Usama Silêman Mensûr Hilalî (jidayikbûn 1979 li Qamişlo), çûye dibistanê heta pola nehan. Ew demeke dirêj li Siûdiya Erebî dijiya, berî heft salan, berî ku ew vegere Qamişlo û dikaneke alavên boyax û sipîkirinê li nêzîkî mizgefta Qasimo veke. Hilalî ji çalakvanên destpêkê ye, yên ku li herêmên kurdî xwenîşandan li darxistin. Îro ew damezrêner û amirlîwayê yekîneya Mişel Temo ye, ya ku bi çekan li dijî rêjîmê şer dike.