Serrûpel Dosya Dewleta Kurdistanê ji Îranê re dibe çi?

Dewleta Kurdistanê ji Îranê re dibe çi?

Belav bike

Vêga teoriya “nehîştina teror û aloziyan li Rojhilata Navîn bo parastina aramiya Rojava” derdikeve pêş. Di vî warî de, Pêşmerge û şervanên kurd bala hemû dinyayê kişandin. DAIŞ vêga şerê hemû dinyayê dike, lê Pêşmerge bihayên hemû dinyayê diparêze. Lewma niha li Parîs û seranserê Ewropayê, gelek ramanvan û ronakbîrên Rojava dibêjin divê alîkariyeke rasteqîn û mezin bi Pêşmerge re bê kirin û dibêjin çimkî em leşkerên xwe naşînin şerê DAIŞê, divê em çek û alîkariyan bidin Pêşmerge.

Pêşmerge û şervanên kurd bala hemû dinyayê kişandin 

Herwekî çawa beriya mehekê alîkarînekirina Pêşmerge li gor pêwist, ji hêla parlamenterekî ewropî wek skandaleke pir mezin ya Ewropayê li hember Hêzên Pêşmerge hat binavkirin, niha dengên wiha pir zêdetir jî bûne.

Kontrolkirina Şingalê û êrişên DAIŞê li Parîsê ku di demeke nêzî hev de qewimîn, cardin Pêşmerge wek hêzeke hêjayî piştgirî û piştevaniyê nîşan dan. Ev yek şensekî mezin dide kurdan û siyaseta kurdî. Eger ev şens bi zanebûn bê bikaranîn, dibe ku bikare salvegera sedsaliya “Peymana Sykes–Picot” di sala 1916an de, bike sala hilweşandina wê peymanê li ser Kurdistanê.

DAIŞ vêga şerê hemû dinyayê dike, lê Pêşmerge bihayên hemû dinyayê diparêze 

Nemaze ku niha welatên erebî yên kendavê piştevaniya vê ramanê dikin û Tirkiye jî êdî vê yekê fam dike û her roj jî dengên zêdetir li navendên siyasî û lêkolînvanî li Amerîka û Rojava bi giştî bilind dibin ku damezrandina dewleta Kurdistanê li Başûr û tew li Rojavayê Kurdistanê jî dibe faktorek bo peydabûna aramiyê li navçeyê. Herwiha dibe kelemeke mezin li ber derketin û berfirehbûna rêxistinên tundajo û radîkal li navçeyê.

Eger ev şens bi zanebûn bê bikaranîn, “Peymana Sykes–Picot” dê di sedsaliya xwe de hilbiweşe 

Dewleta Kurdistanê ji Îranê re jî dibe hevpeymaneke cihê baweriyê. Çimkî ji Îranê re derket ku berevajî Artêşa Iraq û Heşda Şeibî, Hêzên Pêşmerge dikarin bi piştevaniyeke hindik rê li ber gihîştina metirsiya DAIŞê bo sînorên Îranê bigirin. Eger ne bi saya şikestinên DAIŞê li ser destê Pêşmerge bûna, Artêşa Iraqê çawa ji Mûsil, Kerkûk, Diyala û Enbarê reviya, dê bi eynî awayî ji Bexdayê jî bireviya û dê karesateke stratejîk ji Îranê re pêk bihata!

Dewleta Kurdistanê ji Îranê re jî dibe hevpeymaneke cihê baweriyê çimkî…  

Şêniyên Başûrê Kurdistanê dihatin ku di nav aloziyên navxweyî yên destpêka meha borî de bifetisin. Lê rizgarkirina Şingalê xweşiyeke mezin xist dilê gelê Kurdistanê. Bi taybetî pêngava YNK ya nêzîkbûna ji hevpeymanê xwe yê PDKê di demeke wisa de zehf giring tê dîtin. YNK bi vî karî, xwe û Herêma Kurdistanê jî ji aloziyeke pir mezin derdixe. Qet ne li berjewendiya YNKê ye ku vekişe Silêmaniyê û desthilatdarî û hevrikiya desthilatdariya xwe di Silêmaniyê de bifetisîne. Çimkî eger wiha bike dê desthilatdariyeke berfirehtir ji dest bide û desthilatdariya xwe jî bixe nav metirsiyeke pir mezin.

Di eynî demê de, ji ber reftar û tevgera Gorran û PDKê ya çewt li hember hev, derket ku YNK û PDKê dikarin wek du hêzên hevbeş bi hev re bimeşin. Ji ber aloziyên ku çêbûn jî, neyartiyeke berfireh li dijî peymana stratejîk ya PDK û YNKê pêk hat. Lê vê carê eger ew peyman bê nûkirin yan peymaneke din di navbera PDK û YNKê de bê nivîsandin, dibe ku rexneyeke pir kêm lê bê kirin. Çimkî beriya hertiştî xelk dixwazin jiyana wan aram û parastî be. Şikestina Bihara Erebî, DAIŞ û rewşeke nû ya leşkerî û ewlekarî anî navçê û cîhanê jî. Li Kurdistanê, hêza çekdarî û ewlekarî ya PDK û YNKê heye. Lewra pir normal e niha ev herdu hêz bibin hevbeşên hevdu yên rasteqîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî ku partiyan li xwe kiribûn girêka kor, dem û dewran û bûyer tên ku wê girêkê vekin. Çimkî cîhanê pir bi hêsanî ew girêk vekir û hemû welatên navçê û hêzên cîhanê yên mezin wek Serokê Herêma Kurdistanê bi Barzanî re tevdigerin. Cîgirê serokê Amerîkayê jî ku di 17ê vê mehê de demeke dirêj bi Barzanî re axivîbû, her bi vî rengî pê re axivîbû û tevgeriyabû.   

Cîhanê pir bi hêsanî ew girêka Serokatiyê vekir û wek Serok li Barzanî dinêre 

Vêga Hewlêr bûye navenda fermandehiya şerê li dijî DAIŞê. Lewma herwekî Rojavayî bi eşkere û nihênî dibêjin ku ew dixwazin bi Barzanî re tevbigerin ji bo vî şerî û herwiha wek hevbeşekî siyasî yê mezin di siberoja vê deverê de. Ji hemû kurdan re giring e ku Kurdistan û serokatiya wê bibin cihê baweriya cîhanê.

Hewlêr bûye navenda fermandehiya şerê li dijî DAIŞê  

Lê erkên Barzanî û PDKê jî mezintir dibin ku ji herkesî bêhtir nermiyê nîşan bidin û bersiva her insyatîfekê bidin ku bi armanca avakirina yekîtiyekê kurdan tên pêşxistin da ku kurd bikarin sûdeke siyasî ji wê piştevaniya niha ya cîhanê werbigirin.