Serrûpel Dosya Qanatê Kurdo: “Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya Rewanê bû” (DOSYA)

Qanatê Kurdo: “Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya Rewanê bû” (DOSYA)

Belav bike

Serbilindîya gelê kurd îro wê bibûya 95 salî…

Radyoya kurdî a Rewanê çi ye? Stiran, miqam û pîêsên wê ne, ku bi dehan salan xwe li sînorên dagirkaran dixist, dikete her maleke kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cihanê, di mejûyê her kurdekî da alan dida, dihate qeydkirin û dibû bingehê hezkirina miletê xwe, welatê xwe û herwiha xwehezkirinê.

Her kurdek qebûl dike, ku ji hemû karên kurdên Sovyet di hêla pêşketina ziman, dîrok, çand, folklora me da kirine, karê herî pir ku gihîştîye miletê me, karê Radyoya kurdî ya Rewanê ye. Û ev hemû kar – serokatîkirin, organîzekirin, qeydkirin, redaktorîkirin, belavkirina van stiran, miqam û pîêsan di nava 24 salan da (ji destpêkê heta sala 1981ê, ango heta hilweşîna Yekîtîya Sovyetê) kesekî kirîye: Xelîlê Çaçan Mûradov… Weke ku ev ronakbîrê mezin ew fikira înkar kir, ku kesek tenê bi serî xwe nikare çerxa dîrokê bizivirîne.

Emê di vê nivîsa xwe da fikirên kesên binavûdeng yên derheqa bingehdar û rêvebirê radyoya kurdî ya Rewanê, nivîskar û berevkarê nimûneyên zargotina me a dewlemend Xelîlê Çaçan da raberî we bikin.

Gotinên mirovên navdar derheqa Xelîlê Çaçan da

Ez bi we ra ji bo mirina heval Xelîlê Çaçan – wî peyayê payebilind – xemgîn û dil tijî kul û ah û kovan dibim. Heval Xelîl stêrkeke geş û ronî bû û di şevreşa rewşa miletê me da ji esmanê torevanî qurijî û bi carekê va unda bû. Hêvîdar im, ku bîrewarên kurdên Sovyetistanê bi gernasî şûna wî bigrin. Heval Xelîl serê xwe danî, lê navekî mezin û malbeteke hêja û payedar şûna xwe hîşt. Hêvîdar im tarîxa jîndarîya heval Xelîl dûr û dirêj bê nivîsar û ji me ra bihêlin, ku tarîxa Kurdistanê di rojekê fire û bilind bibe.

De, xwedê wî di buhuştê da, di qata jorîn da dilşad û rûgeş xwedî bike.

Heval û dilxwezê we – Cegerxwîn (Hozanê kurda yê mezin)       

Rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê û serokê wê Xelîlê Çaçan di karê hişyarkirina gelê Kurdistanê da pir e.

Mistefa Barzanî (Rêberê kurdan yê efsaneyî)

Xelîlê Çaçan hiş û mejûyê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bû.

Qanatê Kurdo (Profêsor, kurdzanê navdar)

Xelîlê Çaçan pey xwe ra ji bo gel 1800 sitiran, 40 pîês-şano, 7 pirtûk, bi deha gotarên delal hîştin. Sed heyf, ku ew serhevdu 57 sal jîya… Û ewqas kar. Lê eger 75-80 sal bijîta? Vî alî da jî felekê ji me ra xayîntî kir.

Hecîyê Cindî (Profesor, folklorîst)

Wek duh îro jî, di dilê min da ji bo Kurdên Sowyêt şa û hezkirinek heye. Ev şa û hezkirin ji xortanîya min tê, ji radyoya Rewanê dest pê dike. Radyoya Bexdayê û ya Kîrmanşahê jî dest bi weşanê kirin, lê delalîya me ya pêşîn, ya Rewanê bû.

Kemal Burkay (Sîyasetmedar/helbestvanê binavûdeng) 

Mirin ya hemû mirovane. Lê xwezî bi wan kesan, ku jîna xwe di xizmeta gelê xwe da derbaz dikin, bi serfirazî dijîn û bi serbilindî jî dimirin. Xelîlê Çaçan navekî paqij li pey xwe hîşt û herwaha ji malbeta xwe xebatkarên bona gel yên hêja gîhand. Ji ber wê em dikarin bêjin, ku ew nemirîye. Navê wî di nava kurdên nemir da hatîye nivîsîn û cîgirtin.

