Serrûpel Featured ENKS biryara xwe da: Êdî beşdarî civînên Cinêvê nabe…

ENKS biryara xwe da: Êdî beşdarî civînên Cinêvê nabe…

Belav bike

Agahiyên gelekî nû li cem me hene, di derbarê derketina krîza di navbera ENKS û opozîsyona Sûriyê de li Cinêvê.
Îro cara yekemîn ENKS bi opozîsyonê de teqiya, û got êdî bese û em qebûl nakin.

Çi bû?

– Kurd, Turkemen û mesîhî li Cinêvê projeyek amade kirine

– Gefan li opozisyonê dikin heger projeya wan neyê qebulkirin, wê ji Cinêvê vekişin.

– Hinek xalên projeya ENKS, Turkemen û Mesîhî kete destê Rûdawê.

– Saet 8 civîna opozisyon û ENKS li Cinêvê destpê dike

– Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Zinar Şîno got: Di projeyê de behsa wê yekê tê kirin ku doza Kurd li Sûriyê divê di hemû danûstandinan bibe ejandaya Cinêvê û bikeve nav hemû dekomêntên ku pêşkêşî Netewên Yekbûyî têne kirin.

Zinar Şîno eşkere kir ku di projeyê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku mafê neteweya Kurd di destûr ligel mafên mesîhî û Turkumenan bê parastin

– Her wiha di nav Desteya Bilind ya danûstandinan de, Heyeta Tensîq û berdevkê Desteya Bilind ya Danûstandinan Mûnzir Maxûs li dijî mafê Kurdan derdikevin

Şanderê Rûdawê li Cinêvê diyar dike ku endamê mesîhî yê Îtîlafê Corc Sebra û endamekî heyeta Tensîq li ser pirsa Kurd şer kirin

Corc Sebra mafê Kurdan parastiye û Heyet El Tensîq gotiye qebûlkirina projeya Kurdan Sûriyê perçe dike.

Rûdawê zanibû, eger îşev Desteya Bilind ya Danûstandinan  projeya ENKS qebûl neke û helwesta xwe ranegihîne, wê nûnerên ENKS sibe, di konferanseke rojnamevanî de, bi awayekî fermî helwesta xwe ragihînin.