Serrûpel Dosya Nivîsek li ser Kurdbûna Êzîdiyan

Nivîsek li ser Kurdbûna Êzîdiyan

Belav bike


Evan gelo haj wen rewșenbîran hene, jiyan, kar û emekê wanra nasin, jî efrandinên wan gelo nivisarek xwendine?
Axir ji wan êdî kes jî zêndî nemaye…

Çîroka pirsgirêkê bi kurtî

Dewya salên heyștêyî û despêka salên nodî dema sazîmana Sovêtê hildiweșiya, Ermenistanê da ev pirsgirêk “Êzdî kurd nînin” nișkêva û carekêva ji alyê hêzên Ermenya yên nijarperest va derket meydanê. 

Min pir derheqa vê pirsgirêkê, pêșdahatin, menî û meremê wê da nivîsiye*. Ez vê carê jî mecbûr bûm karê xwe bihêlim û bersîva wan binivîsim.
Heta wê demê pirsgirêkeke wî teherî tune bû. Ermenistan, ne tenê min, lê temamiya civaka mera bûbû wek welatê dê. Bi çand û kûltûra ermenya em perwerde bûbûn. Xwendina me payê pirê bi zimanê ermenî bû. Dersdar, heval-hoger, dost, cînarên me tev ermenî bûn. Xeysetê me û ermenya jî ji hev digirt. Me ji hev fem dikir.Paşnavê me jî wek yê ermeniya bûn. Me li wur xerîbî tê dernedixist, her derê wê ji mera hizkirî bûn, êla me hevgirtî bû. Bawarkî teva hev nas dikir. Merkezên meye çandî, zanyarî, perwerdeyî li Yêrêvanê bûn, malbeteke rewşanbîraye bi hêz pêşda hatibû. Rewșenbîryê tevî civakê hin netewa xwe, hin ola xwe hemêz kiribûn û bi ziman, bîr- bawarî, eyd-erefat, erf-edetên xwe li Ermeniaranê, bin sîbara welatê Sovêtê da jiyana xwe dimeșandin. Tesîra civaka me usa jî li ser êla meye Gurcistanê mezin bû.

Qedrê rewșenbîran nav civakê da mezin bû. Rewșenbîran jî derge-dîwan û der dorên komarêye deshiletdar da anegorî hêza xwe pirsgirêk xelkê xwe bi rîya dostanyê, hevaltyê, nasa çareser dikirin. Civakê șîn û șayan, mêrasînên xwe da cîkî layîq dida reșenbîran. Eva gișk rastî ne û bi texmîna min kes van rastiyan nikarin înkarkin.. 

Hilweşîna weletê Sovêtê jiyana evdên wî weletî gişk tevli hev kir. Hukum kete dest hêzên miletçî, şovûnîst, cudayîxwez. Ermenistanê jî miletçitya şovûnîst serî hilda. Wan bi zorê deshiletdarî hildan destê xwe. Erdheja Ermenistanê ya dewya sala 1988, konflîktên Sûmgayîtê û Qerebaxê ew miletçîtî serttir kir.Tevî xirabbûna halê xelkêyî aborî, dijîtîke tûnd berbi evdên ne Ermenî dest pê bû. Miletên ku welat û ciyê wan hebûn, zû kişiyan ji Ermenistanê çûn welatê xwe, navê da Kurd man.. Ocaxên kurdî yên çandî- kûltûrî bêxweyî man. Kurd du beş bûn, kurdên musulman û êzdî. Musulmana zû rêya xwe dîtin mecbûr ecele, bar kirin çûn.

