Serrûpel Dosya Dr. Ekrem Onen: Li cîhanê arşîva herî mezin a Kurdî li Rûsya...

Dr. Ekrem Onen: Li cîhanê arşîva herî mezin a Kurdî li Rûsya ye (DOSYA)

Belav bike

Serpil Güneş
Rûs, di dema Çar û Yekitiya Sovyetan de bi kurdan re di nav pêwendiyekî çawa de bûne her demekî bala dîrokzan û lêkolînvanan kêşandiye.

Ji ber di arşîvên Rûsyayê de bi sedan lêkolîn pêkanîne me li gel lêkolînvan û akademîsyen Dr. Ekrem Onen derbarê lêkolînên wî yên di arşîvên Rûsyayê de li ser kurdan û peyvendiyên dîrokî hevpeyvînek pêkanî.

Dr. Ekrem Onen dibêje li cîhanê arşîva herî mezin û dewlemend a kurdan li Rûsyayê ne.

Herwaha dibêje çi di dema Rûsyaya Çar de be, çi di dema Rûsyaya Sovyet de be, ji bo diyar kirina siyaseta Rojhilata Navîn û Rojhilata nêzîk Kurd her demekê cîhê baldariya rêveberiya Rûsyayê bûne. Li cîhanê welatê yekem Enstûtiya Kurdolojiyê ava kirî Rûsyaye. Ji salê 1850 û pê de heta roja me ya îro li ser dîroka kurd, ziman, erdnîgarî, etnografya û rewşa jeopolîtik û çêkerên civaka kurd bi sedan lêkolîn hatine kirin û Rûsya xwedî arşîva herî bi kom a herî baş e.

Kerembikin hevpeyvîna me ya li gel Dr. Ekrem Onen:

1- Di dema Rûsyaya Çar de sala 1860ê di çarçoveya Akademiya Zanistên St. Petersburgê Enstûtiya Kurdolojiyê wek akademiya fermî cara yekem dest bi kar bû. Wê enstûtiyê derbarê kurdan de xebatên çawa meşandin?

1-Berya her tiştî dixwazim derbarê Kurdolojî wek ilim izahateke bikim ku Kurdolojî çiye ? Wek ilmekî komplekt bingehîn bi serê xwe, dema di universite an dezgeheke ilmî de, li ser Lîngvîstîk (ziman), Filologî, folklor, edebiyata klasîk û serdema nû, dîrok, geopolîtîka, etnografiya, coxrafya, medya û xwezaya (dewlemendiya ser erd û bin erd) a Kurdan ku ji alî akademîsyena bi awayekî ilmî metodîk tê lêkolinkirin jî wê ra te gotin Kurdolojî. Em dikarin bêjin heta nuha li tu welatê cihanê wek li Rusya qeyserî û Sovyetê ku Kurdolojî wek ilmekî bi serê xwe nehatîye ava kirin. Her çiqas nuha li gelek welatan di derbarê Kurdan de gelek lêkolînê baş dibin jî lê wek li Rusya qeyserî û Rusya Sovyeti û Rûsya federal dezgehên bi serê xwe ku li ser Dîrok, Lîngvîstîk (ziman), filologî, etnografya, folklor, ol û edebyata Kurda komplekt û wek enstîtuyek lêkolîna dike nîne.

Kurdolojî li Rûsya Qeyserî di nava orîentalîzmê de wek ilmekî serbixwe hate  dayîn.  Destpêka Kurdolojî li Rûsya Qeyserî em dikarin bêjin piştî heremên pişt Kafkasya ketin nava axa Rûsya Qeyserî û piştî ku Rûsya Qeyserî di siyaseta xwe de berê xwe da Rojhilata nêzîk û navîn û ser avên germ (behra sipî), şerê bi Tirk û Farisan re destpê dike. Dema Rûsan Kurd nas kirin xwestin fam bikin ev milet çine, xusuyetên vî ku bikaribin wan nêzî xwe bikin. Li ser wê dest pê kirin lekolîna li ser Kurdan bikin. Berya her tiştî dixwazim bêjim di avakirina Kurdolojî de li Rusya keda herî mezin a B.A. Dornû ye. Di destpêkê de bi pirsa Kurdan kesên diplomat, leşker û siyasetvan eleqedar dibûn, paşê kesên wek A.Î. Averyanov, A.M. Kolyubakîn, A.M. Bolkov, B.B.Belyaminov, P.Lerx, K.G. Zaleman, A.D. Jabba, N.Y. Marr, B.A. Gordevskov, Î.A. Orbelî, S.A. Egîazarov, Bazil Nîkîtîn, V.F. Mînorskî û geleke din ku gelek dokûment û destnivîsên derbarê tarîx û folklora Kurdan de, wek mînak destnivîsa Şerfxanê Bîtlîsî Şerefname,  dest nîvîsên melle Mehmûdê Baazîdî û gelek zanayên Kurd yên din  civandin. Ev bû sebeb ku li Zanîngeha Sanktpetersbûrgê li ser dîrok, Lîngvîstîk (ziman),filologî, etnografîya, ol û edebyata Kurda lêkolînên hêja bêne afirandin. Em dikarin bêjin Kurdolojî li Rûsya Qeyserî bingeheke zanistî avakir ku bû cihê jêderê ji bo Rojhilatnasên tev welatên cîhanê.

2- Rûsiyan bi lêkolînên derbarê kurdan de çi dikirin armanc? Çima beşa Kurdolojiyê ava kirin? Di enstûtiya Kurdolojiê de xebat derbarê kîjan beşê Kurdistanê de bûn?

2- Her çûqas têkilîyên Kurdan û Rûsan destpêka salên 1800 de hebe jî lê aktîv têkilîyên wan di destpêka salên 1850 de dest pê dike. Stratejîya Rûsan a sedsalan ku dixwazin bighên ser avên germ (behra sipî) û şerê Rûsya Qeyserî ji alîkî de bi Împaratorîya Osmanî re ji alîkî din bi Eceman (Farisan) re bû sebebên ku Kurd bala Rûsan bikşîne. Balkêşîya Rûsya ser Kurdistanê asasî ji ber motîvên berjewendîyê geopalîtîk Rûsya Qeyserî bû. Rûsya Qeyserî her dem li Kurdan di çarçeweya konsepta eskerî dinerî.

