Nûjîn mêvana konferansa “Ted-X” e

    Belav bike

    Keça Kurd ya ji rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanî Nûjîn Mistefa li Londonê weke axaftvan beşdarî konferansa navdewletî Ted X bû.

    Ted X, rêxistineke navdewletî ye, fikir û bîrmendiyên nû di warê afirandinê de pêşkêş dike.

    Nûjîn Mistefa, ew keça ku ji zaroktiya xwe de felc bûbû, û bi zekaya xwe li Ewropa û welatên rojava deng daye, di konfera Ted X de, behsa serpêhatiya xwe û derketina ji Helebê, Minbicê, Kobanî, Entab û çend sînorên welatên Ewropa heta bi Almanya kir.

    Nûjîn Mistefa her wiha bi alîkariya nivîskara Înglîz Krîstina Lamp, pirtûkek li ser jiyana xwe nivîsand û pirtûka wê li 13 welatan bi 10 zimanan hate weşandin û niha pirtûka li seranserê Brîtanya, di lîsteya pirtûkên herî zêde hatine firotin de cih digire.