Nû eyan bû ku ewlekariyan gelên Sovêtê /biçûk-mezin/, ku bi edlayî û biratî bi hev ra û di nav hevda dijîtin, çand û kûltûra xwe pêșda dibirin saya sîyasiya sazîmana Sovêtyêye miletiyêye rast bû, ne saya wan gelan, nav kîjana da gelên din dijîtin…
Pirîzîdêntê Ermenistanêyî wê demê, serokê partiya wane nijarperest Lêvon Têr Pêtrosyan, nivîsî ku destanîneke wan e here mezin ew e Ermenistan ji miletên din paqij kirin . Kurden êzdî li Ermenistanê êpêce bûn, nenihêrî ew jî ji Ermenistanê dikşyan derdiketin, lê astengiyên mezin li ser riya derketina wan hebûn. Wê civakê ra terikandin gund û werên ku 150-200 salî ser jîyabûn û wek Ermenya xizmeta Ermenistanê kiribûn, halê wanî aboriyê jî ewqas serketî nîbû, cîkî ku biçûyanê jî tunebû, ziman û xwendina wan jî ermenî bû derketina wan zehmet bû. Ew yek dilê nijarperestên ermeniya nî bû. Ermenî û Kurd bi dewrana bi hevra li ser erdekî jiya bûn. Wan dîroka Êzdiyan rind zanibûn û zanibûn çawa dutîretiyê bikin nava Kurdê musulman û êzdî û êzdiyan bi xwe jî. “Zanyar-rojhlatzanê” ermeniyaye miletçî, rêvabirên partiyayên deshilatdar „Daşnak“ , „Hinçak“ hinek grûpa û şexsyetên nijarperest pirsa “Êzdî kurd nînin” anîne meydanê, deshilatdaryê bi her mecalî binva alîkariya wan kir. dest bi êrîş û propaganda qirêj bû dijî kurdayetyê û wan rewşanbîran yên Êzdî wek pareke kurda didîtin. 
Rewșembîrya êzdiyan ya wê demê zane û bi hêz bû, nirxên civaka xwe yên netewî û bawarî bi zanebûn xweyî derdiket, li Ermenistanê da ser rêya helandin û undabûnê bûbûn asteng. Ew yek dilê deshilatdaray nû nî bû. Așkere dinivîsîn, ew çawa bû Azeyrbêcanê da bi mîlyona kurd helyan bûn Azirî, Ermenistanê da Kurdîtiyê gul veda. Wanra pêwîst bû bi destê êzdiyan wê rewșembîryê bișkênin, li nav civakê da bêhurmet bikin, holê rakin, civakê bêserî bikin.Sala 1989 a ermeniya hemcivîna Êzdiyên Ermenistanê derbas kirin, nehîştin tu rewşenbîrê Êzdi beşdarî hemcivînê bibin, hemcivînê da hîmlî nijarperestên Ermeniya bûn û girûpeke Êzdî, kîjana ciyê xwe li nav rewşenbîryê da negirtibûn. Serkêşî hemcivînê dikirin rojhilatzanên nijarpereste eyan Prof. Dr.Garnîk Asatiyan, Dr. Arşak Poladiyan, Serokekî partiya Hinçaka Yêxya Naçaryan û hevalên wî, Dr.Şûşanîk Harûtûnyan, Prof. Dr.G. Avagyan û hinek zanyar, nivîskar, rojnemevanên din, ji êzdiyan jî Azîzê Emer Tamoyan, Şêx Hesen Hesenyan, Şêx Hesenê Mehmûd… Lê bingeha wê ji hukumdarya komarê û hêzên Ermeniya yen nijarperest dihat. 

Civaka Êzdiyan ya komarê wê pirsgrêkê ra hazir nîbûn. Pirsgirêkeke nişkêva bû. Êzdiyên Kovkasê çiqas jî ji merkeza xweye olî qetyayî bîn, timê jî xwe wek kurd didîtin. Rewşenbîrya Êzdiyan û Êzdiyên pirî hindikî haj wê siyasetê hebûn, wusa jî Êzdiyên gundên xweye xurû lê dijîtin derketin dijî wê sîyasiya qilêr. Li nav civaka Êzdiyan da dest bi dijîtîke navxweyîye malwêran bû.

Salê dirêj derheqa pirsgirêkên Êzdiyan da kesî xeber nedabû. Ermenistanê da ji alyê civaka Ermenya da Êzdî wek têma anêkdot û pêkenîna didan kêranîn. Kesî derheqa êzdiya da xwe nedigirtin biaxivin, Ji derbekêva radiyo, têlêvîzyon, rojnema da peyva Êzdî ciyê xwe girt, gişk derheqa êzdiya da diaxivîn. Têma hîmlî rewşenbîrên “xweyîn” “xwefiroş”bûn ku xwe “kurdên êzdî” nav dikirin, giva bi kîsî Ermeniya gihîştibûn “rewşenbîryê” û ermeniya ra xweyîn derketibûn, pişta dijminê wan digirtin.