Rûsya qeyserî wek dewleteke Imperyalist her dixwest li cihana bi teybet li Asya, Awrûpa û Rojhilata nêzîk û navîn nufûsa xwe fireh bike, ji alîkî de dixwest hudûdê xwe yi başûrê Kafkasya bi Kurda saxlem bike. Yanî Kurdan bi alî xwede bînin ku nehelin Osmanî, Faris, Înglîz û Fransî di ser Kurdistanê û başûrê Kafkasya de erîşî wan bike. Her weha armancek din têkilîyên wan bi Kurdan re ew bû ku, kengî bixwazin karta Kurdan li hember Faris û Osmanîyan bi kar bînin. Li vir divê neyê ji bîr kirin ku Kurd jî pragmatîk nêzî Rûsan dibûn, ji ber dema em dibînin ku ji berya Şerê Cihaneyi Yekemin û heta salên 1960 ku welatên rojava Îngîlîz, Fransa , Almanya û DYA ku hesaben xwe pêşî li ser Faris û Osmaniyan (Tirkan) paşî jî li ser Ereban jî kirin ku Kurd piştguh kirin. Ev bu sebebê ku jê Kurdan re bes rêya bi Rûsan re têkilî bikin hiştin. Kurdan jî ji ber hesabê pragmatik û guhertinê geopolîtîk têkilî bi Rûsan re kirin. Wek mînak heger em li tifaqên  wek  Sykes Pickot- 29 nîsanê 1916, Konferansa Aşitî a Paris 1919 (Paris peace Conference). Li vir hêjayî gotinêye ku pîştî Konferansa Parisê 1919 hêvîya Kurdan ji welatîn Rojava qut bû. Jiber di Konferansa Parisê de Bakurê Kurdistanê teqrîben ji % 60 wek ku jêre digotin Ermenistana Willson rêdan. Li konferansê Şerif Paşa beşdar dibe û bi Patrikê Ermenya re beyanek muşterek derdixe ew beyan bi endamê Komîta Azadi Ebdula Cewdet û Kemal Fewzî û yên din re ne xweşe. Pîştî Konferansa Parîsê ku heviyê Kurda ji Rojavayê dişke dest pê dikin li rêyên din yên desthilatîyê bi dest xin digerin. Tifaqa Sevr- 10 tebaxê 1920 (Le traite de sevres), Tifaqa Lozanê 24 temûzê 1923 her weha Tifaqa Yalta- 04 sibatê 1945 binerin em dikarin netîcak weha jê derxin ku Kurdan bi Rusan re ber hesabê guhartinê geopolîtîk û pragmatîk têkilî kirin.

Piştî ku Kurdan bala Rûsan kişandiye, ji bo ku bi karibin Kurdan bi alî xwede bikşînin dest pê kirine li ser ziman, kultur û jiyana Kurdan a civakî lêkolînan kirine. Di destpêka salên 1850 de pêşî di rêya konslosxanên xwe li Kurdistanê ên wek li Bitlîsê, Wanê, Erzrûmê, Xoyê, Musilê û hwd. de lêkolîn kirine. Hêjayî gotinê ye ku, Konsolos û Balyozê Rûsya Qeyserî wê demê gelek ji wan akademîsyen bûn. Wek mînak Mînorskî û Jaba ku du dîplomatê Rusya Qeyserî bûn di derbarê ziman, kultur û jiyana Kurdan a civakî karê gelek mezîn kirine. Paşê li akademîya Rûsya a Petrogradê li ser Kurdan lêkolîn dest pê dike. Di vê demê de em dibînin têkilîyên Rusya Qyserî bi Kurdan re ên siyasî jî dest pêdike. Wek mînak ji serdema serhildana Sêx Ûbeydulah heta bi Bedirxanîyan, Barzanîyan, Kor Huseyîn Paşa, Kamil Bedirxan, Cihangîr Axa, Seyîd Taha, Simko, Mele Selîm û hwd. Li gor arşîvên Rûsya Qeyserî di demê Qeyser de Rusya li Kurdistana Îranê li bajarê Xoy ê di sala 1913 de bi alîkarîya Abdurezak Bedirxan û Simko (Îsmeîl Axayê Şikakî) nexweşxanak û dibistanek bi zimanê Kurdî bi tîpên Kîrîlî vedikin, her weha çapxanakê vedikin. Rûsya lêkolîn bi tevayî li ser Kurdan dikirin wek mînak em lê binerin xebaten Mînorskî û Aleksander Îvanovîç Îyas konsolosê Rûsya qeyserî li Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê, xebaten Aleksander Jabba û Josef Orbelî li Bakurê Kurdistanê, xebatê konsolosê Helebê yê Rûsya qeyserî Viladîmîr Viladimiroviç Fon Simerman li ser Rojavayê Kurdistanê, gelek xebatên li ser başûrê kurdistanê, bi gelek alim û diplomatên din ji li her çar perçan xebat kirine. Hêjayî gotinê ye gelek ji van diplomat û alimên li Kurdistanê kar kirine bi Kurdi zanî bûn.

Açıklama yok.

3- Rûsiyan dema Sovyetan de derbarê kurdan de lêkolînên xwe berdewam kirin an na? Bi taybet dema ku Mela Mistefa Barzanî derbasî Sovyetan bû wê derbarê de çi tiştek heye di arşîvên Rûsyayê de?Derbarê civaka kurd a li Rûsyayê jiyan dike de çi xebatek hat kirin?

Kurdolojî li Yekîtiya Sovyetê

3-  Piştî şoreşa oktober de tradîtsiyona Kurdolojî berdewam kir, kesên ji ekola kevn yên wek N.Y. Marr û Î.A. Orbelî bi qadroyên nû yen wek Kanadê Kurdo, M.B. Rûdenko û O.L. Vîlçevskî Kurdolojî pêşde birin. Piştî sala 1920 de ku hukmê Sovyetê li kafkasya û asya navîn bi cîh dibe ku wek yek ji prensibê hukmê Sovyetî ku mafê miletan bê parastin di vê çarçewê de ji bo Kurdan jî li cumhûrîyetê ku Kurd lê dijîyan ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û kultura Kurdan bê parastin dest bi xebatê bû. Di van salan de li gelek gundên Ermenîstanê, Azerbaycanê, Gurcistanê û Turkmenistanê dibistanê bi ziman Kurdî vedibin, her weha rojnameya Riya Taze û radyoya Kurdî ya Rewanê dest bi weşanê dike. Di sala 1934 de bi li Rewanê Kongra Kurdologan hate çêkirin.

