Bîroyên wan tên şewitandin bê deng dimînin, rêberên wan tên sûrgûnkirin tênê belavokan diweşînin. Keçika bi navê Hemrîn ji bajarê Amûdê tê revandin, malbata wê tê tehdît kirin deng ji PDKS dernakeve. Îro nivîsgeha wan a Hisîça hat xerakirin lê ka çi??????
Wusa here hûne li ber lingên PYD û hêzên wê yên ewlekariyê av û av biçin.
Gotinek heye divê bînim bîra we: „Ger te mal û milkên xwe wenda kir, te tiştek wenda kir. Ger te şeref û namûsa xwewenda kir, te gelek tişt wenda kirin. Ger te cesareta xwe wenda kir, te her tişt wenda kir.
Wusa here hûnê her tiştî wenda bikin. Çavê xelkê li we ye, ka meşên we, ka xwepêşandanên we?