Serrûpel Dosya “Kaseta Bavê Min“

“Kaseta Bavê Min“

Belav bike


Her cara ku band diqediya; ew wê ji nuh ve vedikir û dubare lê gohdarî dikir. Dengê bandê hewqesa bilind dikir, ku em zarokên malê li odeya dinê bûna jî, me dengê wê baş dibihîst. Ji wê bandê carina dengên şiirên kurdî dihatin guhên me û carina jî stranên li ber erbanê ku mîna zikrê û xwerû bi zimanê kurdî bûn, hundirê xaniyê bi ahengê dadigirt. Ger hûn rastiyê bixwazin hingî bavê min li wê bandê pirr gohdarî dikir, ez carina jê aciz dibûm.

Di wê bandê de şiirek hebû ku gellekî bala min dikşand ku gellek dirêj bû; weha dest vê dikir:
Kurdistana pir şêrîn
Em in ji bo te xemgîn
Temamê bax û bostan
Bijî bijî Kurdistan.

Gund û bajar bikemlin
Bi ala tev bixemlin
Ji Sêwasê ta Kerman
Bijî bijî Kurdistan

Sason, Dersim, Agirî
Beytûlşebap, Heqarî
Hazro, Hawil û Batman
Bijî bijî Kurdistan


Di vê şiira ku bi qafiye bû, navê qeze û bajarên Kurdistanê derbas dibûn, ku destpêka wê wek li jor hate ristkirin, bi awayeke xweş hatibûn hûnandin. Şiir ji me re di destpêkê de xweşî û dewlemendiya Kurdistanê vedigot û dûre jî yek bi yek bajarê Kurdistanê birêz dikir. Ji ber ku ez wê demê hîna zarokek biçûk bûm û min hertiştî hîna baş fahm ne dikir, min ji bavê xwe pirsa hinek bêjeyên, ku ji min re biyanî bûn, dikir. Bavê min ji min re wateya wan bêjeyana û bi piranî jî navê wan qeze û bajarên Kurdistanê vedigot û pirsên min dibersivand. Mesele li ser pirsa min, gotibû: ”Kerboran qezayek e û girêdayî bajarê Mêrdînê ye” û hwd…Hingî bavê min li wê şiirê gohdarî kir, êdî hema bêjin piraniya şiirê min jî ji ber kiri bû.

Helbet ne tenê bandek bavê min berovajî gellek bandên wî yên din jî hebûn. Rojên me bi deng û awazên Mihemed Teyib Tahir, Mehemed Şêxo û hwd. derbas dibûn. Carekê bûyerek, ku qet ji bîra min naçe, qewimî. Rojekê min dilkir ku ji xwe re radyoyê vekim û lê gohdarî bikim, lê min bi şaşî di radyoyê de pêl qemçikê ya denggirtinê kiri bû û qismek ji banda bavê min a Mihemed Teyyib Tahir xera kiri bû. Gava ku bavê min xwestibû li wê bandê gohdarî bike, pêrgî sitraneke biyanî bibû ku min bi şaşî ji radyoyê girtu bû. Wê rojê di lîteratura wî de çiqas nifir û xeberên nexweş hebûn ji min re bi rêz kiribû “min di dîn û îmanê te…û…“

Ez karin behsa gelek tiştên wê demê bikin, lê îro mebesta min ne ew e. Îro ez dixwazim, bi taybetî, li ser wê şiira ku di biçûkaniya min de bandoreke gelekî mezin li ser min kiri bû û hîna jî dike rawestim. Divê ez berê tiştekî zelal û eşkere bikim; ew şiira hanê gellekî dirêj e û gava ez gişî binivîsîinim, ew dê çend rûpelan tijî bike. Lewra ezê tenê çend bendika ji wan ku navê hinek qeze û bajarên kurdistanê der basdibin, binivîsînim. Mixabin navê kasetê nayê bîra min; lê tê bîra min ku bavê min ji min re gotibû: ”Ev şiir a Mele Ibadettin e û kesê ku nuha di vê kasetê de dixwîne jî Mele Cafer e.” Bi hêviya ku ewê kêfa wê jî jê re bê.
……

Midyat, stewr û Hezel
Cizîr û dihêt Şirnaq
Sêrt û Berwari Şîrwan
Bijî bijî Kurdistan

Hazro, Amed û Ferqîn
Derik û Şax û Mêrdîn
Maden, Erxan û Pîran
Bijî bijî Kurdistan

Qiziltepe û Nisêbîn
Lîce, Pasor û Qubîn
Mûş û Bitlîs û tatwan
Bijî bijî Kurdistan

Dirbêsîyê û Qamîşlî
Çîya Kurd û Qasimlî
Urfa Antep û Hîlwan
Bijî bijî Kurdistan

Xarpit û hem Meletya
Mereş, Eskenderonya
Erzurum û Erzîncan
Bijî bijî Kurdistan

Bayazîd û Melezgêrd
Li dora Wan tijî gund
Qers û Wan û Qaxizman
Bijî bijî Kurdistan

Bîngol û hem Çapakçûr
Kanî Xezal û Xêbûr
Şengal û Cûdî û Botan
Bijî bijî Kurdistan

Hênî û Çermûg û Egil
Sêwreg, Çinar û Bismîl
Warto, Xinis û Tekman
Bijî bijî Kurdistan

Hesenkêf û Silopya
Kercêws û hem Omerya
Gurdilan û Kerboran
Bijî bijî Kurdistan

Ercîs, Xelat û Tûtaq
Wêranşêhr û Mazidax
Hekîmxan û Elbîstan
Bijî bijî Kurdistan

Westan û hem Meyadîn
Palo, Baskîl û Parsîn
Qozan û adiyaman
Bijî bijî Kurdistan

Rizaîye û Mêrgewer
Mahabat û Tergewer
Samamax û û Hemedan
Bijî bijî Kurdistan

Saqqiz û Mazanderan
Geylan û Sah Benderan
Qocan û hem Kurdistan
Bijî bijî Kurdistan

Suleymanî û Mûsul
Duhok, Kerkûk û Erbîl
Zaxo, Aqra û Barzan
Bijî bijî Kurdistan

Seqlawe, Qawe û Safîn
Hindêrîn û Pêncewîn
Helegurder û Bendexan
Bijî bijî Kurdistan

Halepçê û Rawandîz
Çemçemal û Şehrezû
Ûmadiye û Sûwan
Bijî bijî Kurdistan

Qeladizê, Xaniqîn
Dokan û hem Hindêrîn
Şêxan, Berzan û Şerwan
Bijî bijî Kurdistan

Mendelî û Xelîfan
Mêrgasor û Navperdan
Qesirmak û Sûlêyman
Bijî bijî Kurdistan

Ew in Kurdistana min
Tu car naçe ji bîra min
Xew nayên her du çavan
Bijî bijî Kurdistan …