Bîranîna Şêx Seîd û rêhevalên wî

    Belav bike

     
    29ê Hezîranê salvegera daleqandin û cangorîbûna Şex Seîd û 47 rêhevalên wî ye. Bi boneya bîranîna wan û bi hezaran şehîdên bênav ên Raperiya Şêx Seîd, min pêwîstî dît ku vê bûyera dîrokî, bi kurtî be jî careka din li ber çavan raxim.
     
    – Destpêkirina raperiyê û derfetên dijberan
    Raperî, di 13ê Şibata 1925ê de dest pê kir û herêmên Çewlik, Amed, Elezîz, Mûş, Riha û Mêrdîn kişand nav xwe û di 14ê Nîsana 1925ê de bi xwindarî hat pelişandin.
    Raperî, li gundê Pîranê (vêga navçe ye), bi provakasyona fermandarê qereqoleke cendermeyên tirk destpê kiribû. Kurdan ji neçariyê û bi pêşdemî zend û bendên xwe girêdabûn û dest avêtibûn çekan. Di destpêka raperiyê de, rêxistinîbûna serhildêran gellek lawaz bû. Ya heyî jî ne nûjen bû. Ne xwedî çekên bibandor bûn. Têkiliyên wan bi derve re tunebû, qet derfetên wan tunebûn ku tiştên diqewimin jî bigehînin civata navnetewî.
    Lê derfetên Kemalîstan gellek zêdetir bûn. Bi fransiyan re Peymana Enqerê (1921) îmze kiribûn. Bi vê peymanê, artêşa tirk ji xeta rêhesinê ku di xaka Sûrîye re diborî, sûd werdigirt û hêzên leşkerî di ser Mêrdînê re digihandin Amedê û bi vî awayî serdestî dixist destê xwe. Wê serdemê Sûrîye hê di bin dagirkeriya Fransa de bû. Her çiqas desthilata Kemalîst û çapemeniya Tirk wisa propaganda dikirin jî, ti têkiliyên serhildêran bi ingilîzan re tunebû. Berevajiyê wê li dar bû.
     
    – Şex Seîd bibextî hat girtin
    Şêx Seîd di 15ê Nîsana 1925ê de ketê destê tirkan. Serdare malnişîn Qasim, Şêx Seîd dabû girtin. Qasim kurd bû, lê di nav serhildêran de sixuriya artêşa tirk dikir. Gava qedera raperiyê diyar dibe, Şex Seîd berê xwe dide Îranê. Ew û hin rêhevalên wî, li herêma Varto hewl didin ku Çemê Murad biborin. Lê Qasim û xizmên wî, Şêx û rêhevalên wî hêsîr digrin û radestî artêşa tirk dikin. Qasim paşê paşnavê Ataç girt û mişextî Sökeya herêma Egeyê bû. Piştî salan li Elêzîzê bicihûwar bû û li wir mir.
     
