Bi destpêkirina operasyona Tirkiyê bo girtina Cerablusê balansa hêzê li ser erdê guheriye û niha li ser erdê li bakurê Helebê çend hêzên cuda hene, ku Tirkiye jî bi destwerdana rasterast ketiye nav wan hêzan.
Di encama teqîneke intîharî de li bajarê Cizîrê li bakurê Kurdistanê ji aliyê milîtanekî PKK ve, 11 polîs hatine kuştin, 3 sivîl û 75 polîs jî birîndar bûn.. Teqîna intîharî bi riya otomobîleke bombekirî îro serê sibehê saet 06.40 çêbû.
Hevserokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke xwe de got li ser bûyerên Hesekê got tu hevdîtin di navbera hikûmeta Sûriyê û rêveberiya xweser û YPG de çênebûye. Îro jî berdevkê YPG Rêdûr Xelîl daxuyaniyek da û got hevdîtin çêbûye û wan li ser gelek xalan li hev kirine.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Tirkiyê de, li Enqerê li Koşka Çankaya di derma hevdîtina ligel serokwezîrê Tirkiyê de, ala Kurdistanê bilind kir
Piştî serdana konsolxaneyên welatên Ewropa, Emerîka û Tirkiyê li Hewlêrê, Encumena Kurdî serdana partiyên siyasî kir û û bi wan re pirsa Kurd li rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.