 Ev protses di salên 1938 de ku dema gelek milletên musilman wek Tatar, Çeçan û gelekî din her weha bi teybet Kurdên misilman jî surgunî Asya navîn dikin, di vê serdemê astengî li ber karê kultûri jî derdikeve. Piştî salên 1950 de hêdî hêdî cardin rewşa Kurda ber bi başyê ve diçe. Teybetmendîya rewşa Kurdên Sovyeta berê heta derecakê bi têkilîyên Sovyet bi Turkî û Îranê ve grîdayî bû li gor konjuktûrê dihate guhertin. Wek di dokumentên arşîva Partiya Komûnîst Yekîtiya Sovyetê (PKYS) de eşkereye di kongera 20 a PKYS de Nîkîtî Xurêşov li ser neheqîyê li milletên surgûn bûbûn rexneyê li Stalîn dike û Ji sla 1956 de mafê van milletan bi şûnde vedigerîne. Di nava Kurdologên Rusya de gelek Kurdologên esil Kurd hene. Heger ez çend neven bêjim wek Qanadê Kurdo, Hecîyê Cindî, Şamil Askarov, Celîlê Celîl, Şekiroyê Xudo, Zerê Yuspova, Nodar Mosakî û gelekî din hene. Rewşa Kurdan bi belav buna Sovyetê gelek xerab bu. Bi belav bûna Sovyetê natsînalîzm lî tevaya cumhuriyetên sovyetê xurt bû. Li Cumhûriyetê ku Kurd lê dijîn dest pe kirin zor li Kurda kirin dezgehên wan tev ji ortê rakirin. Kurd neçar man ji van cumhuriyetana derketin tev hatin li Rusya, li bajarên cuda bi cîh bune. Li Rûsya nuha ji bo herêmên Kurd lê dijîn otonomîya federal a millî û kulturî heye, pir heyf Kurd wek lazime bi kar nînin.

 Açıklama yok.

Têkilîyên Sovyet-Rûsya bi Kurdan re berdewame. Bes li vir hejayî gotinê ye ku têkilîyên Rûsya Sovyetî bi Kurdan re ji Rûsya qeyseri ferq di konsepta anti-emperyalîzmê deye, yani ne wek Rûsya Sovyetî di çarçewa konsepta eskerî de bû. Dervî van karan têkilî bi gelek serok eşîr û begên Kurdan re her weha  têkilîya siyasî jî hebûn. Ji arşîvên Rûsya Sovyetî mirov dibîne ku têkilîyên wan bi, Komîta Istenbûl a Azadî, bi kesên wek mebûsê Kurd Yûsif Zîya Begê Bitlîsî, Xalid Begê Cibrî re heye. Vekirina Radyoya Erîwanê di salên 1930 de ku her çuqas resmî wek ji bo Kurdê Sovyet bû, lê rastiya xwe berê radyo bi Kurdên Kurdistanê bû. Rûsya Sovyetî heta salên 1940 bi bûyerên li Bakurê Kurdistanê mijul dibû, dîrek an îndîrek bi Kurdan re di têkilîya de bûne. Piştî salên dawîya 1930 û destpêka 1940 ku demê di hukmê Tehranê de rola Almanya xurt dibû ku Ordîya Sor a Sovyetê-Rûsya û ordîya Îngîlîz ketin nav axa Îranê, ji wê demê pêve têkilîyên xwe yî bi Kurdan re ên bi Kurdên Kurdistana Îranêre ku ji di demê Qeyser de hebûn taze kirin.

Di sala 1931 peymana êrîşî hevnekirin û bê alî bûnê di navbera Turkîyê û Yekîtîya Sovyet de çêbû. Di sala 1945 de Stalîn got ”ev tifak ne huqûqîye, di wextek Sovyet zeîf bû çê bûye” û ev peyman levx kir (Denounce). Piştî xerakirina vê peymanê Stalîn di konferansa Postdamê de vekirî got ”Turkî lazime axa dîrokî a Gurcistanê û Ermenîstanê du welatên ku li ser asasê ”tifaqê” hatine ava kirin, vegerîne”. Ligor arşîvê Sovyetî proja Kurdistanê a Stalin vê serdemê aktuel dibe. Li gor Stalîn divîya bû ku hudûdê navbera Sovyet û Turkî vegere hudûdê sala 1914. Wek eşkereye wê demê ordîya Rûsya Qeyserî li bêhtirîn deverên Kurdistana bakur bi cîh bûbûn. Weha diyare Stalîn doza para xwe ya ku di serdema peymana Sykes-Picot bi destnexistin, paşê doz kirîye.

Di serdema Sovyetê de pêşketina Kurdolojiyê mirov dikare dabeşî çend qonaxa bike. Ji destpêka 1920an û 1930î yê qirnê XXan ji ber sebebên praktîkî pêşket. Ji 1923an heta 1929an heremeke otonom  bi navê Kurdistana Sor hebû. Li wê derê li dibistana perwerda zarokan bi Kurdî bû her weha li Ermenîstanê enstîtûtya pedagojî a Kurdî hate avakirin. Di 1930î de rojnameya Riya Teze hate weşanadin. Di 1936an de Narodnî Komîsar li Ermenîstanê biryar girtin ku folklora Kurdî a devkî berhev bikin, ev kar dan Heciyê Cîndî, Emînê Evdal û kompozîtor Karro Zakaryan. Di 1934an de meha temûzê konferansa Kurdologên Sovyetê çêbû. Her weha di vê serdemê de rewşenbîrê Kurdên Sovyetê dest bi xebatên li ser ziman, edebiyat û folklora Kurdî kirin. Gelek berhemên bi Kurdî çap kirin. 1936 de hukumeta navendi Sovyetî li Moskow reneyên pir hişk li partîya Komunist Ermenistanê dike ji ber siyaseta wana nijadperestî li hember Kurdan. Ji xwe dixwazim tiştekî gîring bêjim ku ji demên Sovyetê de û heta nuha  çend lobîyên xurt ku dijberîya Kurdan dikin hene ( lobîya Tirkên Asya Navîn, lobîya misilmanên Kafkasya, lobîya Azerîya her weha lobîya Ermenîya). Ji bo wê divê tevgera Kurd di têkilîyên xwe bi Rûsya re vana di hesab ki.

