Zêlîmxan Mûsoyêv cara 4. li Rûsya bû parlamenter

    Belav bike

    Wek tê dizanin, li dawîya sala par hilbijartinên Dûma dewleta Rûsyayê derbaz bûn. Zêlîmxan Mûsoyêv di navnîşa partîya here mezin ya bi navê «Yêdînnaya Rossîya» («Rûsya yekbûyî») de dihate hilbijartinê, lê mandata (nasnama) nûnervanîyê wê demê para wî neket. Berî hingê ew sê caran li ser hev îdî bûbû nûnerê Dûmayê.

    16-ê hezîrana îsalin di civîna Şêwra tewre bilind ya partîya «Rûsya yekbûyî» biryar kirin nasnameke azabûyî bidine qeza Svêrdlovskê, yekê jî bidne Komara Teteristanê. Xûdanên wan mandatan, ku endamên partîya «Rûsya yekbûyî» bûn,   destpêka bahara îsalin li Krêmlê derbazî li ser qulxên dewletê bûbûn. Lema jî wana bi fermî dest ji nasnamên xwe yê nûnervanîyê  kişandin. Herwaha ji hêla qeza Svêrdlovskê ve Zêlîmxan di navnîşa partîya Dmîtrî Mêdvêdyêv de bû. Ji ber vê yekê jî mandat gihîşte wî. Em wê jî bêjin, wekî çendekî berê Zêlîmxan Mûsoyêv hate bijartinê wek endamê Şêwra tewre bilind ya partîya «Rûsya yekbûyî». Zêlîmxan wê di nava karê partîyayê de bi taybetî sîyaseta netewî bimeşîne û pirsên netewên Rûsayê ve mijûl bibe.


    Bi rastî jî eva behsa ji bo me şabûneke mezine. Em bi dil û can birêz Zêlîmxan Mûsoyêv pîroz û bimbarek dikin û di xebata wî de serkeftinê û hêlanên nû dixwezin. Em bawerin, wekî ewê bala xwe bide li ser kar û barên olkên kurdaye cihê-cihê yên li heremên Rûsyayê  û alîkarîyê bide çareserkirina pirsgirêkên wane netewî.

    Hewceye, ku em îro hinekî nasîya  xwendevan û bîneran bidne jîyannîgarîya vî camêrî.

    Zêlîmxan Mûsoyêv 13 çirîya pêşin (oktobr) sala 1959-an li bajarê Tbîlîsê di mala êzîdîyan de ji dayîkê bûye. Bavê wî zapitê polîsan bû, di nava gelê me de mirovekî bi qedir û sîyanet bû, lê dîya wî jineke esilzade û xwendî bû. Zêlîmxan 10 salî bû, gava dê û bavê wî di nava çar mehan de li dû hev çûne li ser dilovanîya xwe. Dîya wî nexweş ket û çû rehma Xwedê, lê bavê wî piştî mirina xanima xwe gelekî ber xwe ket, tab nekir û kerbî wê nexweş ket û di demeke kin de jîyana xwe dest da. Wê demê  Zêlîmxan, birayê wîyî biçûk–Amîrxan û du xûşkên wî sêwî man. Ji bo wana gelekî dijwar bû. Mirovên wane nêzîk herçiqas piştgirîya zarokan dikirin, lê car-carana ew dibirine sêwîxanê. Li wir ewana teyax nedikirin û herdem ji sêwîxanê direvyan.

    Hema di biçûktîyê de Zêlîmxan kar dike, ji bo bira û xûşkên xwe dibe him dê û him jî bav, pêra jî di dibistanê de dixwine. Piştî dibistana navîn ew salekê-duda kar dike: makîna barbir dajo. Dû re ew du salan li eskerîyê qulix dike. Sala 1989-an ew fakûltêta êkonomîkayê ya înstîtûta mihendizîyê ya bajarê Volgogradê bi şêweyê dûreke xilaz dike. Sala 1987-an (dema hela xwendekar bû) ew dezgeya cildirûnê saz dike, ya ku cil û bergên mêran yên zivistanê berdida. Di demeke nêzîk de Zêlîmxan dezgeyên usan li Ûkraînayê, Ermenîstanê û Moskvayê jî vedike. Ew malêva cîguhastî Moskvayê dibe. Wî kiviş dikin wek serokê Asosasîya kar û barên aborîya der yên dezgeyên biçûk û navîn li Yekîtîya Sovêtê. Salên 1994-1995-an ew dibe midûrê fîrma «Amîr», dû re serokê şîrketên bi navên «Amîr-Împêks» û «Promînkor».  Lê van 15 salên dawî Zêlîmxan Mûsoyêv seroketîyê li Şêwra dîtindaran ya karxana Ûralêye lûleyên neftê (qeza Svêrdlovskê) dike. Eva karxana yeke here mezine ne ku tenê li vê herêmê, lê usan jî li Rûsyayê.

         Sala 1999-an cara ekemîn Zêlîmxan bû nûnerê Dûma dewleta Rûsyayê. Salên 2003-an û 2007-an jî ew dîsa hate hilbijartinê. Lê van rojan ew cara çaran bû xûdanê nasnama nûnervanîyê ya parlamênta Rûsyayê.

             Salên nûnervanîyê Zêlîmxan Mûsoyêv karekî mezin kirîye. Ew bûye xudanê weke 10 projeyên hiqûkdarîyê û qanûnvanîyê. Salên dirêj ew wek cîgirê serokê komîtêya karûbarên der ya Dûma dewleta Rûsyayê xebitîye. Ew usan jî endamê koma navberîya parlamêntan ya Asamblêya Şêwra Avropayê bû. Sîyasetmedarên Rûsyayê Zêlîmxan Mûsoyêv nas dikin wek hevkarekî xweyî herî jêhatî û cêribandî, yê ku dikare di rewşa here giran de rê û dirbên çareserkirina pirsgirêkên aborî bibîne û bîne sêrî. Gelek caran ewî sipartinên Prêzîdêntê Rûsîyayê li ser dereca blind qedandîye. Pevgirêdanên wîye baş bi  parlamêntên van dewletan re hene: Îran, Îraq, Tirkyê, Gurcistan, Ermenîstan, Azerbêcan û yên mayîn. Ew usan jî çûye Kurdistana Başûr, bi seroketîya herêmê re rûniştîye û daye-stendîye.

             Zêlîmxan Mûsoyêv ji bo xebata xwe ya bêqusûr bi gelek xelatên dewleta Rûsyayê ve hatîye rewakirinê: ordêna Dostanîyê, mêdal ordêna «Ji bo emekê li ber Weten» ya dereca 2-an, ordêna civakî ya «Netewê Rûsyayê» û gelekên dinê.

    Zêlîmxan  7 zimnan dizane. Ew xudanê du pirtûkane: «Di navbera dema bihûrî û pêşerojê de» û «Jîyana bi îsaf».

    Zêlîmxan Mûsoyêv zewicîye, bavê 5 zarane. Du kurên wî–Amîran û Alîk bi bîznêsê ve mijûlin.

    Zêlîmxan dema xwe ya aza hiz dike makînên kevnar nûjen bike. Kolêksîya wî ya makînên usan heye. Ew wêjeya dîrokî jî hiz dike û dixwîne.  

     

    PRÎSKÊ MIHOYÎ,

    cîgirê serokê beşa çapemenîyê ya Wezîreta

    çand û weşanan ya Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya),

    endamê Fêdêrasîyona rojnamevanên navnetewî.