Serrûpel Dosya Berî Tirk qehwê nas bikin sala 1830 li Frensa bazirganiya Qehweya Kurdî...

Berî Tirk qehwê nas bikin sala 1830 li Frensa bazirganiya Qehweya Kurdî hebû

Belav bike

Berî bêhtirî Qehweya Kurdî hebû. Li Frensa bazirganiya wê dihate kirin, ji 1800 û pê ve lê piştî avakirina Komara Tirkiyê navê Kurdî rakirin û kirin Tirkî.

Qehweya Kurdî ya Kezwanê bû, Tirkan navê wê guhertin û kirin Qehweya Menengiçê.

Osmanî xwedî li wê qehwê derketin û ji despêka sedsala 20 ve ew li seranserê dinyayê belav kirin û bi navê Tirkî dane nasandin.

Qehweya Kurdan di navbeyna salên 1830 û 1930 de li Fransa bi navê “Chicorée au Kurde” bazirganiya wê hate kirin. Piştî ku dewleta Tirk hate damezirandin hilberandina ‘Chicorée au Kurde’ hate rawestandin û navê wê kirine ‘Qehweya Tirkan’.

Ew qehweya kurdî di sala 2013 de bi fermî bi navê Qehweya Tirkî ji aliyê UNESCO ve hatiye qeydkirin.

Dema ku qehweya Kurdan li Fransa bazirganiya wê dihate kirin, wê demê kultura qehwê li Ewropa belav nebûbû, tê gotin ku li Fransa qehwexaneya pêşî sala 1654 li Marsilyayê hate avakirin. Ji ber vê qehweya Kurdan li Ewropayê di nav yên pêşî de cih digire. Avesta – ANF

WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com