Di dawiya meha Tîrmehê û destpêka Tebaxa 1983yê, hikûmeta Beesî di komalgehên Başûrê Kurdistanê de 8 hezar zilamên Barzaniyan bi zorê birin û di çolên başûrê Iraqê de qetilkirin. Ev bûyer, weke yekemîn qonaxa “Enfala Kurdan” tê binavkirin. Piştî vê komkujiyê, rejîma Bees di 8 qonaxan de, ji Germiyan heta Behdînan, nêzîkî 182 hezar kurd birin û qetil kirin.
Enfala Barzaniyan bi veguhestina wan destpê kir. Ew kesên bi cih û warên xwe yên resen bi darê zorê veguhestibûne komelgehên nîştecîbûna bi zorê, paşî birin li çolên Başûrê Iraqê hatine bicîhkirin. Malûmilkên wan hatine talankirin, dar û zeviyên wan hatine şewitandin, jîngeha wan hate têkdan.
Beriya helmeta Enfalê, di salên 1970ê de rejîma Bees, nîştecihên devera Barzanê û Barzanî veguhestibûne başûrê Iraqê.
Di sala 1978ê de beşek ji wan, li komalgehên Başûrê Kurdistanê yên weke Diyana, Herîr, Behrikê û Goretû hatine bicîhkirin.
Di destpêka sala 1980ê de jî beşekê din li komalgehên Qudis û Quştepe hatine bicîhkirin. Barzaniyan di van komalgehan de, di bin kontrola tund a leşkerî de dijiyan.
Piştî qonaxa yekemîn, ku ji bo jinavbirin û tunekirinê ew li komalgehan hatibûne bicîhkirin, di qonaxa duyemîn de komkujiya wan dest pê kir.
Di dawiya Tîrmehê û destpêka Tebaxa sala 1983ê, leşkerên rejîmê dest bi girtina xort û zilamên Barzaniyan kir. Nêzîkî 8 hezar zilam û ciwan, birin parêzgeha Mûsenna ya başûrê Iraqê û bi zîndî çalkirin.
Piştî Raperîna sala 1991ê, di dema danûstandinan de rêveberiya Bexdayê derbarê çarenivîsa Barzaniyan de ti tiştek nehate eşkere kirin. Lê dîmenekê Saddam Huseyîn ji vê komkujiyê re bû belge. Saddam digot: “Me ew şandina dojehê!”
34 sal bi ser vê enfalê re derbas bûn. Di vê heyamê de, piştî hilweşandina rejîma Bees, hestî û gora hinek Barzaniyan hate dîtin û ew veguhestine Kurdistanê. Lê hê jî piraniya wan bê serûşûn in, aqûbeta wan ne diyar e, malbat û xizmên wan li li hêviya vegera hestiyên wan in. Rûdaw