Li vir her weha dixwazim behsa alfabê jî bikim. Li Yekitîya Sovyet ji bo Kurdan 3 alfabe hatin amade kirin. Alfaba pêşin li ser asasê alfaba Ermenî di sala 1920 de ji alî Lazo ku bi eslê xwe ji Ermenîyê Bakurê Kurdistanê ye hate amade kirin. Alfaba duda sala 1928 li ser asasê alfaba latînî ji alîyê Ishak Margulov û Erebê Şemo hate amade kirin. (Li vir hêjayî gotinê ye ku alfaba Kurdî Latînî a pêşin tarîxa wê 1928 e vê Alfabê heta sala 1938 dewam kir). Di salên 1934 de hukumeta Sovyetî dixwaze li tevaya Sovyetê hêdî hêdî tev derbasî ser alfaba Kîrîlî bibin, li ser veya di sala 1941 de biryar digrin ku Kurdjî derbasî ser alfaba Kîrîlî bibin li ser Hecîyê Cindî alfaba Kîrîlî hazir dike hukumet di pejirîne û ji wê demê heta xerabûna Sovyetê ev alfaba bikar hate anîn.

Şerê Cîhanê yê Duyemîn rewşeke nû li cîhanê çêkir tesîra xwê li Kurdolojî jî kir.

Li ser parvekirina cîhanê ji nûh de heremên Rojhilata nêzîk û navîn bûn cihê balkêşiyê. Sovyet wek hêzeke navnetewî xwedî hesab bûn li ser vê herêmê, bi taybetî li ser Kurdan. Wek mînak di vê serdemê de em dibînin di derbarê Kurdan de, di rojnameya Zarya Vastoka de gelek behsa Kurda tê kirin, herwiha di 1944 an de li Tîblîsê pirtûka O.L.Vîlçevskî a bi navê Kurdên bakurê-rojavayê Îranê tê çapkirin her weha di 1955an de radyoya Erîvanê dest bi weşanê dike serokatiya wê Casimê Celîl paşê Xelîlê Çaçan dike.

Qonaxa dudoyan ji 1960î destpê dike. Bi hatina Mustefa Barzanî a Sovyetê tesîreke mezin li aktîv bûna Kurdolojiyê dike. Di salên 1960-1980an de li Lenîngrade Kurdologan karên xwe yî bingehîn dewam dikirin. Navendên Kurdolojiyê her weha li Moskow, Rewanê û Tîblîsê hebûn. Di dawiya 1970î de akademiya zanîstî a Sovyetê biryar girt ku navendekê ji  Kurdolojî ava bike, bi vî karî M.A Hasretyan rabû. Di 1982an de li Lenîngradê dora 30 Kurdologî ji Moskow, Lenîgrad, Semerkant, Rewan, Tîblîsê û ji cihê din civiyan, biryar girtin navendek Kurdolojî ava bikin ev navend di 1984an de hate avakirin. Li navendê Kurdologên wek M.S.Lazerev, M.A Hesretyan, O.A.Jigalîna, Şakirê Xudo, Nodar Mosakî, Kîrîl Vartyayev, Angelika Pobedonostseva Kaya û gelekî din xebat dikirin û nuha jî dikin. Ji 1982an heta belav bûna Sovyetê beşê Kurdolojî gelek karên serkeftî û berhemên di derbarê dîrok, ziman, etnografiya, coxrafiya, xweza, geopolîtîk, ferhenga etîmolojiyê, ferhenga Rusî-Kurdî, Kurdî-Rûsî, medya û gelek berhemn din  çap kirin.

mela mustafa barzani rusyada ile ilgili görsel sonucu

Kurdolojî Li Rûsya Federal

Piştî belav bûna Sovyetê gelek Kurdolog man li derveyî Rûsya, li Rûsya du navendên Kurdolojî man yek li Moskow yek li Sanktpetersbûrg. Li Moskow bêhtir dîrok, geopolîtîk, medya û xweza, li Sanktpeterburg ziman, edebiyat, folkor û coxrafya kar kirin. Di 2008 an de radyoya dengê Rûsya beşê Kurdî dest bi weşanê kir. Di 2016an de Zanîngeha Moskow dest bi xwendina ziman û dîroka Kurdî kir. Niha jî gelek qadroyên nû Kurdolog parastina doktora li ser Kurdan dikin. Di salên dawî de gelek tez di derbarê Kurdan de hatine parastin. Her dewlet ji bo berjewendiyên xwe li ser Kurdan lêkolînan dikin Rûsya jî weha dike. Bes ji berhemên Kurdologên Rûsya Kurd dikarin bigihên gelek dokumentê dîrokî. Rûsya niha jî di warê Kurdolojî de wek komplekt ilmekî bingehî navenda Kurdolojî li cîhanê ye. Li gelek welatan li ser Kurdan xebatên hêja tên weşandin, lê li tu welatan wek komplekt, enstîtûyek bi gelek akademîsyen li ser hemû babetên Kurdolojî kar bike nîne. Li Rûsya Kurdolojî wek ilm, perçekî orientalîzmê bi serê xwe ye.

4 – Di enstûtiya Kurdolojiyê de derbarê dîroka kurdan û bingehê kurdan de xwe gehandina agahiyên zanistî pêkhat an na? Ew lêkolînane çi tiştek li dîroka kurdan û pênaseya wan de zêde kir?

4-Xebatên Kurdolojî li Rûsya wek li her derê cîhanê ew ji di çarçewa berjewendîyên dewleta xwede li pirsa Kurd dinerin, lê li vir em nikarin bêjin xebatên Kurdologên Rusya wek xebatên orientalîstên Farisan ,Turkan û Erebane. Dema em li xebatên orîentalîstên Farisan, Tirkan û Ereban dinerin her dijberiya Kurdan û tehrifkirina dokument û bûyerane, ew jî diyare ji bo çîye. Bes tu problemek Kurdologên Rûsya wek a wan bi Kurdan re nîne ji ber wê em pir rehet dikarin bêjin berhemen Kurdologên Rûsya hinek tiştên em pêre ne hem fikir bin jî lê objektiftirin, her weha Kurdologên Rûsya lêkolînê gelek hêja li ser tarix, kultur, edebyat, folklor, etnografî, ekonomîya Kurdan kirin ku Kurd dikarin gelek sud jê wergrin. Heman wext de jêderen gelek hêjanin ji bo Kurdologên cîhanê. Em bi rihetî dikarin bêjin îroj berhemen Kurdologên Rûsya yek ji jêderên asasî yen lêkolînvan û akademîsyenên Kurdane ew jî jî mere dide rêdan bê çuqas objektiv û cihê baweryêne.

