Serrûpel Dosya Dr. Nebî Kesen

Dr. Nebî Kesen

Belav bike
Lo lo kuro, birayo, kurdo, Nebîyo, çi xêr e, tu hevqas zû ji me qetîya yî?
Hevqas rihet e silav ji me dixwazî û diçî?
Dê çi bibe ji wan planên Te li ser Kurd û Kurdistanê?
Lo kuro, birayo, kurdo, Nebîyo çima hevqas zû çûyî li ser dilovaniya xwe?

Ez jî bibêjim li ser mirovekî ku welatparêz, dilovan, tekoşer, nivîskar, lêkolinvan, polîtikzan û beriya hertiştî dost û heval?
Ji zarokatiya xwe heta dawîya jîyana xwe ketibû li ser rê û lêgerîn ji bo azadîya milletê xwe. Di ciwantiya xwe de bi rêxistin, radîkal, şoreşvan, li dervayî welat xwendevan, xerîb, têgihştî û herdem bi hêvîya yekitîya Kurdan….

Lo lo kuro, birayo, kurdo, Nebîyo ma tu hinekî li hêviya me rawestiyayî ne dibû?
Bi bê bawer û hestir, bi hers û xemgînî, naxwazin cûyina te qebul bikin.
Dê ci bibe ji xewnên me li ser azadîya welatê me.
Ka, emê bi hev re gav bi gav di nav erda bav û kalan de bigerîyan?
Ka, em bi ûna li ser çiyayên herî bilind, meyê cixareyek bikişandina û biketina nav fikir û ramanan?
Ka, meyê ji bo Kurdên li Ewropa lêkolîn çêbikirina?
Ka, meyê li dinyayê millete xwe bi başî û serbilindî bidana nasîn, daku ev millet jî wek her milletekî bi şeref û rêz, bihatina pejirandin?

 

Lo lo kuro, birayo, kurdo, Nebîyo çima te îro ev roj wiha tarî kir?
Çiqas li ser te dinivîsinim, hevqas zehmetir ji min re tê rastiyê qebul bikin.
Nikarim hinek gotin û bêjeyan li hev bihûnim.
Ev du seat in bêja mirin difikirin, lê ditirsim binivsînim…

Dr. Nebî Kesen di temenekî ciwan de cû ser dilovaniya xwe. Dr. Nebî Kesen mirovekî jîr, zana û herdem hewl dida ku yekitiya Kurdan cêbibe, daku milletê wî jî bigihijê mafê xwe.
Dr. Nebî Kesen ji Anatoliya Navîn ji dayikbûna xwe ve dît ku milletî wî çawa di nav êrîş, kotek û metingeriyê de  dijî. Belkî lewra jî, Nebî hevwas û bawerî kurditîya xwe bi çand û ziman, bi polîtîk û lêkolînan di nav gelê xwe de diparast. Herdem bi herkesî re ne yek fikir bû, dostên kevn „xeyidî“ bûn, lê Nebî riya xwe ji wan qut nedikir. Bi dostên nû re jî ji bo mafê kurdan her dem ne yek fikir bû. Herdem dixwest dostên „kevn û nû“ li gel hev rûnên, daku tekoşîna Kurdan mezintir bibe.  
Dr. Nebî Kesen bi her derfetên xwe, quwet û hêza xwe, bi dil, heste û evîna xwe mirovekî hêja yê nifşa Kudistanî û Ewropî bu.
Bi çûyina wî walebûneke mezin çêbû.
Birayê delal, Nebîyê me, riya te vekirî û ronî be.
Ez naxwazim, lê divê werim dawiyê, ev çiqas zehmete lo!

Bila serê malbat û gelê te sax be.

Ji Agendakurd