Serrûpel Dosya Ka em Şakiro nas bikin

Ka em Şakiro nas bikin

Belav bike

VÎDYO
Şakir Deniz di sala 1936an de li Panosa Agiriyê hatiye ser dinyayê. Dû re mala wan ji wir diçe gundê Cemalwêrdiya Dûtaxê. Paşî malbata wî ji Cemalwêrdiyê koçberî Qereyaziya Erziromê dike[2]. Navê tirkî Şakir Deniz pê ve kirine. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (Ha Hîîî Ha Haîî) stran digot.

Ew jî yek ji şagirtên Dengbêj Reso ye û bi piranî stranên Reso gotiye. Herwekî stranên wî bixwe jî gelek in. Dengbêj Reşo jî bixwe şagirtê Evdalê Zeynikê bû. Hejmara kasetên wî 65 in. Di sala 1996an de li Tirkiyê, bajerê Îzmîrê di nav jiyaneke xîzan û awarte de jiyana xwe ji dest da.