Gava qedera Komarê diyar dibe, Barzanî bi dîplomatên Amerîkayê re dikeve têkiliyê, alîkarî dixwaze. Daxwazên wî nayên cih û ew dizivire Başûr. Dawiyê em zanin.
Wê heyamê Sovyetan ji ber talûkeya Naziyan, artêşa xwe xistibû Îranê û ji bo ewleyiya xwe, piştgirî dabû komara azerî û ya kurdan. Di dawiya Şerê 1939-1945ê de, statukoyeke cuda çêbibû. Sovyet, Îngiliz û Amerîkî serkeftiyên şer bûn û Şerê Sar destpê kiribû (1946-1989). Ew li ser rewşa Îranê li hev hatibûn. Komara kurdan û ya azeriyan bibûn qurbana statukoya nû.
Îngilizan 1909ê bi Anglo-Persian Oil Company (BPya îro), li Îranê dest bi deranîna petrolê kiribûn û li Abadanê rafîneriya yekemîn a derveyî Amerîkayê damezrandibûn (1914). Ku heya hingê petrola dinê ji Amerîkayê belav dibû. Îngilizan 1927ê li Îraqê jî dest bi hilberîna petrolê kiribûn, Amerîkayê jî 1938ê li Erebistana Siûdiyê. Jixwe benên Şerê Sar, di destê DYAyê de bûn. Di wî wêneyê berjewendiyên hewqas mezin de ma cihê kurdan dibû? Bi rastî Kurd qet ne xema wan bûn. Wateya Peymana Sadabad, Bexda, CENTO û yên din, ew bêxemî bû. Bi desthilata Baasê re (1968), Bexda bû hevalbendê Moskovayê. Tehran jixwe yê Waşîngintinê bû. Kurd bûn qurbaniyê Şerê Sar. Tehran û Bexda li hev hatin, tekoşîna kurdan pelişî (1961-1974).
Ji serdemê nameyên Barzanî yên “xeyalşikestinê” hene; wî ji ber “bêbextiyê” ji Amerîkiyan gazind dikir. Henry Kissingerê navdar, ku wezîrê derve yê serdemê bû, di bîranînên xwe de ji ber “xemsariyê” lêborîna xwe tanî ziman, lê beredayî! Ji bo kurdan mîratên tehl yên wê serdemê hene; “dubendî û şerê navxweyî” û têgeha “cehş”. Gotinê ji wateya xwe tiştek winda nekiriye, ji ber ku îro jî nîşanên wê qelsiyê hene û jê xeter difûre. 1979ê Tehran û Bexdayê cih guhertin. Tehran bû dijminê Waşîngtinê, Bexda jî hevalbendê wê. Kurd dîsa bûn navgîn û qurbaniyên wan nakokî û berjewendiyan (1980-1988), him jî bi êşên mezin; bi Helepçe û Enfalê… Ma xema kî bû?
Îro çi guheriye?
Tevî nakokiyên Amerîka û Rûsyayê jî, Şerê Sar nemaye. Baasa Îraqê dika dîrokê terikandiye. Li Îraqê planê Amerîkayê negirtiye û bi destê xwe Bexda radestî Tehranê kiriye, Îraq bûye herêmeke Îranê. Li Rojhilata Navîn statukoya Sykes-Picot pelişiye, herêm ji ber şer bûye kavil û xopan û gola xwînê. Rewşa kurdan guheriye. Kurdên Başûr ji 1991ê ve xwedî nîvdewlet in, bi kargêriyî, siyasî, aboriyî û leşkerî bûne xwedî ezmûneke mezin. Destkeftiyên Rojava û Bakur di ser de, Kurd êdî aktorekî diyarker ê herêmê ne û di nexşeya nû de cihê xwe dixwazin. Kurd li hemû parzemînên dinê belav bûne û bûne xwedî bandoreke girîng a entelektuel, aborî, siyasî û civakî. Li gellek paytextên diyarker, di derbara serweriya kurdan de xweşbîniyeke mezin çêbûye.
Gelo ew têrê dikin?
