên ez li yên herdu mamosteyan Aliyan zêde bikim tune ne jî, ji bo em ji hev shash fam nekin: Bê guman hunermendên mezin û bi taybet jî nivîskarên mezin ji nav mitirban û qereҫiyan jî derketine û derdikevin jî. Ji xwe babeta me ne ew e. Ne di peyvên min î destpêkê de ne jî di yên ku min piştre nivîsandin de bahsa tiştekî wisa bûye. Min xwest ez hunera mirtibtiyê û wêjeyê –ku mebesta min wêjeya nivîskî ya hevdem e- bidim ber hev. Li yekê ji wan dengê bilind, li ya din dengê nizm bêtir tê. Jib o ku şaş neyê famkirin jî min ji carekê bêtir got ku ez nirxekî bilind didim hunera mirtibiyê. Hunera mirtibiyê devkî û instrumental e, lema wek ku mamoste Ali Gurdilî jî kerem kiriye, min navê zurneyê bilêvkir. Wer xuya ye ku kek Zinar û kek Șêxmûs nikarîbûn li ber biketana, lema bi wan wisa hatiye ku peyvên min dikarin wek dijberiya mitirban bên famkirin.Di nav romanên kurdî de “Koҫa” mamoste Silêman Demir komek mirtirb ji xwe re kiriye babet ku min ji carekê bêtir ew bi dilşadî xwendiye. Ger herdu hêjayên nabuhurî derfet dîtin, ez ji dil dixwazim ku ew jî wê romanê bixwînin. Beşek ji sohbeta min û Remezan Alan a berî bi ҫend mehan di Basnewsê de jî li ser cûdayetiya di nav wêjeya nivîskî yî ҫêkirî û wêjeya devkî de de bû. Li welêt jî, kek Șêxmus, hunera mirtibiyê bilind dihat nirxandin. Ez gelek cara di zarokitiya xwe de bûme şahid ku bi mêvanî dihatin mala me û bi kilam û muzîka xwe ya instrumental civata rûniştî geş dikirin. Ez careke din li vir hunera mirtibiyê, tev zurne, ribab û kilamên wan bi rêzdarî bi bîrtînim. Li gel vê jî wêjeya nivîskî ya ku ez jê hez dikim, hêza xwe ne ji dengê bilind digre, belku ji cin, sêhr dengê mirovanî nizm î hundurîn digre.Ev bû peyva min a destpêkê.
(Roja 6.1.2015 li ser facbooka min pêk hatiye, ev gotûbêj)
Ji Facebooka Huseên Duzen