Serrûpel Dosya Eskerê Boyîk: Hevalên xwera…

Eskerê Boyîk: Hevalên xwera…

Belav bike

Eskerê Boyîk

 

Hevalên xwera…

Dilê hev neêșînin, usa jî em pir êșyane

 

Van roja min hinek malperên Kurdî û Facbookê da  gotarên “ rexnegirî ” yên hinek hevalên me ber cave min ketin.Ew  derheqa hev û hinek mezinên çand û rewșenbîrya me, Kurdên Ermenistanê da bûn.

Dilê min êșya, ez ketime nava bîranînên salên buhurî.

Ez ji sala 1961 ê heta 1993 a di nav wê tevgerê da bûm.

Ermenistan heremeke sovêtê ya biçûk bû. Kurdên wê komarê jî hîmlî kompakt li çend nehiyên nêzîkî hev da dijîtin, hemin gundên Kurdên êzdî jî nêzîkî hevin. Bawarkî teva hev nas dikirin. Șîn-șayê hev bûn. Dema bûyarek çê dibû di nav seheta da dicivyan, digihîșrin hev.

Rewșenbîrya Kurdî, ocaxên wane çandî, zanyarî gișk bajarê Yêrêvanê da bûn û nêzîkî hev bûn. Roj nebû ku em li wan ciya rastî hev nehatana.

Avayê Radiyoya Ermenistanê, kîderê para axaftinê kurdî bû, avayê  Mîdiya komarê kîderê rojnema  RIYA TEZE bû û avayê Înstîtûta Rojhilatzaniyê ya Akadêmiya zanyaryê, kîderê para Kurdzaniyê bû nêzîkî hev bûn, mirov karibû di nav sehetek-duda da li hersê ciya jî bibiya mêvan. Rewșenbîrên me jî hîmlî li wan hersê ocaxa da dixebitîn.

Hinek hevalê me jî, raste li wan ocaxa da kar nedikirin, lê ewqas çanda meva girêdayî bûn ku tim li wan dibûn mêvan.

Wek malbetekê bûn.

Her yekî ciyê xwe di wê malbetê da zanibû, qedirê hev digirtin. Maqûltî, cwamêrî, dilgermî hebû. Çi deste kê dihat alî hav dikirin.

Dilsarî û neheqî jî hebûn. Ew jî di  nava malbetên “ kivș” da ji bo „deshilatdaryê“ û weșena berheman. Hevalên meye bi emir di alyê weșena berhema da tim neheqî li me gêncê wê demê dikirin… Gelek berhemê hêja usa jî nehatin weșendin…

Dewletê ji bo weșena her pirtûkekê perekî baș dida. Sedemê sereke ev bû. Eger „bêxweya“ wan pera nîbiya, gelek dibe nêzîkî „Qelem û șayîrtiyê“ jî  nebûna.

Komarê da çend ciyê xebatê seva kurda hebûn û eger cîk vala dibû yan cîkî nû didan, berê ewil ahilên me pê dihesyan, nas-dostê wan „jorê“ pir bûn û ji bo merivê xwe destê xwe didane ser wî cî, em hew pê dihesyan yekî xwe lê dane rûniștin. Nedinhêrîn ew hêjaye yan na…

Çend xisûsiyên wê civakê yê sereke hebûn:

-endemên wê civakê, biçûk-mezin anegorî zanîn û hêza xwe xebatçî bûn, șev-roj bê hêvșandin kar dikirin.

– li hindava kara gel, Kurd û Kurdistanê da dilê kesî da tu qelpî, nexwezî tunebû.

-fanatîkê dîtina welatê xwe bûn.

-xewna teva azadiya Kurdistanê bû.

-parezerê ziman û çanda kurdî bûn, xêncî kurmancî me bi hevra û wan ocaxa da tu zimanê din xeber nedida.

-welathiz bûn, olperest, eșîrperest  nîbûn, berê nave welet û millet bû pașê bawari, ol…

-civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedirê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên Kurd da bilind bû.

-çiqas jî qazanc-aylix li wanda kêm bû, di merkezên çand û kûltûra kurda, kurdzaniyê da xebat xewna her rewșenbîrekî kurd bû, lê destê her kesî nediket.

Ez nava naxwezim bidim, ji bo tev jî anegor hêz û zanîna xwe xebitîne. Bîranîna teva jî ji minra gelekî giranbiha ye. Min bîra teva jî kiriye..

Raste carna dilê min jî êșandine lê malbetekê da jî, di nava dê-bav û zaroka, usa jî di nava xûșk û bira da jî dilsarî çê dibe. Maqûlî ewe mirov hinek nerazîbûnê xwe ji mala xwe dernexe, gazinên xwe mala xweda, li cem dost û pismamê xwe  bike, șerme dinyayê pê bidin hisandin. Ew jî wî çaxî ku konfilîktên bûyî pir sivik û ne hêjayî wa tîrkirin û tûjkirinê ne.