Rewșenbîrên ku nedixwestin biketana nava wê gemarê, ker bêteref diman zorê dikișandine navê.

Bawariya kê ji van gotinê min nayê, karin binhêrin rojnemê Ermenistanêye wê demê: Hinçak Hayastanî, Pyûnîk, Azatamart, Erkîr, Êzdînêrî Zayn ( Dengê Êzdiyan), heta Pîonêr kanç, ya zarokan , wanda xêncî çêrên “tazî”, bawarkî her gotinê xirab yê bêhurmetbûnê derheqa rewşenbîrên Kurdên êzdî yên wî wextî da hene.

Çiqas jî nivîskar, rojnemevan, zanyarên Êzdiyan dinivîsîn, digotin wusa nîne, dixwestin rastiya xwe bêjin, ku dijî wan piropagandake şaş e, kesî bawar nedikir, kesî nedixwest dengê wan bibihî ku kara gelê Ermenî û Ermenistanê wê propaganda sexte da ne. Derê mediya komarê li ber Serok û piropangîstên Êzdiyên nû ye nezan bi firetî vebû, lê li ber rewșenbîraên esil hate girtin. Rewşenbîrên me ji „Serokên Êzdiyên nû“ ra pêşniyar kirin: „Eger hûn ewqas êzdîtiyê hiz dikin, werên em tev komelê parastina OLA ÊZDÎTIYÊ damezirînin, em gişk bi hevra bibine pişt, êzdîtiya xwe, ola xwe, ziman û civaka xwe vê dema giran da biparêzin. Jêra rêya xilazbûnê bubînin. Wana qebûl nekirin, ji bo ew serê xwe nîbûn, meremê „xweyê“ wan ne ku parastina êzdiyatê bû, lê bêserîkirna civakê, çêkirina dutîretiya netewî, xirabkirina êzdiyatiyê. Eger bi rastî, wê demê komelên parastina OLA ÊZDÎTIYÊ bihatana demezirandin, ez bawarim wê rê li ber wan sêktên olî yên der bihate girtin û li nav Êzdiyên Sovêtê da ewas malwêranî çê nedibû, ku îro em şedene. 

Ew piropaganda ewqas li komarê li nava gelê sade da bela bûbû, ku Êzdiyên li gundê Ermeniya da dijîtin, ku bikaribin jîyana xwe nav wan da berdewam bikin mecbûr derbasî alyê nijarperestê Ermenî û “Ezdiyên nû” bûn. Êzdiyên nehiya Aparanê, ku kompakt gundê xweda, xwerû dijîtin, wî çaxî jî, niha jî derketin dijî wan “Êzdiyên nû” û gotinên wan, heta niha jî serokên “Êzdiyên nû” ji bo xiyanetê newêrin herin wan gunda. 

Hukumata Ermenistana wê demê “Êzdiyê xwe” ra ecele komele ava kirin, radyoya bi zimanê “êzdîkî” û rojnema “Dengê Êzdiyan” bi ermenî wêşendin û bi temamiya radiyo, têlêvîzyon, rojnemê komarê, mediya komarê dest bi êrîşê bû dijî kurdayetiyê û rewşenbîrên êzdî yên kê wê fikira wanra qayîl nîbûn.

