Serrûpel Dosya Koçberî kêşeya desthelatê, opozîsyon yan gel e?

Koçberî kêşeya desthelatê, opozîsyon yan gel e?

Belav bike

 

 

 

 

damezrandina bingeheke niştîmanî mêvandar ku welatiyên bi tirs ji guhertinên mezin li Herêmê hembêz bike dikarê koşeyên koçberî hinekî teng bike.

berpirsê yekem di vê mijarê de desthelat e yê duyem opozîsyon e .. û li dawî ew welatiyê ku hîn derfeta berxwedana jiyana rojana li pêşî heye .. û helbet ti pirs ji kesên ku ji birçîbûnê û tirsê berê xwe dide welatên cîhanê nabe.



di meydana di navbera azadiya her kesekî ku cihê jiyan û mayîna xwe hilbijêrê û mayîna neçariyê bo kesên ku bêrîka wan alîkariya koçberiya rîya dirêj nake , desthelat dikare rolek mezin bilîzê bi vekirina pincereyên nû û zelal di dîwarên peywendiya desthelat\gel dûr ji mêjiyê kevneperest ku roj bi roj bandora wî li peywendiya navbuhurî lawaz dibe . desthelat wek ku tê naskirin di nêrînên nûjen de ( dezgeha bicêkirina daxwazên civakê ).wêne û şîroveyê kesên ku sîrorên di navbera cehnemê ( welat ) û cinetê ( Ewropa ) derbaskirine bi hêsanê berav û deryan derbas dikin bi riya asoyên medyaya civakî . ev jî astenkeke pir zîrek û bê rehm li hember destheelata îdolocî derdixê, ku wê pûç dihêlê tev siloganên kêm qîmet.

opozîsyon jî hêzkirina lawaziya xwe dispêrê wedabûna xelkê ( bingeha hêza yekem ) û şaştiyên desthelata fetsî bi sloganên bê sînor û belkî bê wate wek ( netewa demokrat ) . opozîsyon di vê rewşê de bê kirin dimîne . ya xerabtir ku xwe nabînê bi hewceyî guhertinekê ye li ser hemî astên beramberbûnê .

cemeda opozîsyonê di vê qonaxê de cûdabûn û tenêbûna wê pir kûr dike. û gokê dajo meydana gelê perîşan yê ku gelekê dûre ji guhertinên bi riya dengdanê ye wek ku şaristanî vê daxwazê bi wan dispêrê .ev mijar civakê bi tevahî ( desthelat , opozîsyon . gel ) dajo ber bi wendabûna nasnameyê .

li dawî yê û wek hemî caran di zîvrandinên teng di dîrokê de hêzên xwedî baweriyên berfireh basêkên bûyerên girîng diajotin li gor berjewendî yên xwe û herwiha li dawî yê koçberiyê kesên bêçare dixistin xizmeta xwe.

 

Mihemed Nebo

Nivîskar – Kobanî