Serrûpel Dosya Rêbwar Kerîm Welî

Rêbwar Kerîm Welî

Belav bike
 Wan rojên ku Ocalan name ji serokê koçkirî Turgût Ozal re dişandin û werdigirtin, komandarekî PKKê, dora 25 leşkerên (bê çek) ên tirk dîl girtin û ew gulebaran kirin! Bi vê yekê jî prose têk çû û gola xwînê nehat girtin. Rojên ku Ocalan azad jî bû, Tirkiyê weke aliyekî meseleyê pê re tevdigeriya.

Wê çaxa ku Ocalan li derve bû, nikaribû mîna lîderekî bike ku hemû PKKê weke hêzeke hevdugirtî ber bi aştiyê gav bide. Hilbet Tirkiyê jî ne ew dewlet bû ku weke niha li aştiyê difikire û “dewleta kûr” heta jê hat hewl da aştî bi cih nebe, lê îro dewleta tirk piştî dora deh salan ji guherîna sîstema desthilatdariyê, xwe paqij kiriye. Dest û hêzên nediyar, general û kujerên windayî dîtine û avêtine zindanan. Lewma derketin û xwe rêkxistina kesên ku heta niha jî ne diyar in pir dijwar e. Lê erê PKKê?

PKK jî weke hinek hêzên siyasî yên navçeyê ku mana xwe di statuya serdest a Rojhilata Navîn de dibînin, di krîzê de ye û stratejiyeke wê ya diyar jî nîne derbarê tiştê ku niha rû dide. Tevgera çend salên borî ya PKKê bi rewşa nû re nîşan dide ku ne berê û ne niha jî nikariye weke hêzeke serbixwe û dûr ji bandora navçeyî xwedî biryara xwe be. Lewma ev rastî, wê gumanê çêdike, gelo PKK heman ew PKKê ye ku Ocalan di sala 1999an de ew li dû xwe hişt?! Piştî dora 14 salan gelo desthilata Ocalan li ser PKKê çend e? Çiku gelek caran ev gotin bi navê wî hatiye belavkirin ku: PKKê bi ya min nake. Ger wiha be sibe roj ku Tirkiyê Ocalan anî ser ekranê û wî bangewaziya aştî û rawestandina şer da, gelo wê PKKê bi gotina wî bike?

Di hundirê salên borî de, PKK û Ocalan weke lazim û melzûmên hev sûd ji hevdu wergirtine. PKKê weke sembolekî bi Ocalan re tevgeriyaye. Îro rewş cihê ye, gava PKKê daxwaz dike weke alî û rêber tevger bi Ocalan re bê kirin, divê wê rastiyê jî qebûl bike ku stêrka bextê beşekî zêde yê kesên ku îro serkirdayetiya PKKê dikin, dibe ku ligel hatina Ocalan biqurije, çiku PKKê jî nola Tirkiyê hewcedar e ku mala xwe bihejîne û yên ku dikevin ber vê yekê, ne gerîlayên li ser bereyên şer in, lê ser û biryarderên niha ne. Kesên ku di salên borî de ji PKKê cuda bûne û niha li Kurdistanê rûdinin, niha dibe ku ji her kesî zêdetir metirsiya kuştinê li ser wan hebe, çiku weke îro di wê baweriyê de bûn ku êdî ew pirs bi çekan nayê çareserkirin.

Dewleta Tirkiyê biryara xwe daye û ew rastî fêm kiriye ku hemû xewnên wan di deriyê çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê re derbas dibin û hemû armancên wan girêdayî wê yekê ne ku kurd li Tirkiyê di rûyê dewletê de dernekevin. Lewra digel hemû dijayetiya navxweyî ku li ser qada siyasî ya Tirkiyê li hember partiya desthilatdar tê kirin, ew rijd e li ser wê yekê ku proseya aştiyê nesekine û destûreke nû bê danîn. Serokwezîrê ku berê desthilata wî li ser artêşê nebû, îro roj desthilatdarê reha ye û biryara şer û aştiyê di nav herdu lêvên wî de ye, lê belê gelo biryara dawî ya PKKê jî her di nav herdu lêvên birêz Abdullah Ocalan de ye?