5 – Di dîroka Rûsyayê de navbera kurd û Rûsiyan de hûn peyvendiyekî dibînin? Rûs dema ku siyaseta Rojhilata Navîn ava dikirin, çi di dema Sovyetan de û çi dema Çar de kurd wek hevpeymanekî stratejîk dîtin an na?

5- Dema li têkilîyên Kurdan û Rûsan dinerim bi kêmayî di van 150 salê dawî de berya Şerê Cihanêyî Yekemîn dor salên 1910 de tekilîyên Ebdulrezak Bedirxan bi Rûsan re her weha salên navbera 1950 -1960 de têkilîyên Rehmetî Mele Mistefa bi Sovyetêre, her weha sala 2017 de jî dema bûyerên Kerkûkê Mesûd Barzanî têkilîyên bi Rûsya re di wext de bikar anî.  Ji bo hersêyan dikarim bêjim di navbera mutefiktî û partnertîyê de bu. Bes je pêve her pragmatik bûye her du alîyan jî pragmatîk têkilî kirine. Siyaseta Rûsya a derve wek a hemu dewletên zirhez (mezin) bi kêmayî ev 200 salê dawî li ser asasê krîzê ava bûye. Ev welatên mezin kriz li ku hebe ew li virin. Pirsa Kurd bi xwe krîze. Rusya ev nezî 150 sale  aktiv têkilîyên wan bi Kurdanre heye ev hemu instîtût li ser Kurdan avakirine, bi dehan kadroyên xweyî bi kurdî zanin amade kirine, bi sedan lêkolîn kirine bi sedan pirtêk liser kurdan çapkirine ev tev ji bo her dem pirsa Kurdî zîndî bimîne, lê ji bo Kurd bighên armanca xwe jî piştgirî heta dawî nekirine, dervî sê carên cidi bi kurdan re kar kirin ku Kurd desthilatiyê bi dest xin, careke ne çû serî (avkirina Komara Kurdistan a Mahabad) cara dudan çu serî tifaqa Otonomî a ku Sovyetî (Yevgenî Prîmakov) navbêncî bû (11 adare 1970) Kurdan fermî di yasaya Iraqê de Otonomî wergirtin. Cara sisêyan dewletên rojava Anglosakson bi Iranê û Tirkare li hev kirin dixwestin başûrê Kurdistanê teslîm bigrin wan temamî teslîmî hukumeta merkezi a Baxdayê bikin, lê Mesud Barzanî bi rêya têkilîyên dîrokî yê malbata Barzani li gel Rûsan peymana gaz û neftê bi Rusan re mohr kir û Herêma Kurdistanê ji abloka aborî û geopolitik rizgar bû. Ev peyman ji bo her du alîyan jî risk bû lê her du alî tevî hemû riskan ev proje birin serî û her du alî jî ji vê projê bi kar derketin. Rûsya pirsa Kurd ji bo bi karibin li hember Faris û Tirkan wek kart bi kar bînin zindî dihêlin. Dikarim bêjim heger Kurd bi xwe jî dev ji pirsa xwe berdin Rûs dev jê bernadin wê Rûsya her vê pirse zindî bihêle.

Bê guman dema li dîroka têkilîyên Kurdan bi Rûsan dinerim Kurdan ji pragmatîk tekilîyên xwe bi Rûsan re kirine. Kurdan hesibandine welatên Rojava piştgiriya Tirkan û Farisan dikirin wan jî dihesibandin di rêya dewletek mezin wek Rusya belkî bikaribin hinek destkeftî bi dest xin, di vêya de Kurdên berê şaş nekirine ji ber ku hêzên din yê cihane yê xurt piştgîri didan Faris û Tirkan, Kurd bê çare bûn. Ji ber wê Kurd û Rûs muhtacî hev bûn dujminê herduya partner bun, ji ber wê jî Rus û Kurd partner bûn (hevkarin), ne mutefîk bûn. Le serdema nuh konjuktur hatîye guhertin nuha Kurd him partnerê welatên Rojava (DYA û welatên Ewrupa) her weha partnerê Rûsya ne. Di tarîxê de tu car konjuktur wek nuha ji Kurdan re xweş nehatîye ku tev zirhêz bi kurdan re partnerin, lê Kurd vê rewşa nuh ku ji bo wen pozîtive baş bi kar nînin û nuha wext ne di berjewendîyê Kurdan de dihere.