    – Tevdirên desthilata Enqerê
    Mustafa Kemal, hunermendê komkujiyan Ismet Inonû kir serokwezîr. Dûvre Kemal û Inonû, bi rekberên xwe Kazim Karabekir re li ser tevdiran li hev hatin. Çiqas dijberên dijwar bûn jî, “li ser pirsa zîz a netewî ramana wan yek bû!” Di 4.03.1925 de Zagona Aramiyê (Takrir-i Sükun) derket û bi pê, herêmên Kurdan ketin nav tixubên rewşa awarte. Êdî tenê gotinên fermandarên leşkerî dibûrîn. Encam erjeng bû: Bi sedan gund hatin ruxandin û herî kêm 15 hezar Kurd hatin kuştin.
    Ji bo herêmên raperiyê Dadgeha Îstiqlalê ya Rojhilat hat damezrandin. Ji bo lidarxistina biryarên daleqandinê yên Dadgeha Îstiqlalê ya Enqerê, pesendkirina parlamenê pêwîst bû. Lê li Amed û Elezîzê dadgehê bê pesendkirinê daleqandin dikirin. Ne dadgehên hiqûqê bûn, yên siyasî bûn, têgehen weke maf û azadiya mirovan qet nas nedikirin. Dadgehê tenê biryarên daleqandinê didan. Sedem jî ev bû: “Raperî bi ramanê avakirina Kurdîstanêka biserxwe derketiye. Mirin û kuştina vî giyanî erka herî pîroz e. Ji wêkê kesên li Kurdîstanê bibin serok û rêber, divê neyên bexşandin. Yek mebeste me heye, ji bo em bigihênê, ger pêwîst bê, emê derkevin ser zagonan.”
    Ev dadgeh di serdema 14.04.1925-7.03.1927 de, zagona wê jî heya 28.04.1949 di meriyetê de man. Dadgeran bi biryarên xwe, ji leşkeran zêdetir Kurd kuştibûn. Serokê dadgehê Hacim Muhittin “ji ber ku 146 kes daleqandibû, westiyabû û diviyabû behna xwe berde û lewma ji Serokwezîr İsmet İnönü rê dixwest.”
    Dadger û dozgeran him bertîl dixwarin, him jî biryara daleqandinê didan. Dest tanîn ser mal, war û semyana girtiyan. Tenê bi mebesta bertîl û serestandine însan dihatin girtin. Qedrî Cemil Paşa diyar dikir, ku ji bo rizgarkirina endamên malbata xwe, bi hezaran zêrên sor dabûn Ali Saip û endamê dadgehê Lutfu Mufid û balafirek jî diyarî artêşa tirk kiribûn.
    Endamêkî dadgehê Ali Saip Ursavaş, ku kevnefserekî cenderme bû, ji Kerkukê, ji binemaleke Kurd dihat. Bi kurdî zanîbû. Di darizandin û daleqandina Şêx Seîd de roleka girîng û kirêt dileyist. Paşê Kemalîst jê kerixîn. Di 1935 de bi tevlîbûna xwedegiravî plangeriya kuştinxwaziya Mustafa Kemal hat sûcdarkirin. Di dadgehê de Ursavaş, girî, kurdîtiya xwe inkar kir û got ku “ji de û bav tirk e û him jî tirkekî tam e.” Paşê di tifaqeke şikdar a trafikê de mir.
     
    – Doz, darizandin û daleqandina Şêx Seîd
    Doza Şex Seîd, di 26ê Gulana 1925ê de li Amedê dest pê kir. Dadgeh salona sînemayekê bû û bi alên tirk hatibû xemilandin.
    Temaşeger hemû jinên efseran bûn. Runiştin di bin heqaretan de dibûn. Dest û piyên girtiyan di nav qeyd û zincîran de bûn. Tişta dibû xwepêşandana hêza siyasî, verişandina kîna nîjadperest bû. Di 10ê Nîsana 1925ê de Şex Seîd deranîn pêşberî heyeta dadgehê. Di 28ê Hezîranê de derbara wî û 47 rêhevalên wî de biryara daleqandinê dan. Biryar, di salonê de ji alîyê nîjadperestan ve, bi çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Daleqandin di bersibeya 29ê Hezîrana 1925ê de, li Amedê li taxa Dagkapi hatin lidarxistin.
     