Mehmed Emîn Bozarsilan (Lêkolîner û nivîskar)

Berhemeke Xelîlê Çaçan bi sernavê Nimm Dich in Acht vor den Ränken der Frauen di pirtûka dersan a şagirtên dibistana navîn û lîseyê yên Almanîyayê da heye. Ev berhem herwiha di pirtûka almanî a bi sernavê„Orientalische Frauenmärchen (Çîrokên Jinan ji Rohilata Navîn) da jî heye. Ez serbilind im, ku min ev berhema xunedarê çanda me Xelîlê Çaçan bi daxweza şexsîyetên alman yên navdar, ku di hêla perwerdehîyê da kar dikin, wergerande almanî. Ango, hemû şagirtên dibistanên almanîyayê bi serî wê berhemê bi çand û toreya geê kurd ra dibin nas, ku ev bo gelê me serbilindîyeke mezin e. Ez bi zûtirkê li pirtûka bi navê a bi zimanê Almanî geriyam. Ev çîrok wek mînak di dersên wêjeyê da tê bikaranîn û şirovekirin. Herçî xwendekarên Kurd ên dibistanên almanî in, ew hema di destpêka axaftina li ser vê çîrokê ji alî dersdarê xwe da beşerxweş dibin û bi refleksekê destê xwe bilind dikin û dibêjin; „ew çirokeke kurdî ye, ez jî Kurd im.“ Piştî demeke kurt ev pirtûk bû bestseller û ji nû va hat çapkirin, di salên pey da jî êdî çapekê da pey a din û her car jî hemû hatin firotin.

Bi kurtasî, ger ku hûn navê vê pirtûkê Orientalische Frauenmärchen û/an jî navê çîrokê Nimm dich in Acht vor den Ränken der Frauen bidin Google’yê hûnê rastî piştrastiya van gotinan û pêra gelek agahiyan li ser pirtûkê û bi taybetî jî li ser vê çîrokê bên.

Mehmet Gultekin (lêkolîner)

Min bi riya Radyoya Dewleta Çekoslovakyayê û bi alîkarîya xudanê muzîka Sirûda kurdî ”Ey Reqîb” Qadir Dîlan du milyaketên çanda kurdî – Serredaktorê radyoya kurdî yê 24 salan Xelîlê Çaçan û xanima wî – Eznîva Reşîd, ku 27 salan bêjera radyoya kurdî ya Rewanê bûye, vexwende Pragayê.

Ew serfiraziya min a wê demê nayê terîfkirin. Min ê ew dengên di zaroktî û xortaniya xwe de, di qutiyeke mezin de guhdar dikir, xwediyên wan dengên efsûnî zindî temaşe bikira. Rojên min bi xeyalên dîtina wan ve derbas bûn.

Dr. Yekta Geylanî

Ji wan 1400 sitiran û miqamên kurdî, ku bi saya Xelîlê Çaçan hatine berevkirinê û bi radiyoyê têne elamkirinê, her yek heykeleke ji bo bîranîna wî.

Emerîkê Serdar (Berpirsyarê “Rya teze”) 

Xelîlê Çaçan mînanî sîyasetmedarên çavtirsîyayî bend û asteng ne didane ber kilamên kurdî û meselên gel. Ewî him ew kilam dane dengnivîsandinê, him jî pareke wan bi pirtûkeke cihê da çapkirinê.

Fêrîkê Ûsiv (Helbestvanê navdar)

Xelîlê Çaçan merivekî bi herfên mezin bû

Dr. Eskerê Boyîk (nivîskar/lêkolîner)

Bi tevayî 4 kesên vê malbeta rojnamevanên profêsyonal 100 salan xizmetî çand û edebîyata kurdî kirine, gelek nimûnên folklora me ji undabûnê parastine. Ev rêkoreke taybetî ye di nava dîroka rojnamegerîya kurdan da.

Bextê me tenê ji alîkî va lê xist, ku serokê radîoya kurdî ew bû. Eger yekî dinê bûya, wê ewqas nimûneyên zargotina me ne bûna milkê gel. Navê Xelîlê Çaçan ser rûpelê tarîxa çand û edebîyata kurdî bi herfên zêrîn hatîye morkirinê.

Wezîrê Eşo (nivîskar/lêkolîner)

Ew yek, ku îro kurdên Gurcistanê di warê çanda kurdî da pêş ketine, wî karî da keda Xelîlê bira pir e. Ew her dem li me dibû mêvan, li malên kurda yek bi yek digerîya, gotin û sitiranên wan hildida û bi radyoya kurdî dida. Mirina Xelîlê Çaçan derbeke giran bû, ku li me û gelê me ket.

Baxçoyê Îsko (Serokê Komela Nivîskarên Kurd li Gurcistanê) 

Piştî ku radyoya Êrîwanê bi anonsa xwe ya “Yêrêvan xeber dide, guhdarên ezîz, em dest bi xeberdana bi zimanê kurdî dikin” dest bi kar kir, li Kurdistanê weke pêşgotinekê niştecih bû, êdî kar û bar û jiyana rojane li gor seata wê dihatê organîzekirin. Ji ber ku Radyoya Êrîwanê ji bo kurdan bibû wek ku qonaxa hebûna wan.

