Piştî ku Ak Partî hatiye desthelatiyê, bi taybetî sala 2005an ve ye ku hinek guhertin çêbûne û hinek gav hatine avêtin. Bi tiştên ku hatîne kirin jî, pirsa kurd çareser nabe. Lê her gaveke erênî ku di derbarê pirsa kurd de bê avêtin, destkeftiyek e û divê kurd li van destkeftiyan xwedî derkevin. Lê tu cara mirov dest ji armancên xwe jî bernedin.
Gelek cara ji aliyê hukumetê ve tê gotin ku me gavên girîng avêtin, me TRT 6 vekir û me qedexeyên li ser zimanê kurdî rakirin. Erdogan dibêje : Me qonaxa inkar û imhaya kurdan ji holê rakir.
Niha li Bakurê Kurdistanê gelek caran gotubêj tênekirin ku ”Tu projeyên kurdan tunene” yan jî dibêjin ”kurd nizanin çi dixwazin.” ev yek ne rast e.
Her partiyeke siyasî ya kurd kêm zêde, çewt rast xwedîyê bernameyeke siyasî ye. Ev bername, projeya wê partiyê ya ji bo çareseriya pirsa kurd e. Lê bi wan bernameyan ev pirs çareser dibe, nabe ev jî pirseke din e. Li ser vê yekê, gotubêj têne kirin.
Wekî din, divê Erdogan û Hukumet baş tê bigehin ku dema di derbarê kurdan de gavekî tavêjin yan jî guhertinekê dikin, ev ne minetek e ku li kurdan dikin, yan jî ne xêrek e ku didin kurdan.
Ji berî her tiştî, divê desthilata Tirkiyê tê bigihe ku pirsa kurd pirseke netewî ye. Çi aliyekî kurd eger bi xwe jî vê yekê ku bi vî awayî nebîne, ew ji daxwazên kurdan dûr in û ew tenê dixwazin ku xwe xilas bikin.
Belê daxwazên kurdan ji bo çareseriyê di du xalên bingehîn de pir zelal in.
Yekem, li Tirkiyê çi mafên Tirkan heye, divê li Bakur jî eynî ew maf ji Kurdan re hebe.
Duyem, îro beşek ji Kurdistanê azad e. Kurdistana Başûr çi maf bi dest xistine yanî statûya Kurdistana Başûr çibe, kurdên Bakur jî wê dixwazin.
Niha ji van herdu daxwazan tiştekî zelaltir û vekirîtir heye? Başe dema daxwazên kurdan ev bin, ji bo çi mirov nizane kurd çi dixwazin?
Eger Erdogan yan jî dewlet û desthilatdariya Tirkiyê vê yekê nebînin û di derbarê pirsa kurd de çi bêjin kurdan, nagehine armancekê û gotinên wisa ji bo siyaseta rojane ne û ne bi wate ne.
Niha destureke nû ji bo Tirkiyê tê amadekirin. Ne hevce ye gelek gotin û tişt li ser vê destûrê bêne gotin. Gerek e kurd tiştekî bixwazin. Di destûra Iraqê de ji bo Kurdistana Başûr çi heye, bila Kurd li Bakur jî doza wê yekê bikin. Wekî din her tiştekî din dikare ji destûra niha ya nijadperest baştir be û piçekî bêhna kurda fireh bike, lê tu cara nabe dermanê birîna kurdan.
Bêgoman bi minasebeta sala nû pir tişt hene divê ku mirov bêje, lê bila dawiya sala 2012an daxwaziya herî mezin ew be ku em di sala nû de li tenişta Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojava jî wek xakek azad bibînin.
Bila sala nû sala 2013an, bibe sala serkeftina neteweyê kurd li hemî beşên Kurdistanê.
28.12.2012
Rojevakurd