Xêrnexwez bi van qelsiyê me șa dibin.

Sal her tiștî didin bîrkirin, mirovê nêzîk hevkî ji hev dûr dikevin bîra hev dikin. Em pir nêzîkî hev bûn.

Ez xwe bextewar hesab dikim, ku ez jî endemek ji wê malbetê  bûm.

 

Xwezil, rewșenbîrî û siyasiya  Kurdaye îro bi tomerî xweyê wê welatparêziyê, kurdistanhiziyê, milethiziyê, tifaqhiziyê bûna ku nava rewșenbîrya mekurdên Ermenistana sovêtê da hebû.

 

Dewya salên heștêyî dijwerî dijî rewșenbîrya me dest pê bûn.

Extiyarê me salê xwe tije kiribûn- mezin bûn, hêdî-hêdî ji me dûr ketin…

Hilweșîna weletê Sovêtê bi carekê va  jiyana me jî hedimand.

Bingeha efrandaryê, ewlekaryê, aboryê, moraliyê mera  nema…

Tu ciya pișt û xêrxwez jî nîbûn ku piștovaniya me bikirana… Berovajî hevsûd, nexwez, xwefiroș, ku demê da hêjayî nave rewșenbîryê jî nîbûn, di bin sîbara neyarên gelê Kurd da, ku dutîretiyê bikin nav civakê, çiqas destê wan hat neyartiya me  kirin.

Mecbûr em  gișk ji hev bela bûn, rêke pir dijwar, neeyan kete ber me. Kê kîderê sitarek jiyanê  xwera dît li wur tev dijwarî, hisret û  tenêtiya xwe hêwîrî.

Van bîst sale derbasbûyî  pir êș me dît, cêrgê me sêrek bûn.Niha ji em  çend mane. Ew jî navbera 70-80 î da…

Çend peyhatiyê wê malbetêye dilsoz  ji hene ew jî 60 û derbazin…

Ez tê nagihîjim vî emir da hev rexnekirin, bûyarên derbazbûye nerinde- sivik bîranîn, tîr û tûjkirin, cave xwendevanê Kurd hev reșkirin gelo  cayîze?

Ji pey ewqas êș û dijweryan ra hev rexnekirin, hev êșandin gelo hêjaye?

Wê ji min ra diyarîke mezin bûya, eger mecal hebûne, hevalên me rojekê, cîkî li hev bicivyana, dilê xwe li ber hev vekirana, ku  ji derd û  êșê  kișandî sivik bûna …  Ez bawarim ew hisreta dilê minda heye, cem teva jî heye.

Ez vê helbestê diyarê hevalên xwe dikim, û bawarim… gotarên rexnegirêye wî teherî emê êdî nebînin…

 

                                    Qulingên xerîb              

                                                    Xwe û hevalên xwe ra

Ji refê giran çend Qulingên pîr, li xerîbiya êş, tenê û xemgîn,

Rojê xwe dewî, ker dimaşînin nav bîranînên buhurye rengîn. 

Hê duh bû ku  ji firin-qîrîna wî refê giran, dixemilîn tev

Cî û warên şên, beyar û beryî, zozanên hêşîn , esmanê bedew,

Dengê bilûrê, sewta dengbêjan, reng û ewazên bêrîvanên çiya 

Elegez wek dê hemêz kiribûn û çiyayê rehm jî wanra dikeniya.

 

Bahoza neheq li ref rakirin, dostaniya dewra  herimandin kîn,

Firîn, kûvî bûn Qulingên amin ji çiyayê bilind dilêş-dilbirîn,

Welatê xelkê , kesî ra nabe, warê heq, hêlîn, misken û welat,

Mala bavê û hemêza dêne mirov ra timê due’a û ziyaret.

Hêlînên wan e wê beriyê mayî  mane bêxweyî, bêkilam, vala,

Têda tê dengê xweyîn-xwefiroș,  qelpî-dûrûtya  qejik- reşêla.

 

Ref hev bela bû, Quling xeyîdîn xerîbî-hisret wanra bûn qeder,

Çend Quling mane  ji  refê giran, dinyayê bela, tenê dero-der.

Nav ruhê wanda ronahya pêşiya,  tîrênca tevê, agirê pîroz,

Nahêlin ku ew bişkên ji vê rya  dijwar e netê,  dewrana aloz.

Guhê wan welêt, dilê wan welêt, bi xewnên şîrin û hîvyên xêrê,

 Ku  rojekê bê, qelpiyê betal be,  wan jî wê vebin rêyên vegerê.

 

Ji refê giran çend Qulingên pîr, li xerîbiya êş, tenê û xemgîn,

Rojê xwe dewî, ker dimaşînin nav bîranînên buhurye rengîn. 

Digerin maqûl, bi rewş- xemla xwe,  serê wan bilind, kubar û  dilsoz

Hîvya roja xwe, heta ku herin , nava nûra geş,  bêdemya  pîroz.

 

22.07.2014