    – Encam û bûyerên dûvre
    Kemalîstan, raperî ji bo mebestên bêbext û kirêt, weke keyseka zerîn bi kar anîn. Ji rêvebirên Azadiyê Yusuf Zîya Beg, di 14.04.1925 de hat daleqandin. Serheng Xalid Begê Cîbranê, serokê rêxistina Azadî, ji ber ku leşker bû, hat gulebarankirin. Di 27.05.1925 de Seyid Abdulkadir, kurê wî Seyid Muhammed û Kemal Feyzî, Sadiyê Paluyî, Xoce Eskerî û parêzer Xoce Ahdî hatin daleqandin.
    Bi mehneya Raperiya Şêx Seîd, li dijî gelê Kurd sê dezgehên din xistin meriyetê. Yekem: Zerevanên gundan ango cerdevan. Duyem: Koçberî ango bi zordarîyê bicihkirin. Seyem: Parêzgariya herêmî. Bi Zagona Pêşilêbirîna Nijdevaniyê (Qanuna İzale-i Şekavet; 8.10.1923), rê ji bo avakirina hêzên milîs dihat vekirin. Desthilata Enqerê, di bin serokatiya hin axa û serokeşîrên kurd de hêzên milîs damezrandibûn û ji van re digot “Hêzên Netewî (Kuvay-î Millîye)”. Zagon heya 1962 di meriyetê de ma.
    Bi Zagona Bizordariyê Bicihkirin: Valekirina herêmên raperiyê, koçberkirin û pişaftina girseyên Kurd, desteserkirina mal û semyana wan û bi vî awayî rêlibergirtina kombûna semyana netewî û herwiha çêbûna burjuvayeke netewî dihatin armanckirin. Wisa jî bû: Bi sed hezaran Kurd koçberî bajarên Anadoluyê bûn û bi salan nikarîbûn bizivirin welatê xwe.
    Di 26.06.1927ê de bi zagona hejmar 1164, dezgeha Şêwirmendiya Giştî kete di meriyetê de. Weke ku rewşa awarte ne bes be, Kurdîstan ji nûve, li gor pîvanên kargeriyî û siyasî hat parvekirin. Şêwirmendên Giştî bi hêza parêzgar û fermandarên leşkerî, bûn serdestên herêman, jiyana civakê kete di bin bandora wan de. Zagona Rewşa Awarte ya Parêzgarê Rewşa Awarte ya 1987 (Zagona OHALê), ji ezmûna Zagona Aramiyê û ya Şêwirmendiya Giştî dihat.
     
    – Encam
    Ên îroroj em ji wan daxwaza çareseriya pirsa Kurd û demokrasiyê dikin, zarokên ev karesat anîn serê gelê Kurd in. Em jî, zarokên ên gorên wan hê neeşkere ne, ne. Hişmendî û helwesta wan li himber me hê jî neguheriye. Di dîrokê fermî de ew mafdar, bav û kalên me xayin in. De ka li vê sosretê binêrin!
    ——————————————————————————-
     
    Ên biryara daleqandinê wergirtî:
     
    Ali Babanê ji eşîran Yamak, Baba Beg (birayê Kamîl Begê Toxliyanî), Bahri Beg Mûşî, Cendermeyê Çerkez Xalid, Ebdilletîfê Beg (kurê Kamil Begê Xinisê), Ereb Abdî, Feqî Hesen Fehmî, Hecî Salih Bege Hênê, Heci Xalidê Bilikî, Hesenê Salih, Hesenê Xanê yê kurê Beg, Izzet Bege Xêrîbê, Kamilê Xalidê Tokiyanî, Mamosta Mele Cemîlê Musyanê, Mehmud Begê (kurê Mistefa Begê Xanê), Mele Emînê Bilikanî, Mele Mehmudê Pîranê,
    Midûrê nahiyê Teyyîp Elî, Mihemed Beg (kurê Xelîlê Qargapazarê), Mihemed Beg (kurê Izzet Beg), Mihemedê Mûşê, Mistafa Begê Hênê, Qadir Begê Madenê, Sileyman Beg, Sileyman (kurê serokeşîra Az. Emer Demîroxlu), Sileymanê Hesenê Sinikê (ji Şinêk, gundê Darahênê),  Sileymanê Şerîf Beg, Şêx Ebdilahê Çanê, Şêx Ademê Hênê, Şêx Brahîmê Çanê, Şêx Ebdilahê Malekanî (zavayê Şêx Seîd),  Şêx Abdillatîfê Termê,
    Şex Celalê Xarpetê, Şex Cemilê Zoravayî, Şêx Elî (kurê Şêx Mûsa), Şêx Eliyê Xarpetê, Şêx Emer, Şêx Hesen, Şêx Seîd, Şêx Smeîlê Termê, Şêx Şemseddînê Farqînî, Şêx Şerîf, Tahirê kurê Mihemed, Tahirê nivîsmendê Feqe Hesen, Temur Axayê Diyadînê, Xalid Begê Qargapazar, Xoce Sadiq Begê Valirê, Yusufê Sileymanê Çepaxçurê. Rûdaw