Serrûpel Dosya Bangek ji kurdên bakur re

Bangek ji kurdên bakur re

Belav bike

Bêguman ew kiryareke ku dide nîşandan bê çendî gelê me yê li bakur dilxwazê biraderên xwe ên rojavayî ne, xemxurî û empatiyeke bi vî rengî bêguman di her demê de tê xwestin da ku em bikaribin bibêjin: vaze em yek netewe ne û xwediyê yek xak û welatî ne.

Lê bi baweriya min, di halê hazir de ne pirtûk lê ard pêwisttir e, ne roman lê sûtemenî û êzing bêtir ewan zarokên ku ji serma re dilerizin germ dikin. Ne helbest û çîrok lê Qetek nan yan qurtek şîr zarokekî birçî têr dike. De îca ey kurdên bi rûmet, ey kurdên dilşewitiyê gelê xwe û xemxurên rebenan, vane kurdên heta niha alîkariya we dikirin û qet kêmanî û qusûr nexistin kurdîtiya xwe, bi hacetî alîkariya we ne. Ewan keçik û xortên xwe yên ciwan mîna berxan şandin wan çiyayên bilind û beşdarî têkoşîna ji bo azadiyê bûn, xwîna xortên Kobaniyê li ser zinarên çiyayê Cûdî herikî/diherike, xwîna keçikên Efrînê li newala Hespistê herikî/diherike, xwîna ciwanên Qamişlo û Serêkaniyê û Tirbesipiyê û Dêrikê û Amûdê û Dirbêsiyê deverek ji bakurê welatê me nema ku lê neherikî/diherike, kurdên Şam û Heleb û Reqqayê bersiva banga azadiyê dan û bi hezaran şehîd bûn, bi hezaran jî hîn têkoşînê dikin.

De îca dora dora we ye û qenciyên qencan û çêyîyên çêyan bi deyn in, ew ji we naxwazin ku hûn zarokên xwe bikin gerîlla û bişînin kolanên Serêkaniyê ku şer bikin, ew ji we naxwazin ku ciwanên Qoserê, Keçikên Mêrdînê, zeriyên Batmanê û xwîngermên Amedê tivingan hilgirin û dakevin kolanên bajarên Rojava û şer bikin, na ew vê yekê qet jî naxwazin, di gel ku bi hijmara xwe hindik in jî lê ew têra xwe hene, dikarin gerîllayan bişînin her çar parçeyên welêt..ew tenê ji we, ji  şaredariyan dixwazin ku hûn deriyên xwe ji wan re vekin, bi çi awayî be penaberên ku hatine alî we muhtacî dewleta tirk nekin, wan bihewînin, li cem xwe bi cih bikin, bi nan û ava wan rabin û wan wisa di binê konên Urfa û Kilis û Entabê û deverên din de nehêlin. Hûn dizanin çendî jiyana penaberiyê dijwar e, çendî ji mirovantiya mirovan dadixîne ew jiyan, çendî zor e ku mirovek ji nişkê ve xwe di bin konekî de bê heval û dost û meriv bibîne û dûrî cihûwaran be.

Wekî din jî kurdên kun li cihên xwe mayî bi hacetî alîkariya we ne, erê mirov dikare çek û bombeyan jî di sînoran re derbas bike, îcar betanî û xwarin û ard û pêdiviyên jiyanê ne zortir in ji pêdiviyên mirin û kuştinê.

Hêviya me hûn in, birayên me hûn in, kesên me , dîwarên me û pişta me hûn in ne Erdogan, ne Malikî û ne jî kesekî din e.  Birayên we li benda we ne û ji niha de spas ji wan kesan re ku alîkarî kirine û dikin jî.