Serrûpel Dosya Selahattin Çelik nivîsand…

Selahattin Çelik nivîsand…

Belav bike
hikûmeta Almanyayê çalakiyên PKKê kiribûn mehne û 1993 ew wek rêxistineke terorê deq kiribû û qedexe kiribû. Dewletên Yekîtiya Ewropayê, gav bi gav tevlî biryara Almanyayê bûbûn.

Ji hingê ve bi sedan Kurd di girtîgehan de mane, bi darayî xisarekî mezin gihiştiye wan û ji aliyê siyasî ve doza kurd, bi windayiyên mezin re rûbirû maye.

Di pirsa qedexekirinê de mifte, Almanya ye. Ji wêkê peyamê Bayik di cih de ye.

Çima îro?

 
Ocalan jî hewl dabû da ku Almanya helwesta xwe biguherîne. Ku 1998-1999ê ji Ewropayê derxistina Ocalan de, rola qedexekirinê gellek mezin bû. Di navberê de gellek av herikî, zehf tişt guherîn:

Li Tirkiyê AKP bû desthilatdar û kevneperestiya olî ya AKPê, di serî Almanya, welatên YEyê zêde aciz kir û dike.

Belaya DAIŞê derket. Rola kurdan û herwiha ya PKKê, derket pêş. Di nava rayagiştî ya navneteweyî de ji bo Kurdan û partiyên wan dilgermiyeke mezin çêbû. Jixwe tevî qedexekirinê jî, PKK li Ewropayê hêza xwe parast. Em dikarin ji bonê, têgeha “light terorîzmê” an “terorîzma destûrmend” bi kar bînin. Hûnê bêjin ku ti wateya qedexekirina PKKê nemaye û divê niheqî bê sererastkirin. Lê çima nabe?


Sê sedemên qedexebûna PKKê

1- Dewleta tirk: Tirkiye di NATOyê de ye û hevparê aboriyî û siyasî yên welatên YEyê ye. Bi taybetî Almanya, her bi Tirkiyê re xwedî têkiliyên taybet e. Tirkiyê ji wan qedexekirina PKKê dixwest û îro jî ew bandora Tirkiyê heye.

2- Rewşa navxweyî ya Almanyayê: Li Almanyayê bi mîlyonan Tirk hene û hejmara Kurdan çiqas diçû zêde dibe. Bûyerên Kurdistanê, ji berî her welatî bandora xwe li wir nîşan dide. PKKê jî hestyariyên civaka alman li ber çav negirt, bedkarî li derfetên demokratîk kir û têra xwe mehne dan destê piştgirên qedexekirinê.

3- Kuştinên PKKê: PKKê ji rêxistinên din, lê bêhtirî ji navxwe gellek însan kuştin. Ew ne şerekî dualî bû. Ji ber hingofên bîrdozî û siyasî, însanên bêguneh hatin kuştin. A balkêş, Almanan xwestin kujeran darizînin, an jî ew ji xedexekirinê re kirin sedem û mehne.

Wê PKK ji nîr û qeyda terorê azad bibe?

Di pirsa qedexekirinê de ji bo Almanyayê ya diyarker, aramiya navxweyî ye. Ew, li himberî desthilata tirk ji dijberiya Kurdan zêdetir, dilxwazê dijberiya tevgereke tirk e. Dibe bi Tirkiyê re nakokiyên wan kûrtir bibin, hingê dibe gavên sererastkirinê bavêjin. Çibe jî; wê azadiya PKKê zêdetir bibe, lê di fermîyetê de wê partiyên têkiliyê, dibe yên weke PYD û HDPê bin.

Ew qurbaniyên bêguh? Em bi hêsanî ji biyaniyan lêborîna xwe dixwazin, stûyê xwe ditewînin. Lê li himberî însanên xwe çima em wisa qure û bêrumet in? Çima em ji Kurdan lêborînxwestinê qet naynin aqilê xwe?.

