Min di jiyana xwe de, gelek kesayetiyên karîzmatîk dîtine. Yekî herî mezin ji wan serokê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye ku nîsana sala 1970, li baregeha wî di nav dilê çiyayên Kurdistanê de, çavê min û Markos pê ket.
Iraq yek ji welatên çep ên dinyayê bû ku destên rojnamevanên rojavayî nedigihiştin wan. Tenê rojnamevanên dostên rejîma Sedam Hisên dikarîbûn herin Iraqê, wek Yan Gîwû (nivîskar û rojnamevanekî bi nav û deng ê Swêdê ye) û jina wî ya Ereb a berê Marîna Stag. Ew heşt heyvan li Iraqê man û xizmeteke baş ji aliyê rejîma Sedam Hisên ji wan re hat kirin.
Rê ji wan re hatibû dûzkirin ku bi otomobîlê 10 hezar kîlometreyan di nav Iraqê de herin û bên. Berhema vê geşta wan jî kitêbek bi navê “Iraq – welatê nû yê ereban” bû, kitêbeke ku vêga Yan Gîwû pir bi kêmî navê wê hildide.
Nîsana sala 1970 pencereyeke biçûk ber bi rojhilêt ve li ser komikên ne filistînî hat vekirin. Min û Markos çaverêtiya wê yekê nekir gulopa kesk ji me re bê pêxistin bo dayîna vîzayê ku me çend xetran li ser wergirtina wê îsrar kiribû.
Me demildest ber bi wir ve da ser rê. Hê ji serdema qonaxa xwendinê ve, min dixwest serdana Bexdayê bikim. Axir carekê mamosteyê me yê dîrokê hevoka pêşî ya derseke dîrokê wisa dest pê kir: Bexda nola moriyeke teyisî li nav çolistaneke zer ramediyaye.
Paşê qala Mihemedê ciwan kir ku bi karwançiyên apê xwe re hatiye sûkên Bexdayê ku bêhna dewa û derman, deve û bêhna mê û jinan ji wan difûriya. Yanî divê mirov serdana cihekî wisa bike!
Ji hemûyî xerabtir ew bû ku di heyva nîsana 1970 de tozê Bexda nuximandibû. Heta tu bibêjî germ bû û kes nebû ji yê din netirse. Ne ji mêj ve bû ku şoreşeke bixwîn hatibû kirin (merem derbeya sala 1968an e) û hejmarek kesayetiyên mezin li meydana navendî ya bajêr hatibûn daliqandin.
Wezareta Ragihandinê ketibû heman meydana ku ez û Markos yekem roja gihiştina xwe, me bendewariya berpirsê ragihandinê dikir. Em di korîdoreke berteng de rûniştibûn. Her kesek di wir re derbas bibûya, diviyabû di ser lingên me re pêngav biavêje. Her kesek dihat xwe diçemand û li şûna bêjin “Excuse me” digotin “Execute me”, ango min îdam bikin! Di wê barêşa tije dilgiranî de me nediwêriya devên xwe vekin. Hema ku kesê pêncem xwe di ser lingê min re çeng kir û doza îdamkirinê ji min kir, ez reviyam twalêtê û min destmalek bi devê xwe ve kir û min mîna dînan bi pirqînî dest bi ken kir.
Sedam Hisên ku wê çaxê emrê wî 34 sal bûn, di derbeya dawî de bûbû cîgirê serokkomar. Di pratîkê de wî Iraq bi rêve dibir û bi pereyên petrolê di aliyên ekonomîk û civakî de dest bi nûkirina Iraqê kiribû, ku nivîskar “Yan Gîwû” di kitêba xwe de pir erênî dabaşa wê kiribû.
Bo qenckirina barêşa Iraqê û terkîzkirina li ser geşbûn û vejandina Iraqê, Sedam Hisên bo cara yekem piştî 11 salên şer, peymana aştiyê bi du milyon kurdên bakur re girêda. Da tekez bikin ku bi rastî aştiyê dixwazin, rê dan me ku em herin wî welatî û Barzaniyê efsane (legend) bibînin. Diyar e ev ji bo me mîna xewnekê bû. Ti rojnamevanekî rojavayî nikarîbû Barzanî bibîne yan moleta çûna Kurdistana Iraqê werbigire.
Di bin çavdêriya tund a ewlekarî de, em roja yekem 12 saetan di nav wê germê de û di nav deştên berfireh û kesk de, herwisa di nav xalên kontrolê yên leşkerî de çûn ta em di dawî de gihiştin çalên petrolê yên bakur. Wê şevê em li gundekî di nav çiyan de raketin û paşê di nav çiyayên bilind, çemên boş û mezin, gêdûk û dolên kûr û gupîtkên bilind de, me dirêjahî da geşta xwe.
