Serok Mesûd Barzanî îro roja sêşemê bi serdaneke ferm diçe paytexta Tirkiyê Enqerê. Sibe heman rojê cîgirê serokê Emerîka Joe Biden jî li Enqerê ye. Tê çaverêkirin ku Barzanî ligel serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim û wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bicive. Dibe ku Barzanî piştî Tirkiyê serdana çend welatên Ewropa jî bike.