Na. Ji ber ku dewletên emperyalîst, gellek caran Kurd di rê de hiştine û firotine, encam jenosîd be jî. Hûnê bêjin, ma daxwaz û hestyariyên rayagiştî ya navneteweyî? Erê, lê di polîtîka û biryara dewletên emperyalîst de, ya serdest berjewendî ne. Heke pewîst be; ew bi awayekî hunerî, bedkarî li tirs, gilî û daxwazên rayagiştî jî dikin. Mixabin ew, bi taybetî jî Amerîka, li ser qedera me xwedî bandor in. Em zanin ku heke Amerîka nebûya, statukoya 1991ê ya Başûr zêde zehmet bû.
Wekî rastî ev e; heke ew ne piştgirê dewleta kurd bin, emê çi bikin? Divê em hemû hêvî û xebata xwe bixin selika wan? Na. Dewletên bi wî awayî bên avakirin, nikarin li ser piyan bimînin û ew ji tohmetê nafilitin. Ji wêkê, di pirsa dewletbûnê de faktora diyarker, divê vîn û xebata kurdan bixwe be.
Lê çawa?
– Yekramanî û yekhelwestiya PDK û YNKê, şertê sereke ye. Hemûçavdêr û pisporên mijarê yên navneteweyî, wê pêwîstiyê binxêz dikin. Em zanin ku Îranê hemû hêviya xwe bi wê qelsiyê ve girêdaye. Wisa bûye ku ew dubendî ziviriye berhemeke Îranê. Mesûd Barzanî wê bikaribe wê astengiyê bi aştiyane derbas bike? Ger na, wê bikaribe weke bavê xwe bike? Ya fesîh ev e: Bi aştiyane an bi zorê, pêkanîna yekrêziya tevgera kurd, şertê bivênevê yê serxwebûnê ye.
– Enqere û Tehran, aktorên bûyerê ne. Lê ne yên diyarker in. Divê em wî mafî nedin wan. Em ne deyndarên wan in. Kurdistana Başûr ne Almanyaya Rojhilat e.
– Ne rasterast be jî, pirs PKKê jî têkildar dike. Ji ber ku li Başûr gellek cih di destê PKKê de ne. Û em bêjin ku li Başûr dewlet ava bû û Tirkiye û Îran bêçare man û ew pejirandin, lê wê jê bixwazin ku piştgirî nede beşên din, weke pirsa Îrlanda û Îrlandaya Bakur. Divê mirov li vir ji “xweperestiya” Başûr, şik û tirsa beşên din fêm bike.
– Erê dîplomasî û lobîtî xebateke hêja ye, lê divê dewleta kurd ne berhema têkiliyên veşartî be. Berovajî; divê ew berhema hişmendî, tevger û qîrîna girseyan be. Li Başûr înîsiyatîf û tevgereke wisa heye. Lê têr ne sivîl e û ahengiyeke têrker di navbera herêman de tineye. Divê ew, berhema rewşenbîr, esnaf, karker û gundî, xort, jin û mêran, ya hemûyan be. Divê dengê wan ji astengiyên partiyan bibore, erd û ezman bihejîne.
– Em li welatên Ewropa, Rûsya û Amerîkayê xwedî diyasporayeke mezin in. Heke vîn û înîsiyatîf hebe, em dikarin ji her gelî zêdetir paytextên navborî bihejînin. Bi wê mebestê înîsiyatîfek heye, lê zêde teng û laşgiran e. Divê dinê dengê me yê serxwebûnê seh bike. Heke na, heyfa hewqas derfetan!
– Qala yekparebûna Îraqê û makezagona wê kirin, şermeke mezin e. Tiştekî wisa tineye, divê tinebe, hebûna wê ne di berjewendiya kurdan de ye. Di serdemeke wiha zîz de bi Îraqê mijûlkirina kurdan,wê xemsarî û bêhayiyeke mezin be. Siyaset, dîplomasî, çek peydakirin, piştgiriya dewletên serdestê dinê, bi dewletên cîran re lihevhatin, hemû erê. Lê divê em nîşanî herkesî bidin: Vîn û baweriya me ya serxwebûnê, bi ser her tiştî re ye.
Rûdaw – Selahedîn Çelîk