Dixwazim pêşî derheqa arşîvên Rûsya de hinek agahî bidim. Dema em behsa dokumentên li ser Kurdan bikin arşîvên Osmaniyan, Farisan, Fransîyan, Îngîlîzan, Hindistan û arşîvên Rusya tên bîra me. Bi xwe mecala min ne bûye ez li arşîvên  Osmaniyan, Farisan, Fransîyan, Îngîlîzan, Hindistanê binerim. Bes li arşîv û muzexane destnivîsan çi Rûsya qeyserî çi jî Rûsya Sovyetî baş gerîyame. Ez bi rehetî dîkarim bêjim xezîna Kurdan di arşîv û muzeya destnivîsa a Rûsya deye, heger ez navê hinek arşîv û muzeya destnivîsa bidim wek minak Arşîva wezareta derve a Rûsya qeyserî, arşêva wezareta derve a Rûsya sovyetî, Arşîva eskerî a Rûsya qeyserî û Rusya sovyetî Arşîva PKYS, muzeya destnivîsa a rojhilat û gelekî din hene, van arsîv û muzeyan bî sedan OPÎS û FOND hene û bi hezaran dokument û destnivîs hene. Li ser pirsa we dikarim hinek minak bidim belgeyên tekilêyên serok eşîr, beg, mîr, Rexistinê siyasî Kurda bi Rusyare gelekin. Wek minak belgeyên têkilîyên Şêx Ubeydullah, Behlûl Paşa, Bedirxanîyan, Kor Huseyîn Paşa, Cihangir axa, Mîrze axa, Simko axayê Şikakî, Barzanîyan, Rêxistina cemiyeta tealî a Kurda, Komîta Azadî ûhwd. Evana ji sedan yeke behs dikim.  Pir heyê ku Kurd pir kêm dikevin van arşîvana dema min li van arşîvan kar dikir mirov dibîne ki berya mirov hatine li van FOND û OPIS a nerîne pir kêm insana le kar kirine li gelek cihan yek a du kes li van arşivan nerîne ew ji bêhtir rojhilatnasê Rûsin. Wek tê dizanîn karê arşîva bi teybet karekî weha wek arşîvên Rusya derbarê Kurdan de bi vê meznayê, ku karekî kolektîve. Di sala 2013 de dema li universîta Atûklû a Mêrdîn mamoste bûm li gel Rektorê universitê birêz Serdar Bedhî Omay û birêz serokê Enstîtûtûya ziman û çanda kurdî li Unêversîta Mêrdîn Kadrî Yildirm min behsa ku em bikaribin Arşîvên  Osmaniyan, Farisan, Fransîyan, Înglîzan, Hindistan û arşîvên Rusya bînin Universita Mêrdîn Enstîtûtûya ziman û çanda kurdî ku mamosta û xwendevan bikaribin li ser van dokumentana lêkolîn û teza amade bikin. Ji ber mamostên hevalen me ji gelek welatan ku arşîva Kurdan lê hene hatibûn me li unîversîta Mêrdîn ders didia. Min got em dikarin ji Rusya de dest pê bikin paşê hevalên din jî welaten jê hatine dikarin karekî weha bikin herduyan jî gelek kêfa xwe anîn, û me xwest bi koleksyona Aleksander Jabba destpê bikin peşî çend caran bi tenî çûm Moskova ê Sanktpetersbûrgê, ji ber min berê li hinek jivan arşîvan kar kiribû min gelek nas dikirin, paşê li gel Kadrî xoca çend caran çun Moskova ê Sanktpetersbûrgê paşê jî li ge Birêz Serdar Bedhî Omay û birêz Kadrî Yildirim em çun me koleksyona Aleksander Jabba anî Universita Mêrdîn. Ev kar bi zehmetiyan dor salekê kişand heta me dikarî bû koleksyona Aleksander jabba bi anîya Universîta Mêrdîn. Pir heyf paşe ez vegeryam Swêd piştre diyare ev kar dewam nekir Bes bi anîna koleksyona Aleksander Jabba sekinî. Bi dehan koleksyon û xebatên wek yên Aleksander Jabba di arşîvên Rûsya de hene wek Ya Mînorskî, ya Averyanov ê gelekî din. Nuha jî spasîya herdu birêzan prof. Serdar Behî Omay û birêz Kadrî Yildirm  dikim ku me bi hevre piştî xebatek dûr û dirêj û zehmet me karîbû Koleksyona Aleksander Jabba bi anîya ber destê Mamoste ê xwendevanê Unîversîta Artûklû a Mêrdînê. Ji bo çi min behsa vêya kir dixwazim bêjim karê arşîva karekî kolektive ê zehmete. Pîr heyf gereke Universîtên Herêma Kurdistanê ev kar bikira, lê pir heyf xwe nedan ber karekî weha.

6- Ji dîrokê heta roja me ya îro rêveberiya Rûsyayê derbarê kurdan de stratejiya wê hûn çawa dinirxînin? Plana wê ya paş a dîrokî çiye? Rûs, kurdan wek hevpeyman dibînin?

