Serrûpel Dosya Sevda Kaplan li ser bandora jina li ser ziman dinivisîne…

Sevda Kaplan li ser bandora jina li ser ziman dinivisîne…

Belav bike

Lewra dema ku zarok  tê dinyayê ewil bêhna dê digire. Bi vê temasê re diya xwe nasdike. Li gor pîsporan zarok di zikê diya xwe de her tiştê dibihîse. Heger wisa be herî pêşî dengê diya xwe dibihîse. Dê bi kîjan zimanê dixaifê zarok wî zimanî hîn dibe. Helbet zarok heta dibe du sê-saliya xwe pê ve êdî dikeve devê wî. Despêka erka dê ango a jin  giringe. Ji ber ku zarok bi gelemperî dema xwe bi diya xwe re derbas dike hînî zimanê wê dibe.

Çavkaniya ziman jin e. Heger îro ev zimanê dewlemend û bi qedir hîn  li ber asîmîlasyonê  winda nebûye, sedema xwe jin in. Pêdiviye mirov mafê jinan ji bîr neke. Kur dibe keç dibe ferq nake, herdu cins jî dê tînê jiyanê û xwedî dike. Zimanê wan jî ew dide ber wan. Her peyvekê ji diya xwe fêr dibe. Ka em bifikirin, ev çawa dibe? Çawa bandora jinan li ser ziman çêbûye? Wekî  me li jor jî qal kir, dema ku zarok tê dinyayê ewil diya xwe nasdike. Dê pê re diaxive. Her çiqas jî pitik wê demê wê tênegihe jî dîsa ew bandora ji aliyê tibê û ji aliyê dinyewîyê tê qebul kirin ku zarok dibihîsin. Li gor pisporan zarok heya sê-çar saliya xwe dikare çar zimana jî fêr bibe. Lê despêke de pêdiviye ku zimanê dayika xwe fêr bibe. Eger îro zarokek Kurd zimanê xwe ji bîr nekirIyE bi saya dIya xwe  jibîr nekirî ye. Ji ber vê jî divê ku meriv sipasiya ewil ji dayîka xwe re bike. Zarok hîn di dergûşê de ye bi dengê diya xwe mezin dibe. Ewlî lorîkên wan dibihîse. Bi ew denga hedî hedî mezin dibe di mejiyê wan de ew zimana bi cih dibe. Ji ber vê ye ku li welatê me zarok  dema hinî zimanekî biyanî dibin zehmetiyê dikşînin in . Ka herkes bila bifkire zarokek bi zimanê diya xwe perwerde bigre an, bi wî ziman î bijî  wê çawa serkeftî bibe eger negire wê çawa bibe. Welatên pêşketî tevahî bi zimanê xwe pêşveketine. Lê rêz dane zimanên din jî. Lê mixabin li welatê Tirkiyayê  heya deh panzdeh sal berê kesek nikarî bû bi zimanê diya xwe bipeyivê. Lê niha çawa hinek gav hatine avetin rewê cuda bû, lê belê hîn nebese. Ji bo welatekî pêşketî nebese. Di vê derê de dîs sebreke giran dikeve li ser milê dayikan. Ji bo Xwedê eger hûn Insanekî bawermendin zarokê xwe bi zimanê xwe bi xwîna xwe mezin bikin. Ji bîr nekin Ev zimanên han yên li Cîhanê tên axaftin bi tevahî Xuedê afirandiye. Zimanek an milletek eger îroj di bin desta de wenda dibe,  her kes berpirsiyarê vê wendabûnê ye. Di ayeta Qur’anê de jî Xudê Teala wisa dibêje;’’Delîla qudretê  û hebûna wî; Afirandina Erd û Esîmanan , Ferqa reng û zimanan ne.’..Sûre Rum.Ayet-22…    

Ji berê de ye jinên Kurd çiqas li bajaran jiyane jî, hinî zimanên biyanî nebûne. Bi xêra wan re zarokên wan jî fêrî zimanê xwe bûne. Bi zimanê xwe axifîne. Zarokên wan jî bi diya xwe bi zimanê dayîka xwe axifîye. Felsefeyek heye dibêje, her ziman Insanek e. Eger bawer dikin bila hemû zimana  fêr bibin . Ziyanê  ziman zanebûnê ez bawerim ku tune ye. Ji bo azad bûna  ziman, pêdiviyek heye ku  bila yê ku ji xwe re dibêje ez Kurdim bila Kurdî bipeyive, binivîse û bixwîne….