Di otobusê de 7 mêran tecawiza jinekê kirin

    Belav bike
    Li Hîndistanê 7 zilama di otobusekê de tecawiza jineke 29 salî kirine. Li gorî agahiyên ku şefê polîsan Raj Jeet Singh dane, bûyera tecawuzê roja înê qewimiye. Jineke 29 salî, li bakurê bajarê Pencabê li otobusekê siwar bûye ku biçe gundê xwe. Di otobusê de bilî wê jinê ti jin tinebûne. Piştî bîstekê ajovan û muawînê otobusê, wesaît kişandine dereke tenha. Her du kesan, bi 5 hevalên xwe re jin birine avahiyekê û heta sibê tecawiza wê jina reben kirine.
    Ew 7 zilamên ku tecawiza jinekê kirine, ji wan 6 kes hatine girtin û yek hîn nehatiye girtin.
    Dîsa mehekê berê, di 16ê Berfenbarê de, jineke 23 salî di otobusekê de rasta tecawizeke komî hatibû û ligel tecawizê li jinê xistibûn û ew gran brîndar kiribûn. Jina 23 salî, di demeke kin de jiyana xwe wenda kiribû. Vê bûyerê hemû cîhan rakiribû ser lingan.