Piropagandake qilêr dijî kurdeyetiyê meşiya. Bi gilîkî ew ne komela êzdiyan lê organîzasyoneke Ermenyên nijarperese dijî kurdayetiyê û kara êzdiyatiyê rastî bû, ku heta îro jî mixabin, didomîne û gelek êzdî jî bin defa wê da direqisin. Wana her mecal bin navê we komê dijî rewşenbîrya êzdiyan dane xebatê ku demeke kin da wan ji holê rakin. Wê civakê bê serî bikin. Hal Yêrêvanê da xirabtir bû. 
Her tişt ker-bêdeng dimeşandin. Rewşenbîriya me jî bo leke neyê ser navê Ermenistanê nedixwest gilî bela bibe, ew bi bawar bûn, ku demeke kin da wê dewî li wê sextekariyê bê. Rewșenbîriya Ermeniya yên fikira nijarperestê xwera qayîl nîbûn mecbûe xwe ker kirin, nexwestin bikevine nav wê qilêrê. Lê çiqas diçû ew dijîtî xirabtir dibû. Siyasya hukumdariya Ermeniya jî wus bû, nedihîştin deng cihanê bela bibe, her dera xwe dêmokrat didane kivşê, lê rastiyê da karekî şovûnîst, bêvîjdan û qilêr dimeşandin. Kesî dengê rastiyê nedibihîst. Pêra jî dest bi zulm û zorê, dijîtiya neyartiyê bû. Bûyarên gelekî xirab qewimîn, davîtin ser malê rewșenbîran, heta kuștin jî çê bûn, Rewșenbîr usa jî hindik bûn ji hev bela bûn.

Ji wan rewșenbîran yek jî ez bûm. Min nivîsîye û weșandiye, ku ez çima mecbûr ji Ermenistanê derketim. 

Dîsa li ser pirsê

Ev parêzerên Êzdîtiyêye niha rewșenbîrên Ermenistanê yê dewra Sovêtê gunekar dikin, ku wan êzdî kirine kurd, peyva „kurdên êzdî „ wana çê kirine, wan nehîștiye êzdî ji kurdîtiyê derên, wan zimanê êzdîkî kirine kurmancî, nizanim çi, nizanim çi û îro jî ew li ser rêya wan “mêrxasa” bûne asteng”…

Kenê mirova tê. Gelo ew nezanye yan bi meremê xapandina civakê tê kirin?

Rewșenbîrên Kurdê Sovêtê ku bûn, dema 130-140 sal berê, pirofêsor, miletzan, rojhiletzanê Ermenî Soxomon Yêxîyazarov, li mala Serokê temamiya Êzdiyên Kovkasê Hesen axayê Temir axa da, li gundê Eslenlûyê, navça Surmeliyê pala çiyayê Sînekê rûniștibû, xebata xweye bi nav û deng “ Oçêrka êtnogirafî /miletzanî/ ya kurdên qeza Yêrêvanê” da dinivîsî: “ Usane kêne û bingeha Êzdyan çiye? Kê bûne- kê nebûne pêșiyên wan? Ke hîmê wan daniye? Bi temamiya fikira gotinê Êzdî Kurdin.” Kovara ermenîya LÛMA , ya bajarê Tilbîsê da dihat weșendin, salên 1900 î rojnemevanê xwe A.Gyûrciyan dișîne nava êzdiyên Axbaranê, Qersê û Surmeliyê û hejmara xweye ewlin /1904 ê salê/ da gotara wîye berfire bi navê “Kurdên Êzdî “ diweșîne. Gotar belgeyekî dîrokîyî pir giranbiha ye. Tê da derheqa gelek malmezinên êzdiyan yên wan hersê hereman û bûyarên wê demê, hatine nivîsar, xazma derheqa vekirina dibistanên gindên Zorê, Qundesazê û Bacelûyê. Gotar navkirîye „Kurdên êzdî“. Wê demê ne Erebê Șemo hebû, ne Heciye Cindî, ne jî Tosinê Reșît, ne jî dewra Sovêtê bû ku Gyûrcyan û kovara LÛMA mecbûr kirana ji bo gotarê usa navkin.

Li nav arșîva malbeta Ûsiv Begê /kalkê min/, serokê temamya Êzdiyên kovkasê da belgekî wa hatiye xweyîkirin: Belge nema dewleta Rûs e, ku 21 ê meha adarê sala 1913 a șandine Beg ra. Neme çawa hatye adrêskirin: “ Serokê temamiya kurdên êzdî yê Kavkazê Ûsûb- begê Hesen axa…” 

Gelo bi gotina rewșenbîrê kurdên êzdî yê dewra sovêtê ye , ku hela hê ew tunebûn zanyarê Ermenî Xaçatûr Abovyan, dîrokzan û rohilatzanên Rûsa N.L.Avêryanov,V.A.Karsêv, Î.Şopên, N.N.Mûravyêv, P.Î.Lêrx, V.Nîkîtîn, V.F.Mînorskî, V.A.Gardlêvskî, û yên din êzdî wek Kurd nav kirine û lêkolînên li ser êzdiyan di çarçova kurdîtyê da nirxandine. Hûn rind zanin ku lêkolînên rojhilatzanên Ewropî da jî Êzdî bi wî șêweyî û wê çarçovê da tên lêkolînkirin. 
Usane, șerme, bese. 