Ezîz Tekîn, lêkolîner

Di bin serokatîya Xelîlê Çaçan da van kesan kar kirine: helbestvanên kurdan yên herî bi nav û deng Şikoyê Hesen, Mîkaêlê Reşîd û Fêrikê Ûsûv, rêdaktorên rojnameya Rya teze Emerîkê Serdar û Tîtalê Efo, cîgirê rêdaktor Qaçaxê Mirad, nivîskar Wezîrê Eşo û Sîma Semend.

Nîhat Gultekîn, lêkolîner

Ez ji navê kurdên Qazaxistanê û Asîya Navîn dibêjim, ku em minetdar û deyndarê Xelîlê Çaçan in. Ez xemgînîya xwe dixwezim bi helbestekê bînime zimên:

De xatirê te, lawê kurdayî qenc û delal,
Te sefera xwe xilaznekirî gihîştî li mal,
Zû-dereng emê bi tera bibin heval,
Bira kevirê gorê ji tera bibe belgîyê berpal.

Medoyê Elî (Nivîskarê kurd ji Qazaxistanê) 

Bi sala 1957an ve, dema Xelîlê Çaçan bû serokê radyoya kurdî a Rewanê, ji bo tevaya kurdên cihanê demeke zêrîn dest pê dike.

Welat Agirî (nivîskarê malpera me) 

Berhemeke Xelîlê Çaçan hem di şanoya nivîskarekî Emerîkî da, hem jî pirtûkeke niviskarekî Portekîzî da heye.

Ez ji fîlmên tirkên ku jê ra dibêjin yeşîlçam pir hezdikim. Jixwe ji sedî nod û neh fîlmên absûrd û evînî ne, lê kêm caran jî meseleyên cûda diketin nav naveroka wan. Fîlmek hebû ji sala 1960ê navê wê ”Kırık çanaklar’’ bû.
Dîyalogek li wir da derbas dibû, di her temaşekirinê da ez diketim bin bandora wê, hê jî di bîra min da ye. Dû ra li mektebê di nav wan pasajên xwendinê da jî çend caran rastê wê dîyalogê hatim.
Niha dema min bi kêfxweşî pirtûka Xelîlê Çaçanê Muradovê bi navê ”Cewahîrên Kurdî” dixwend, nîşkêva di çîroka ”Kur ji kirina xwe şerm dike”da ew diyalog dîsa hat ber çavê min; hem metel mam, hem jî kêfxweş bûm.
Dûra min meraq kir ka bi rastî ew mesele aîdê kê ye, ji ku wisanî belav bûye.
Bi kurtî mesele ev e: Keça biçûk ji kalê xwe pir hezdike, weke du heval in. Lê ji ber kalbûnê di demên xwarinê da destên kalê wê tim dilerize û tebax ji destên wî dikevin û dişken. Bûka malê û bavê keçikê ji ber vê sedemê xwarina wî cûda dikin û êdî di tebaxên darîn da didine ber wî, keçika biçûk rojek jixwera texteyan dide ber xwe û wan dikolîne. Dê û bavê wê jê pirs dikin: “Tu çi dikî bi wana?”
Keça biçûk dibê bo we tebaxên darîn çêdikim, dema hûn kal û pîr bibin ezê jî xwarina we bi vana bidime ber we.
Helbet, keçika biçûk ne bo wan ceza bike digotin, wê digot qey gere meriv xwarina kesên kal û pîr di tebaxên darîn da bide wan.
Li gorî înternêtê ev ji şanoya Edmund Morris e ku navê wê The Wooden Dish e (1961). Heman bûyer di dawîya romana (As Intermitências da Morte) romannivîsê navdarê xwedîyê xelata Nobelê José Saramago da jî heye ku roman di sala 2005an da hatîye çapkirin.

Bifîkrin, meseleyeke ha him di nav ”Cewahîrên Kurdî” da bi cîh bûye, hem di şanoya nivîskareke Emerîkî da, hem jî pirtûkeke niviskarekî Portekîzî da.
Nizanim pêşî kê nivîsîye, lê Xelîlê Çaçan Muradov di sala 1924an da ji dayîk bûye, Edmund Morrîs 1940… êdî hûn hesab bikin.

Nura Şane (nivîskara malpera me) 

Di wêne da: Dema Serokê Netewî Mistefa Barzanî bi hîvîkirina serokê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan bi destî serokê dewleta Yekîtîya Sovyet N. S. Xrûşçov wextê dirêjbûna radyoya Rewanê bi du caran da zêdekirin, serokê radyoya Ermenîstanê yê giştî S. Ayvazyan gazî berpirsyarê sereke kir û ew pîroz kir.

Riataza