6-Wek min li jor jî behs kir di van 150 salê dawî de ji welatên rojava ferqtir siyaseteke Rûsya a Kurdan heye. Siyaseta wan ku bi kurtî bejim herdem dixwazin pirsa Kurd zîndî be lê tu caran piştgirîyek heta dawî nedane Kurdan ku Kurd bighên armanca xwe. Ji alî Rûsya de zîndî bune pirsa Kurd ji demên berê de ji bo wek karta li hember Inglîz, Fransa, Osmaniyan (Tirka) û Farisan (Îran) bi kar bîne, li vir tişta dibînim Kurdan ev siyaseta Rûsya ku pirsa Kurd her dem zîndî be baş bi kar neanin. Sê caran Kurdan xwest bi kar bînin careke 1945 di protsesa avakirina kamara Kurdistan a Mehabad ev ne çu serî, careke ji 1970 de rehmetêyê Mele Mistefa bi kar anî bi navbeêncîya Rûsya Kurdan li Iraqê otnomî vergirtin û sala 2017 de dema bûyerên Kerkûkê Mesûd Barzanî têkilîyên bi Rûsya re di wext de bikar anî. Ji ber dewletên rojava Anglosakson bi Iranê û Turkare li hev kirin dixwestin başûrê Kurdistanê teslîm bigrin wan temamî teslîmî hukumeta merkezi a Baxdayê bikin, lê Mesud Barzanî bi rêya têkilîyên dîrokî yê malbata Barzani li gel Rûsan peymana gaz û neftê bi Rusan re mohr kir û Herêma Kurdistanê ji abloka aborî û geopolitik rizgar bû ev peyman ji bo her du alîyan jî risk bû lê her du alî tevî hemû riskan ev proje birin serî û her du alî ji ji vê projê bi kar derketin. Jê pêv bi ya min Kurdan ji konjukturên dihata avakirin li herêma Kurdistan têdeye, Kurdan ev têkilî baş bi kar neanîne. Her weha wek nuha vê fersenda 30 salên dawî Ku tev welatên zirhêz dijberîya Kurdan nakin, lê Kurd vê fersendê bi kar nînin. Dema em li dan û stendinê  Kurdan û Rûsan dinerin pîştî şerên Rûsan bi Osmanî û Farisan re bi teybetî piştî salên 1830 ku Graf Paskevîç lî navçeyê Kurdan ku grîngiyek teybet dide tekilîyên bi Kurdan re, ji ber wê têkilîyên wî bi gelek serok eşîr û begên Kurdare xurt dibin. Kurd jî gelek qimetê dididn Graf Paskevîç, di nava Kurdan de Graf paskevîç gelek populer dibe. Em dibînin dema salên 1829 şerê navbera Osmanîyan û Rûsan de, rusan ordîyek ji eşîrên Kurda çekirine her weha piştre ji sala 1853 de jî 2 ordi ji Kurdan çekirine û em dikarin bêjin ku di vi şerî de bi piştgirîya Kurdan Rusa Osmanî şikandin. Wê demê Kurdên Êzîdi bi serokatîya Hesen axa piştgirîya Rûsan dikirin. Di heman demê de serokê sancaxa Bazîdê Behlûl paşa bi Rûsan re di tekilîyan de bu ku bi hevre li dijî Osmanîyan şer bikin, li alîyekî din Mîrên Kurdan wek mîrê Rewandûzê, Mîrê Hekarî û mîrê Behdînan xwe tevî şer nekirin. Di sala 1855 de em dibînin xanê Qersê Qasim paşa ku Kurde bi generalê Rusan Babatov  re tifaqe dike ku Qers bikeve bin hukmê Rûsan. Di şerê navbera Rûsan û Osmaniyan yê salên 1877-1878 de Eşîrê Kurdên Zaza bi rêya konslosê Erzrumê alîkariyê ji Rusan dixwazin ku li hember Osmaniyan şer bikin û Rus alikariya wan dikin ku şerê Osmaniyan bikin. Li vir dixwazim tiştekî gîring bêjim Ermenî ji vê tekilîyên Rûsan û Kurdan aciz bûn û her muhawele dikirin xera bikin. Gelek dokumentên arşîva yê erkana eskerî a Rusya li kafkasya di serdemê şerê Rusan û Osmanîyande raporên ku ji Sanktpetersburgre rêkirine dide diyar kirin heger ne grûpên çekdarê Ermeniyan yê di nava ordîya Rûsya de ba wê tekilêyên Kurdan û Rûsan xweştir ba. Û gelek eşîrên Kurdan ne dibûn Alayê Hemîdîyê an yên bûbûn jî dixwestin ji nav alayên Hemîdîyê derketana. Di raporên xwede eşekere  dinivîsin dibên  ”Lazime em çarakê ji grûpen Ermenîyanre bibînin ew dibin sebebê têkilîyên me û Kurdan xera bibe. Dema em derbasî gundê Kurdan dibin Kurd bi dilxweşî pêşewazîya me dikin bes gelek grûpê Ermeniyan bê haya me jê hebe erîşî gundê Kurdan dikin wan dikujin, gundêwan dişewitîne û li talane wan dixin û dibe sebebê Kurd ji me sar dibin û dur dikevin’’. Di heman demê de lî Kurdistanê serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî dest pê dike di vî şeride weha diyare Rûs tirsa wan heye ku Şêxê Kurdan tesirê li Kurdên Qersê-Serhedê bike ku Qers u gelek van herêman di dest Rûsan debu, ji ber wê alikariya Farisa dikin ji bo rê li ber Şêx Ubeydullah bigrin.

Dî serdemê Şerî Cîhanê Yekemin em cardi dibînin Tekiliyên Rusan bi serok eşîr, beg û mîrên Kurdan re carde aktiv dibe wek minak serdana Yusif Kamil Bedirxan û serokê eşîra Heydera Kor Huseyin Paşa ji bo Rusya qeyserî bi Rusan re hevhevdîtina dikin ji bo avakirina Kurdistanekê di bin hîmaya Rûsya qeyserî de, hevdîtina Şêx Ebdulselam Barzanî û Simko axayê şikakî bi Rûsan re her weha hevdîtina Ebdulrezak Bedirxan li gel Rûsan. Sala 1922 de Rûs dibin navbencî di nav bera Simko axa de û rejîma Îranê de û Rus ji Îranê daxwaz dikin di bin serokatîya simko de heremek otonom bi ava kirin. her weha hevdîtina Ebdulrezak Bedirxan li gel Rûsan. Di sala 1914 de tekilîyên şex seid eliyê hîzani li gel rusan serhildanekê li hember Turka bike dema  bê wext serhildan dest pê dibe telebê wî melle selîm pîstre demeke mecbur dibe xwe davê konslosxana Rûsan. Her weha Şêx Şahabedin û 5 hevalen xwe dema dixwazin derbasî nav Rûsya bibin ji alî Tirkan tên girtin u wan dadilqînin yek ji suçe wan itham dikin bi hevalbendîya rûsan wan gunehbaran dikin. Têkilîyên wan bi Xalid Begê Cibrî re .Yusif Begê Bîtlîsî re û gelekî dinre. Ji bo çi min hinek bi frehî behsa vanan kir dixwazim bejim tîkilîyên Kurda û Rusan ji kevnde gelek aktiv buye. Ev tiştana ku li jor min behs kir û her weha wek gelek bûyerên din ku bi teybet orentalistên Tirka û Farisan bi tehrifkirina dokumentan û bûyeran dixwazin Kurdan manîpule bikin û berê Kurdan bidin alîki ku ew dixwazin.