Bi vê nezanyê û xiyanetê hestê civakê ra lîstin maqûlî nîne…

Carna hinek wa gotî “rewșenbîrên” Êzdî yên Ewropayê bi qerf min dipirsin: “Ha mamosta, em Kurmancî biaxivin yan êzdîkîya we”…

Ew zimanê “êzdîkî” kê derxist, ku derket, ku ji bo me bû qerf, ez jî nizanim.
Hûn zanin dema belabûna îslamê, erebî: zimanê Quranê mode bû, gel, ziman û zarav di bin giranî û zulma ereba û erebyê da dipelçiqîn, êzdî xweyî li kurmanciya xwe, zimanê xweyî șîrin derketin, û ew tu zimanî ra neguherin. Kurmancî kirin zimanê bîr-bawarî, hest û jiyana xwe. Ew zimanê Șîxadî, Șîxisin û Melek Ferxedîn e, zimanê xas û qelenderê êzdiyan e. Zimanê duea û dirozgê Lalișa Nûranî ye, zimanê qewl.beyt, erf-edet, eyd-erefatê meye, zimanê duaya daykê meye…
Êzdiyan bi wî zimanî biska zarokê xwe hildane, bi wî zimanî dewatê xwe kirine, mara bûk û zavê xwe birîne, bi wî zimanî șihîdê xwe verê kirine…

Ez tucar kurmanciya xweye șîrin tu tiștî ra naguherim û nahêlim kurmancî bi tu navî bê guherandin…

Çiqas jî îro bi șașîtî ciyê êzdiyan Kurdistanê da teng bûye, rûyê hinekan da xemsarî çê bûye, oldariya fanatîk xurte, bizanbin Kurdistan weletê êzdiyan e… 150-200 sal berê Serhed Êzdîxanê bû, Cizîr tev êzdî bûn, Hekarî, Deșta Bișêryê, Welatê Xalta, Ridiwana Mîrzikê Zaza, Welatê Dewrêșê Evdî, Çiyayê Torê, Bagok, ciyê mêrxas û egîta, Dihoka Desinya, Efrîn, Șêxan û Șengala birîndar…
 
Eva gișk bîranîn û dîrok in. Kê ça dixweze, bira bixweze, kê bîranîn û dîroka xwe unda kir dimir e, ez Kurdim, Kurdistan weletê mine… Ez tucar dest ji dîroka kal-bavê xwe, welatê xwe bernadim, dest ji Kurdistan û kurdîtya xwe bernadim…
Folkilora meye rengîn û zengûn: destan, serpihatî û çîrokên me, kilam, reqas, laqirdî, henek, heta nifir, hebûna êzdiya ne, çawa karin bêjin… em Kurd nînim…
Hest û ruh, xûn û hêsir, evîn û azara kal bavê êzdiyan li nav axa Kurdistanê da veșartîne…

Kurdistan welatê êzdiyane, axa kal-bavê êzdiyan e…
Werên gelî birêzan em xwe û civakê nexapînin…

Çend temyê min hene:

Biryara her kesî destê wî dane. Gilyê min derheqa wanda nîne yên bi sipartina xweyê xwe wî karê dutîretyê dimeșînin. Yên usa çiqas zû ji kurdîtiyê derên, civak çiqas zû ji wê gemarê paqijbe ewqas baș. Lê hinek jî bi dilê sax ketine wê govendê. Xortine aqil, șuret, bi zanebûn in. Zimanên biyanî rind zanin. Heyfa wane, ew çiqas zû wê kînê ji dilê xwe derxin, bi helalî bikevin xizmeta netew û bawarya xwe wê ewqas zû bigihîjin armanc û xwestina xwe, heyfa wane…
Yan kurdbûn, kurdnebûn tu tiștî mirovê li ser bawariya êzdîtiya hela da naguhere. Welatê biyanî da qatî xwe, êzdîtiya xwe, malbet û civaka xwe bin, qatî erf-edet, ziman, bîr û bawaryê xweye netewyê, bîranîna kal-bav û pêșyê xwebin, evin tiștê here sereke…

