Barzaniyê nemir dirêjepêderê xebata gelê Kurd bû

    Belav bike
    Muhsîn Dîzeyî derbarê kesayetiya Mela Mistefa Barzanî de dibêje: ‘’Geşbîn bû ku dê rojek were gelê Kurd digihe armanca xwe.’’ Derheqê slogana Barzanî ya derbarê Kurdistana mezin an jî her çar parçeyên Kurdistanê de, Dr. Mehmûd Osman got: ‘’Barzanî rastbîn bû û behsa tiştekî nedikir ku nikarîbe bike.’’

    Xewna mezin a Barzanî..

    Mistefa Barzanî berî 34 salan koça dawî kir. Herçiqas ew xewna wî hatiye dîtin ku Başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistanê) xwe birêve bibe û bigihe gelek mafên xwe, lê xewna vegerandina Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê bo ser Kurdistanê; ku yek ji xesteka herî mezin a Barzanî bû, hê nehatiya dîtin.

    Derbarê xewna mezin a Mistefa Barzanî de, siyasetmedarê Kurd Musûn Dîzeyî qala wê yekê dike ku Barzaniyê nemir xwestiye Kurdistana İraqê bigihe armancên xwe û pêkhateyek bo Kurdan hebe; ‘’Barzanî digot beşek e ji Kurdistanê. Ger tenê Kurdek jî têde bimîne, her parçeyeke ji Kurdistanê û qet dest jê bernadim, ne ku di paşerojê de bê gotin Barzanî dest ji axa herêmê berda.’’

    Belgeyên dîrokî, şikestina Şoreşa Îlonê (1961-1975) bi dereceya yekem bi wê yekê ve girêdidin ku Barzanî amade nebû tenazûlê li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê bike, lewra di encama Rêkeftinnameya Cezaîr (1975) û leyistikên hinek welatan dawî li wê Şoreşê hat anîn.

    Li gor siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman, di jiyanê de armanca mezin a Barzanî bidestxistina daxwazên Kurdan bû ku di gotûbêjên qonaxa Şoreşa Îlonê de ligel Bexdayê rêkeftin li ser hatibû kirin, lê belê cîbicîhkirin ne wek pêwist bû. Bi baweriya Osman, daxwaza vegerandina navçeyên veqetandî bo ser Kurdistanê xewneke mezin a Barzanî bû ku ligel hemû hewldanan nehat dîtin.

    Mafên Kurd û yekparçeyî

    Xewna yekxistina her çar parçeyên kurdistana mezin, yek ji wan xwestekan bûye di qonaxên dîrokî de ku di mêjiyê serkirde û hevwelatiyên Kurd de bû. Muhsîn Dîzeyî ku bi salan nûnerê Mistefa Barzanî û piştre jî yê Mesûd Barzanî bû, wiha dibêje: ‘’Barzanî digot her parçeyekî Kurdistana mezin taybetmendiyeke wê heye, lê di wê baweriyê de bû ku di encam de divê bibin yek parçe û ew sînorên hatine danîn, çêkirîne. Barzanî di wê baweriyê de bû ku divê her parçeyek liger taybetmendiyên xwe xebatê bike û geşbîn bû ku dê Kurd bigihin armanca xwe.’’

    Di gotûbêjên Şoreşa Îlonê û beyannameya 11-ê Adara 1970-an de jî, Mela Mistefa Barzanî daxwaz kiriye ku mafê xwebirêvebirinê ‘’Otonomî’’ bo Herêma Kurdistanê û ‘’Demokrasî’’ ji bo tevahiya İraqê bê dabînkirin. Mehmûd Osman ku di serdema Barzanî de çendîn car wek endamekî şanda Kurdî bo danûstandinan çûye Bexda, got: ‘’Di fikra Barzanî û her Kurdekî de ew hebû ku serbixweyî hebe û Kurdistan yek be, lê belê Barzanî herdem behsa Kurdistana Başûr kiriye, mirovekî rastbîn bû û behsa tiştekî nedikir ku nikaribe bike.’’

    Osman wiha dibêje: ‘’Barzanî sloganên mezin bilind nedikirin û wek slogan behsa paşeroja Kurdan nekiriye, ligel rastiya heyî behs dikir, lewra dixwest li Başûr mafên Kurdan bên qebûlkirin û İraq jî welatekî demokratîk be, ger di paşerojê de jî tiştekî din hate pêş, wê demê mafên Kurdan e ku daxwaz bikin.’’

    Pêgeha Barzanî…

    Di qonaxên dîrokî de, serkirde û rêberên Kurd ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd rolekî girîng dîtine. Mistefa Barzanî jî ku tevlî Şoreşa Barzan û piştre Komara Kurdistan (Mehabad), Şoreşa Îlon û Gulanê bûye, dirêjepêderê xebata Kurdan bûye di qonaxên dîrokî de. Wek Dîzeyî dibêje; ‘’Barzanî bi ihtiram berê xwe daye şoreş û kesayetiyên berî xwe, herwiha Barzanî li ser asta cîhanê dihat naskirin û bi rêya Şoreşa Îlonê jî karî zêdetir Kurdan bi cîhanê bide naskirin.’’

    Mela Mistefa Barzanî:

    Rêberê mezin ê Kurd Mela Mistefa Barzanî (1903-1979) damezrênerê PDK’ê ye. Barzanî, di 14-ê Ddara sala 1903-an de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di 1905-an de bi dayika xwe re, ji aliyê osmaniyan ve tê zîndankirin. Di 1914-an de birayê wî [çavkanî pêwîst e] tê kuştin. Barzanî di 1931-ê de, bi çalakiyên xwe yên li hemberî dijmin derket pêş dema ligel brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî di rêberiya şoreşa Kurdî da dijî rejîma padîşahê Îraqê ji bo bi destanîna mafên milletê Kurd cîh girt.

    Şoreşa ku li sala 1935-an hatiye vemirandin û Barzanî hatiye nefî kirin bo bajarê Silêmaniyê. Di sala 1942-an de Barzanî ji cihê nefiya xwe reviya û ji nû ve dest bi xebatê kir. Di 1943-an de li mentîqeya Barzan li hemberî dijmin şer mezin kir. Piştî 1945-an, diçe Mehabadê û beşdarî di damezrandina Komara Kurdistanê de dike û wek Wezîrê Cengê tê destnîşankirin. Bi ketina Komara Kurdistanê derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. Mistefa Barzanî, di sala 1958-ê de vedigere Başûrê Kurdistanê. Ji sala 1961-ê heta xudmuxtariya 1970-yî, şerê wî yê li hemberî rejîma Îraqê berdewam kir.

    Di 1975-an de, bi peymana Cezayîrê, tevgera Kurd a li wir têk çû. Barzanî, ji ber nexweşiya xwe derbasî Amerîkayê dibe û li wir di 1-ê Adara sala 1979-an de diçe rehmetê. Mela Mistefayê Barzanî li Barzan hat veşartin. (BAS)