Kurd û Ereb li heremê ne, mafê ti hêlê tune ye hêla din berteref bike. Di pêşerojê de jî her du hêl mahkûm in bi hev re bijîn. Ji dila ku li têlên nijadperestiyê bidin, divê ew melodiyên aşîtiyê bi hev re bixwînin. Li Serê Kaniyê tişteke em li ser şerê hev bikin li holê tune ye. Wê demê ҫima şer? Heger teref difikirin bi xwînê û tabûtên ciwanan sermayeke siyasî ji xwe re berhev bikin, şaş e. Di dema berê de gava cîran an jî gundî li ser erdekî an jî li ser avekê bi hev diketin, serî li riya herî hêsane didan; hevdû dikuştin. Bi kuştinê mesele ҫareser nedibû tenê ji bo demekê ditevizî. Dem nû ye, lê metodên ҫareserkirina meseleyan hîn kevn in. Demekî kirasên nû liber me ne, ama mejî mejiyê berê ye.
Ka em ji nêzîk ve li kêşeyê binêrin.
Dem hatiye guhertin, lê hîn erebên li heremê ev yek ne pejirandine. Di dema borî de serdestî, kêm zêde, ya wan bû. Belediye di dest wan de bûn, fermanber û xebatkarên di saziyê dewletê de bi giranî ji wan bûn. Kurd jî hinek ne hemwelatî bûn, ên din jî hemwelatiyên bê derece bûn. Bi kurtî hevparkirina desthilatdariyê tune bû. Dibe ku ev statû li xweşiya ҫend eşîretên erbê heremê diҫû lê statûyeke neadîl bû û ne li ser bingehên wekheviyê hatibû lêkirin. Roxandina vê statûyê mizgîniya adaleta civakî ye.
Ger kurd jî erebên li heremê mîna berpirsên nexweşiyên dema borî bibînin û bi wî ҫavî li wan binêrin, wê demê ew rejîmê û fenûfîtkên wê ji bîr dikin. Ger kurd bêjin, vêca dem dema me ye, tenê statûya berê bervajî bikin (duh ereb bûn niha jî dora me ye) wê demê hesabên ku cihê wan di dema bê de tune ne dikin.
Di encamê de qederên me bi hev ve girêdayî ne û rengên me yên cuda cuda ji bo heremê tenê dewlemendî ne.
Di dema krîzên wiha de zarokek jî dikare fitîla şer vêxîne. Hûnera siyasetê di rojên wiha de derdikeve der. Siyaseta xwînrijandinê herkes dikare bike, ya xwînrawestandinê girîng e. Berê fesadekî dikarî deh gundan berde hev, niha jî tê xwestin gundek bikaribe berde deh fesadan.