Piştî Şerê Cîhanêyê Duyemîn di elite siyasî a Kurdan de transformasyon çê bû li şûna Kurdên traditsionel/Konservativ (kadroyên ji Malbatên xwedi otorîte- bi esil) ku bi hisê netewîyî xurt ku her tiştên xwe fedayi doza welat ê milletê xwe kirin, li şûna wan peşî dewletên dagirker xwestin bi dizî û eşkere Kurdan ji hundur de bigrin (Agent of influence ajanên bandorê her weha bi dizî li ser navê Kurdan dezgeh ê rexistin ava kirin) heman wextê de rê ji mirovên kozmopolit, populist xwedi şuurek zeîf a milli ku xwediyê şuurek sindroma Stockholmê, bê ku bi zanibin di bin hişmendiya xwede di bin têsira fikra qewmîya Tirki (Kemalîzm). Fikra qewmiya Erebi û Farisî de derketin ser dika siyaseta Kurd. Van kesana bi sloganê radikal wek serxwebûn û gotinê qelew siyaset dikirin û nuha ji dikin. Bes tu li helwestê wan yên li hember buyeran dinerî ne bes ji serxwebûnê ji doza Kurd durbûn û dure bêhtirê vana wek çep tev digeryan û digerin lê di rastiya xwede ilhama wan ne hereketa çep a universal a cîhanî bû. Îlhama xwe ji çepên Tirk, Ereb û Farisan distend û vana Kurd manipule kirin, ker û lal kirin xwestin Kurd li tarîxa xwe çewt binerin û rêber û serokên Kurdan sedsala 19 de ku siyaseta reel/waqaî ji bo destkeftîyan ji Kurdan re bi dest xin wek dijberê serxwebûnê bi nav kirin/dikin ku di çavê Kurdan de reş bikin. Bê guman di vê serdemê de kadroyên bi aqil û welatperwer ji hebun. Lê di qelabalixek weha de dengê vana ne diçû kesekî. Wek minak ku nuha li Bakurê Kurdistanê pirsa Kongre Sîwasê û Erzrûmê aktule ku xwedê girabî di van kongreyan de Kurda biryara dane ku li gel Turkan ra bîjîn. Di rastîya xwede dokûmentên dîrokî ji mere dide rêdan ku ji binde ne weha ye ji ber di vê serdemê de efserê ordiya Osmanî Kazim Karabekir li wilayetî şerq (Kuristan) ber pirsê ordiya 14  ye ji Mistefa Kemal re telegrame rê dike ku li wilayetî şerq fikra millî a Kurdi xurt dibe Itihadçî dixwazin Kongra li darxin. Em dikarin bêjin kongra Erzrûm û Sîwasê ne Mistefa Kemal a Itihatçiya li dar xist. Lê Kurd wek îrada sîyasî beşdarî ev herdu kongra ne bûne. Qesda min ji îrada siyasî a Kurda Komita Azadî ye. Her weha dixwazin rewşenbîr, û serokên Kurda sedsal XIX û XX di çavê raya giştî Kurdan de reş bikin wek ku xwedê giravî ji Kurdan re desthilati an dewlet ne dixwestin dixwazin ku rêberên Kurda yên wek Yusuf Ziya Begê Bitlisî û Hesen Heyrî Begê Dersîmê bi tehrifkirina buyer û dokumentan di çavê Kurdan de reş bikin, lê tarix ji mere dide rêdan ku, ku piştî Mistefa Kemal Musil teslîmî îngîlîza kir em dizanin Yusif Ziya û Hesen Heyrî erîşî dijwar tînin ser Mistefa Kemal ku ji bo çi Mûsil daye Îngîlîzan. Her weha ev her du rêberên Kurdan tevî gelekî din piştî Mistefa Kemal Musil teslîmî Îngîlîza kir, ev dikevîn nava xebatekê Kurdistanekê ava bikin. Her weha ev dokumetên arşîva ji mere dide rêdan berovajî. Wek mînaka Xalid begê Cibrî  û Kor Husên paşa her duyan jî ji Rûsan xwestîne ku dewletek Kurd di bin himayeta Rûsya Qeyserî de ava bibe. Ji ber wê divê em li dokêmentan miqatebin nek ku kî çi bidin berme em qebul bikin. Divê em li orjinal û tehrifkirna dokûmentê miqatebin. Pir heyf îroj xêrnexwazên Kurdan ji şerê tifingê behtir şer bi mejiyê Kurdan re dikin ku wan ji rastîya welat û milletbuna wan bi durxin. Tehlûka herî mezin nuha li pêşya Kurdan eve.

Her weha dixwazim bêjim li pirsa Kurd ne li Moskow, ne li Washington, ne li London u ne ji li paytextê welatên Ewrûpa tu cari bi awayeki bi edalet lê nehatiye nerine ve doh ji îroj jî wehaya. Teva xwestine pirsa Kurd ji bo armancê xwe bi kar bînin. Li vir yek kemaya Kurdan hebûye ku tevgera Kurd dervi çen caran min li jor behs kiribu nikarîbun dema berjewendîyê wan û dewletên mezin dighê hev vê rewşê di berjewendiyên xwede di wext de bi kar bînin. Ev doh jî û îroj jî wehaye.

Jînenîgarî:

Ekrem Onen ji malbatek naskirî  serokeşîrê Bakûrê Kurdistanê ji Dêrîka çiyayê Mazî ye. Ekrem Onen di sala 1960 de li Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Surîyê) li gundê Dirbêsîyê Telika mala Cemîl paşa ji dayîk bûye

Ekrem Onen piştî dibe 2 salî, bi malbata xwere vedigere Dêrikê û heta 18 saliya xwe li Derîkê dibistanê (lise) xelas dike. Di darbeya eskerî a 12 îlonê 1980 de, Ekrem Önen ji ber xebata sîyasî mehkûm dibe Ew mecbûr dibe derbasî Kurdistana Surîyê dibe. Sala 1982 de berê xwe dide Yekîtîya Sovyêtê. Li Unîversîtêya dewletê ya Moskvayê, dest bi xwendina bilind dike. Piştî xelaskirina fakultê li heman univetsîtê mastêr hildide, paşê jî doktora dike. Pîştî parastina doktorantûrê li bajarê Stokholm yê Swêdê bi cîh dibe. Li Wezareta kûltûrî a Swêdê li beşê medya kar dike, herweha li kitêbxaneya kurdî a Stockholmê   di rafyoya Rûsya Spuynîk Kurdî de heftê du bernameyê analiz: Postskrîptûm û Aktuel amade dikir û paşê wek mamosta li Unîvêrsîta Artûklû a Mêrdînê di beşê kurdî de wek dosênt mamostatî kirîye. Nuha li navenda ziman a Stockholmê (Språk centrum) kkar dikr. Ekrem Onen xwedîyê gelek gotar û berhemên zanistîyê ye. Gelek berhemên wî yên hevpar bi kurdnasên wek M.Lazarêv, Şakiroyê Xudo, M.Gasretyan, O.Jigalîna û gelek kurdnasên din re hene.

Ekrem Onen hemwelatîyê Rûsyayê û Swêdê ye, zewicîye, qîzeke wî heye, di gel malbeta xwe li Stokholmê ya paytexta Swêdê dijî.

Malbata Ekrem Onen çend caran ji alîye dewleta Tirk ve hatîye surgûn kirin. Cara pêşîn piştî serhildana Şêx Seîd a sala 1925 surgûnî Îzmîr-Tîre dikin, cara duduyan piştî serhildanên Araratê û Dêrsimê di serdema şerê cîhanê yê duyemîn di sala 1942 de surgûnî nava Tirka, bajarê Muxlayê Qeza Koycexîzê dikin.

BasNews  – Serpil Güneş