Pêșya gotiye: “Eger me hev nas nekira, meyê serê bavê hev sond bixara”. Gelekê li vê govendê da direqisin ez nas dikim. Nefer, zarok-nebî kurmancî nizanin, malbetê da tu êzdîtî nemaye, sêktên biyanî da qewm û pismamên wan in, ew jî facêbookê da, rojê deh cara diqîrin “Ez kurd nînim”. Ê, bi rastî jî …
Temiya min hinek oldarên me yê êzdiyên rûsiyayê jî heye, dengê defa kîjana ji gișka bilindtir tê. “Birêzno, dewsa wan gilyê xweye vala û bêfikir hevkî ayîna dînê êzdîtiyê hinbin, ku bikaribin li nav civakê da qe na navê oldariya xwe xweyîkin…êdî ez nabêjim borcê weye, hûn gotî pêșiya wê helandina malwêran bigirin ku niha li nava Êzdiyê Rûsyayê da bi gavê mezin êzdîtiyê dipelçiqîne. 

Û dewyê 

-Nifikirin, ku ez dîroka Êzdiya, derheqa fermana, rev û bez, xerîbî û malwêranya wan nizanim, eger weke we birêzan jî nîbe, hevkî agahdarim, lê rastî hene mirov nikare îmana xwe bișewitîne û pêlkê…

-Pareke êzdiyaye biçûk Ermenistana sovêtê da dima, ew jî bi sûr-sînorên sovêtyêye pola ji êzdiyên dinyayê qetyayî bûn… Kîjan rewșenbîrê me karibû biçûya Lalișê, Șêxanê, Șengalê, nava êzdiyên Bakûr û Rojava bigerya wanra bigota xwe binivîsin yan navkin “Kurden Êzdî”?

-Eva 20 sale êrmenistanê da koma Êzdiyê Ezîzê Emer defa “Êzdî kurd nînin “ dixin, gelo wana li seva pêșxistina bawarî, dîrok û çanda Êzdiyan çi kiryê? Çawa êzdiyatî parastin e? Berovajî Ermenistanê da gundê êzdiya hene ku gund gundîtî êzdîtiya xwe terikandine, dêra gundê xweda ava dikin…

-Sedem Husêyn jî bi zorê dixwest êzdiya bike ereb…. Hinek êzdî jî bo berjewandiyên șexsî pey Sedem diçûn, peyayê wî bûn, zulm û zor êzdiyên din dikirin… Sedem bi sosretî çû rastiya êzdiyan ma, peyayê wî jî bêxayî nizanin çawa xiyaneta xwe veșêrin, xwe efûkin… Xweyîntî tiștê herî kirêt e.

-Gelo niha, dema agir li Șengalê ketiye, mala Êzdiyên Șengaliya șewitîye, komkujîke usane ku sere mirov da cî nabe. Xelk malwêran, șermezar û perîșan kolanê gund û bajaran da, șikestî, di nav șîn-êșa giran da, nizanin çawa sere hêsîrê xwe yê bê cî û star, tazî û birçî xilazkin, hewcê alîkariyê û piștgiryê ne, facebookê da, hinek “êzdî” bi hezara km dûr, malên xweye têr-tije û germ da, li ber întnêtê rûniștine, bilind defa “Êzdî kurdin yan kurd nînin” dixin, gelo di alyê wanda gurkirin û kûrkirina vê bêtifaqiya netewî da çiqas kara êzdiyan heye û ew kirina wan bi xwe hema neyartî nine himberî êzdiyan?

Dr. Eskerê Boyîk
Serokê Navenda lêkolînên Êzdînasiyê
Ya Mala Êzdiyan, Oldênbûrg
22.10.2014