Her tişt pir bedew bû ku mirov dikarîbû bide ber Swîsra yan Nemsaya berî sed salî ku hêj geştkeran berê xwe nedabûnê, hêj otêl û cade û otoban lê nehatibûn çêkirin. Hemû kesên me ew didîtin cilên kurdî li wan bûn. Cilekî berfireh, pantolên fireh ên mêran, şûtikên rengîn û cemedaniyên seriyan, hemû çekdar bûn û xencer xistibûn ber şûtikên xwe û çekên kevn dabûn ser milên xwe.
Pir bi sadeyî ji te re eyan dibû ku ev ne Ereb in, çimkî piraniya wan sor û spî û kej bûn. Cilên berfireh û rengereng li jinên wan jî bûn. Hemûyan bi dilovanî destên xwe ji me re li ba dikirin. Kurd ne ji nijada Samî ne, lê gelekî hindo-ewropî ne û xizmatiya zimanê wan bi zimanê farsî re heye.
Xencera Barzanî
Sê jin û 15 zarokên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mela Mistefa Barzanî (65) hebûn. Li odeke sade bi heriyê seyandî, pêşwaziya me kir. Li çarmedora avahiyê bi sedan şervanên Kurd (Pêşmerge) rûniştîbûn. Ode hatibû birêkxistin. Li aliyekî çend doşekên bilind û betanî hatibûn danîn. Li aliyê din ê odê textek hatibû danîn. Li ser maseya pêşber Barzanî, paketek merhema dijî ziwabûna çerm hebû. Du çavên tûj, simbêlên nerm û birûyên lihevbadayî yên Barzanî hebûn. Demançeyek û şeyaleyek bi bejna wî ve bûn.
Xencereke destikdirêj û darçixareyeke ku dora 40 santîmetran dirêj bû, xistibû jêr şeyala xwe ya çermîn. Dema diaxivî, min didît diranê zêrîn di devê wî de ye û dema dikeniya aliyê çavê wî kevloşkî dibû. Ew serokeşîrek jî bû ku 3 hezar çekdarên şexsî pê re bûn. Di temamiya jiyana xwe de, li dijî rejîma Iraqê şer kiribû. 12 salan bi bêgavî li xerîbiyê li Moskowê jiyabû. Di têrwanîna konevanî de, însanekî xwedî biryar bû.
Vêga êdî Iraqê biryar dabû otonomiyê bide kurdan û zimanê wan nas bike. Pênc wezîr Kurd bin û cîgirê serokkomar jî Kurd be. Gelo bi nerîna Barzanî ev ê pêk were? Di bersivê de got: Bi alîkariya Xwedê.
Pêşî Barzanî di îskanên biçûk de daxwaza çayê ji me re kir û paşê di kûpên biçûk de çaya giran a erebî ji me re anîn. Em demeke dirêj bi Barzanî re axivîn. Berpirsê şanda guftûgoyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Osman (34) wergêrê me bû. Barzanî bi hêdî diaxivî û westiyayî diyar bû.
Gava em ber bi xilasbûnê ve jî diçûn, min xeletiyek kir ku nabe mirov bi ti awayî li Asyayê, ji Japonê ta Rojhilata Navîn bike. Min îşaret bo xencera Barzanî kir û got: Xencereke xweşik e! Min hêvî dikir hinekî behs bike, lê berevajî wê, tavilê xencera xwe derxist û da min. Min jî bi behitîn got: Na, na, nexêr. Yasa û zagona wê etîketê ji bîra min çûbû ku dibêje: Heke biyaniyek dest bo tiştekî kesekî dirêj bike û sersamiya xwe pê nîşan bide, xwediyê wî tiştî demildest wî tiştî pêşkêşî wî dike. Yên ku li hundir bûn ez dam fêmkirin ku divê ez xencerê jê werbigirim.
Min dizanî ku wisa ye, lê ji vê xerabtir ew bû ku tu diyariyê red bikî yan li şûn xwe bihêlî. Ez bi şermeke herî mezin û hesteke wisa ku min kesê Kurd ê herî bi desthilat îhrac kiriye, derketim. Ta niha min ew xencer parastiye û li oda xwe ya xebatê daliqandiye. Kalan bi lezgeyê hatiye pêçan, da xencer ji kalên dernekeve.
Di dema vegera me bo Bexdayê de, balyozê fînlendî em vexwendin şîvê, vexwarinên sar û pastirmeyên eslî yên fînlendî. Dema em derketin, çil pileyên germê yên Bexdayê ta radeyekê dişibiya hewayeke hênik.