***

Bûyera Heyder Şeşo

Min ew nas nedikir. Bi boneyê ez fêr bûm ku ew ji serî ve bi yekîneya xwe li herêma Şengalê ye. Ku ked û xwedana kî di wê berxwedana pîroz de hebe, ew rêzgirtin û serfiraziyê bi zêdeyî heq dike.

Min di facebookê de vîdeoyeke Heyder Şeşo şopand. Ew û yekîneya wî Hêzên Parastina Şengalê, di çarçoveya milîsên şiî de cih girtibûn. Wî li ser statukoya xwe ya nû digot, “em”, “Hewlêr” û “Bexda”.

Weke min ji pişta xwe kêr xwaribe. Xemsariya hikûmeta Herêmê, bêçareyî an bertek, sedem çi be jî, ew helwest û gotin li şervanekî kurd qet nedihat.

Çi dibû? Heyder Şeşo di rêvebiriya YNKê de ye. Yekîniya wî, ya YNKê bû, herwiha ya Pêşmergeyan bû(?) Ji wêkê û gava mirov nakokî û pêşbirkên din ên li Şengalê lê dike, ji bûyerê bêhna planekî tê.

Em Kurd di derbara milîsên şiî de xwedî şik û gumanên mezin in û bi tirs in. Dibe ku belayê bînin serê me. Wekî wêne ev e, çawa dibe mirov wisa bêhiş dibe û statukoya wan milîsan qebûl dike? Ma nakokiyên partiyên me hewqas kûr in, ku li himberî hev bi dijminên sibê re hevalbendiyan girê didin?.

 
Pirs û pirs

PDK dibêje, Şeşo bi biryara dadgehê hatiye girtin, YNK dibêje bi biryara PDKê. Kîjan rast e? Çima biryaran weke yên partîyan nîşan didin? Ka hikûmeta hevpar û ka hêza biryarên dezgehên wê?.

Şengal xaka Kurdistanê ye. Pirsa wê, pirsa Kurdistanê ye. Erka desthilata Başûr ev e, ku xwedî li wê xakê derkeve. Dîsa mafê wê heye, ku rê li ber tevgerên “serberdayî” bigre. Lê ku bûyer di vê çarçoveyê de be. Û bendewarî heye ku hikûmeta Herêmê, hêzên din ên biserêxwe jî “bi awayekî biratî” bixe bin kontrolê.

Wekî li Şengalê milîsên şîe qedexe ne, çima ne li Kerkûkê? Rayedarên wir ên kurd, bi fermî pêşwaziya wan dikin. Gotin hene ku ew milîs, balafirgeha Silêmaniyê weke mala xwe bi kar tînin. Ma hêza desthilata me, tenê têra Heyder Şeşo dike? Rayedarên YNKê dibêjin ku milisên şîe bi peymana desthilata kurd, li Kurdistanê ne. Ew rast e? Heke rast e, çima ew dupîvanî?.

Em bêjin mafê hikûmeta Başûr heye ku Şeşo bigre. Lê çima ew kesên ku di rûreşiya Şengalê de rola wan heye, nayên girtin? Wê mirov çawa şikdar nebe?

Ne tenê êzîdî, bi gelemperî em ji biryar û helwestên nakokîbar aciz in. Ji encama bûyerên dawî diyar e ku partiyên me ji karesatên dawî têr fêr nestandine.

Da ku bedkariyên weke bûyera Heyder Şeşo xwe dubare neke, divê desthilata Başûr û bi taybetî jî PDK, bi pêşdaraziyên olî yên li himberî êzîdiyan re jidil şer bike û divê astengiyên li ber înîsiyatîfa êzîdiyan rake. Lê mixabin di mejî de ya serdest, hê hişmendiya partîtî û herêmî ye. Pêşbirkiya partîtî, hê dide pêşiya ya hevpar. Çi şerm! (Rûdaw)