Min du carên din serdana kurdan kir. Rejîmê sozên xwe nebirin serî. Şerekî pir girantir ji berê derket. Sala 1975an min xwe ji sînorê Îranê gihand çiyan da raporan li ser şer amade bikim. Berpirsê leşkerî ji min pirsî gelo “tu şerê mezin diwazî” yan “şerê biçûk?”
Min jî pir bi miqateyî jê pirsî, şerê biçûk çiqas jê re divê? Di bersivê de got hefteyek. Me şerê biçûk hilbijart. Bi otomobîlê du rojan kişand ta em gihan gupîtka çiyê. Li gundekî em şev û rojekê di xêniyekî de bendewar man ta hêzeke kêm a pêşmergeyan hat. Topavêjeke kevn a destçêkirî ya kargeha Buforş a swêdî bi wan re bû.
Erebaneyek jî bi wan re bû ku sindoqên teqemeniyê lê bar kiribûn. Tarîgewrika dotira rojê, em li otomobîleke zirîpoş siwar bûn û me sindoqên teqemeniyê lê bar kirin. Piştî rojekê ji ajotina li ser çiyê û nav cadeyên çivanokî û xwar de, em piştî nîvro gihan cihekî li raserî dol û gêdûkekê ku girêdayî çiyê bû. Di dawiya newalê de, keleheke kevn hebû ku bawer dikim di serdema îngilîzan de hatibû çêkirin.
Bi dûrbînekê min eskerên iraqî li xwarê didîtin. Otomobîlên mezin ên eskerî ji kelehê derdiketin û derbasî hundirê wê dibûn. Topavêja xwe anîn pêş û derba xwe lê xweş kirin. Top hat girêdan û teqemeniya pêwîst hat rêzkirin, amade bo avêtinê. Berpirsê eskerî daxwaz ji min kir ez li tenişta girikekî bi wî re rûnim. Ferman da, biteqînin. Dengê teqeyê ez bizdandim. Dengê teqînê di nav çiyan de deng veda û li rexê din dûmana spî ji nêzîkî kehelê bilind bû.
Serleşker hawareke din kir û ferman da. Vê neqlê li nav baxçeyê kelehê toz û tirabêlk bilind bû. Me bi dûrbînê didît çawa esker çep û rast direviyan. Ji nişka ve guhê me li dengekî bû di ser serê me re çû. Topek 50 metreyan ji me wê de li aliyê rastê li bin guhê erdê ket. “Wan em dîtin”, fermande bi ken wisa got. Careke din me top avêtin wan. Hingavt! Li jêr dûmaneke reş bilind bû. Dibe ku li otomobîlek ketibe.
Her di wê demê de, roj çû ava. Piraniya pêşmergeyên li dora topavêjê, sicadeyên xwe raxistin û dest bi nimêjê kirin. Ji kelehê dest bi topbaranê hat kirin û guveguva wan bi ser me de dihat. Çimkî min ti tirsek li ser rûyê pêşmergeyan nedît û wan xwe venedişartin, min hewl dida bi rêya wênegirtina li pey hev, xwe ji xof û nebûna ewlehiya wê derê veşêrim. Roj bi temamî çû ava. Tavilê ji xwarê dest bi hildan û berdana gulleyên ronîkirinê û topavêtinê hat kirin, te digot qey lîstikên agirîn ên ahenga sersalê ne!
Fermande û pêşmerge bi dengekî bilindtir dikeniyan “li wan ereban binere, li wan binere çiqasî tirsonek in.” Ev êdî niha bi temamî rahejiyaye, dema pêşmergeyan êrîşî wan dikir, iraqiyan nizanîbû çi bikin. Ev ew tişt e ku serokê kurdan jê re digot “şerê mezin.” Me topavêja xwe kom kir û me dest bi geşta vegera xwe ya dûr û dirêj kir ku diviyabû me bida ser cadeyeke çiyayî ya bi fetl û çivanok.
…………………………
Herman Lindqvist yek ji rojnamevanên diyar ên Swêdê ye ku bêtirî 50 salî karê rojnamevanî kiriye. Di jiyana xwe de, li bêtirî 100 welatî geriyaye û serdana gelek welatên ku şer li wan hebû kiriye fena Kurdistanê. Di bîranînên xwe de qala piraniya wan cihan kiriye ku serdana wan kiriye û raporên rojnamevanî li ser wan nivîsîne û gelek xetran jiyana xwe xistiye tahlûkeyê. Xwediyê çend kitêbên dîrokî ye. Ev beşê bîranînên wî ku tê de qala geştên xwe bo Kurdistanê dike, bi rêzdarî qala xebata kurdan dike. Çend gotarên din jî li ser kurdan di rojnameyan de nivîsîne.
Jêder: Bîranînên Herman Lindqvist